MÊRDÎN - Danişîna doza Nubahar Ozdemir a di doza Nisêbînê de hatibû cudakirin hat dîtin. Dozger di danişînê de der barê Ozdemir de cezayê heta heta xwest.
Danişîna doza Nubahar Ozdemîr a di 26'ê Gulana 2016'an de li gel 17 jê zarok 70 kesên piştî qedexeya derketina kolanan hatin binçavkirin û girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Piştî tespîta nasnameya Nubahar Ozdemir, danişine dest pê kir. Ozdemir ji Girtîgeha Jinan a Xarpêtê bi rêya (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Di danişînê de parêzerê Ozdemir li salonê amade bû. Dozger der barê Ozdemir de mutaala xwend û xwest Ozdemir bi îdîaaya “Yekitî û tevahiya dewletê xera kiriye" bi cezayê muebeta giran bê cezakirin. Parêzerê Ozdemir jî der barê mutaalaya dozger de dem xwest. Ozdemir jî xwest bê berdan. Heyeta dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û xwest Ozdemîr di danişîna pêş de li salone amade bibe. Heyetê piştre doz taloqî 24'ê Çileya 2020'an kir.