Rêveberiya Xweser bersiva Lavrov da: Helwesta me neguheriye divê Rûsya hê çalaktir be

  • rojane
  • 15:02 27 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bersiva Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku kurdan bi bêhelwestîbûnê sûcdar kiribû da û diyar ku helwesta wan neguheriye û berovajî divê Rûsya di rola xwe ya garantoriyê de hê çalaktir be

 
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, têkildarî daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku kurdan bi bêhelwestîbûnê sûcdar kiribû, daxuyaniyeke nivîskî da. Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Tirkiye, li gorî mijarên ku li serê hatiye lihevkirin, bi taybetî jî di mijara agirbestê de tev negeriyaye û destnîşan kir ku rola Rûsyayê ya garantoriyê divê çalaktir be.
 
Berfirehiya daxuyaniya Rêveberiya Xweser wiha ye:
 
"Ji destpêka êrişa Tirkiyê ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di 9`ê Cotmehê de heta niha, dewleta Tirk li gorî hewldan û tedbîrên ku li ser hatine lihevkirin, bi taybet jî yên girêdayî agirbestê ku cîgirê serokê Amerîkayê di 17`ê Cotmehê de li Tirkiyê ragihandiye, her wiha peymana Soçiyê ku serokên Tirkiye û Rûsyayê piştî wê bi çend rojan li hev kir, tev negeriyaye.
 
Bi bihaneya agirbestê û qaşo herêma ewle, êrişeke bêserûber li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ewle ku di nav de Til Temir, Eyn Îsa û Rêya M4 hene, tê kirin. Di encama van êrişan de 350 hezar kes ji cih û warên xwe koçber bûn, her wiha bi sedan sivîl şehîd û birîndar bûn û demografiya herêmê hat guhertin.
 
Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh sêşemê 26`ê Mijdarê li Moskovê, dubare ragihand ku Rêveberiya Xweser di diyalogê de "ne cidî ye".
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi diyalogan kiriye û hêj kar û xebata di çarçoveya diyalogan de berdewam e, di gel ku QSD`ê pabendî hevpeymana agirbestê bû û ji herêmên li ser sînor vekişiya. Di heman demê de Rêveberiya Xweser û QSD`ê der barê hin xalên hevpeymana Soçiyê de ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin li sere çêbû, li ser vî esasî Rûsyayê hevpeyman erê kir û bi vê yekê bi Şamê re kete nava diyalogan û hêzên artêşa Sûriyê li seranserê sînor hatin belavkirin. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Xweser li Sûriyê kar û xebatan dide meşandin. Di heman demê de dewriyeyên polîsên Rûsya û Tirkiyê bi serpereştiya polîsên leşkerî yên Rûsyayê hate erêkirin. Her wiha me her teqezî li ser çareserî û diyaloga nîştimanî ya Sûriyê dikir.
 
Lê belê tişta ku diyar dibe, divê rola Rûsyayê zêdetir çalak be, ji ber ku bi rastiya lihevkirinê re ne guncaw e. Li ser vî esasî em wek Daîreya Têkiliyên Karên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşxistina diyalogên li gel Şamê, me hemû tedbîr girtin û heta niha jî amade ne ji bo vê yekê. Her wiha me teqezî her dem li ser karkirina di çavçoveya Sûriyê de dikir, ji ber ku em sûrî ne.
 
Diyaloga bi Şamê re piştî me gavek erênî avêt, girîng e. Lê aliyê din heta niha xwe zelal nekiriye, ev jî nîşan e ku diyalogên siyasî naxwazin, lewma em dibêjin divê rola Rûsyayê ya garantor hîna çalaktir be.
 
Em pabendê aramiyê ne û dixwazin êrîşa Tirkiyê raweste. Em îro jî amade ne, em li tu lihevhatinan nezivirîne, me her diyalogeke vekirî û eşkere xwestiye, helwesta me der barê diyalogê de diyar e û nehatiye guhertin. Tu têkiliya helwesta me bi hebûn û guherîna rewşa Amerîkayê tune ye.
 
Her wiha tiştên ku li hin herêman çêdibin, di çarçoveya parastina rewa de ye û Rûsya xweş dizane ku herêmên îro têne hedefgirtin derveyî lihevkirinên di navbera Rûsya-Tirkiyê de ne. Li ser vî esasî dibe komîteya lêpirsînê der barê kiryarên ku Tirkiyê li seranserê herêmên Sûriyê pêk tîne, hebin, lê belê daxuyaniyên ne li gorî helwset û tiştên li ser rûyê erdê, destekdayîna yekser a ji bo Enqere û çeteyên wê ye di berdewamkirina kiryarên xwe li dijî Sûriyê û gelê wê.”

Sernavên din

30/11/2019
09:11 Profîlên li ber avahiya HDP'ê tên sekinandin
09:10 Karkerên Gentesê: Em ê dev ji berxwedana xwe bernedin
09:09 Dede: Ji her wextî bêtir em nêzî yekîtiya neteweyî bûne
09:00 ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2019'AN
08:14 Nûçegîhanên me yên polîsan bi ser malên wan de girtin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê nin
29/11/2019
20:50 Polîsan girtî li Girtîgehê binçavkirin
16:30 Di doza 5'ê Hezîrane de parêzerê bersûc êrîşê parêzerê gazinker kir
16:16 Kubîlay: Wê HDP serê xwe li ber zilmê daneyne
16:04 Parêzerê Berfîn Ozek: Ceza li gorî çalakiyê bê dayîn
15:48 Doza Ceren Damar taloq kirin: Divê bersûc ji 'Kuştina bi plan' bê cezakirin
15:27 Dest danîn ser laçikên spî yên dayikên di binçavan de
14:52 Demîrtaş beraet kir
14:33 Meclîsa Jinan a Stenbolê xwest 7 kesên belavok belav kirin serbest bên berdan
13:59 Li Wanê 5 ciwan hatin girtin
13:47 Rêxistinên pîşeyî xala 6331'an a Zagona ÎSÎG'ê niqaş kirin
12:33 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:31 Hezar û 104 rojin çalakî li Wanê qedexe ne
12:16 MYK’a HDP’ê civiya
11:36 Dema binçavkirina rojnamevan Altan 4 rojên din jî hat dirêjkirin
11:05 Jinan beriya doza Ceren Damar li pêş edliyê daxuyanî dan
10:35 Îdîaya xwendekar li 17 navçeyên di sermayê de dersê dibînin
10:34 Piştî hewla revandinê niha jî hat binçavkirin!
09:25 Destûr nedan Pêşengeha Wêneyan a Tahîr Elçî
09:09 Farqînî: Partî bila li dora ziman bibin yek
Taşçier: Xebata me li dijî asimilasyona ziman û çandê ye
09:08 Rektor, ajovanê xwe danî ser Sekreteriya Fakulteya Ragihandinê
09:07 Doç. Dr. Yilmaz: Wezareta Karên Navxweyî sûc dike
09:07 ‘Armanca hedefgirtina xirîstiyanên li Sûriyeyê koçberî ye'
09:06 59 serlêdanên der barê kuştina kesên li Cizîrê hatin redkirin
09:05 ‘Tu tişt nikare van pêkanînên kêfî rewa bike'
09:05 Esnafên Çarşiya Şewitî: Dilê bajêr hilqitandin
09:00 ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2019'AN
28/11/2019
19:50 Hashtag a #BerivanAltanRojnameger e saet di 21.00'an de dest pê dike
17:32 Rojnamevan Mehmet Oksuz hat berdan
17:11 Li Agiriyê 5 kes hatin girtin
16:49 Li Mêrdînê 7 ciwan hatin berdan
16:49 Teslîm Tore ji aliyê bi hezaran kesî ve hat veşartin
16:12 Elçî di salvegera 4’emîn de hat bibîranîn: Em ê têkoşîna Elçî ya nîvcomayî dewam bikin
15:46 Li Wanê şahiyek ji bo Arjen Arî tê lidarxistin
15:45 Bertek nîşanî binçavkirinê dan: Azadiya raman û îfadeyê nabe sûc
15:41 'Li ser vê axê rêya edaletê di Roboskî re derbas dibe'
15:21 Ceza li rojnameger Yasûl, Kırkaya, Paksoy û Keleş hat birîn
14:45 Tahîr Elçî di salvegera 4’emîn de tê bibîranîn
14:27 Ji paralamentera berê ya HDP'ê Bîrtane re 15 sal ceza xwestin
14:06 Sabahat Tuncel: Ji bo em heviyên gelê xwe pêk bînin dixebitin
13:48 3 sal ceza li rojnamevan Denîz Kiliç hat birîn
13:46 Parêzerên xwestin Tahir Elçî bi bîr bînin hatin derpkirin
13:30 Mesrûr Barzanî li Enqerê ye
12:49 Dozger xwest rojnamevan Sancili û Kizilkaya bên cezakirin
12:45 Zilamek li nava kuçeyê tundiyê li jinekê dike
12:44 Li Melazgirê endama meclîsa HDP’ê hat binçavkirin
12:44 Di ‘Doza Sereke ya Ozgur Gundem’ê de mutalaa nehat dayîn
12:43 AYM: Desteserkirina nameya girtî binpêkirina maf e
12:13 Hênceta girtina hevşaredaran: Giliyên ‘şahidên nepen’ û beşdariya çalakiyan
11:31 Şandeya doza ‘Parêzerên KCK’ê’ hat guhertin
10:46 Helbestvan Erbaş: Pêşeroja siyaseta ku kurd di nav de nebin, tuneye
10:46 Danişîna doza Dundar ê piştgirî da Ozgur Gundemê hat dîtin
10:45 Parêzerên Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:27 Dadgehê biryara Komîsyona OHAL'ê ya redê dijhiqûqi dît û karê wê paşve dayê
10:04 4 esker li Rihayê birîndar bûn
09:59 Tan: Mirov ji bo bi kurdî diaxivin tên kuştin
Onen: Ziman stûna bingehîn a neteweyan e
09:49 ‘Ger hikumetê bixwesta dikarîbû faîlên Tahir Elçî derxîne holê’
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 4'an de ye
09:27 11 parêzerên 4 sal berê lêpirsîn li wan vekirin, niha jî mafê parastinê ji destê wan girtin
09:27 Serokê Baroya Wanê Uçar: Kuştina Elçî sûîkast e
09:26 Esnafên Pasaja Çarşiyê bê serfetih dikanên xwe digirin
09:25 Unsal: Wê partiyên nû di AKP'ê de bibin sedema veqetînên mezin
09:24 Onder: Perê ji bo deynan tê bikaranîn welat dişêlîne
09:24 Çalakiya karkerên li ber Şaredariya Aydinê di roja 508'an de ye
09:23 'Ji bo perwerdehiyeke demokratîk, xweser û zimanê zikmakî têkoşîna hevpar şert e'
09:22 Ji 130 kaniyan tenê Anzele ma
09:22 Ji avakarên Esntîtuya Kurdî: Ji bo yekîtiya neteweyî pêwendîdanîn şert e
09:21 Dêr di nav kavalên şaredariyê de maye
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2019'AN
27/11/2019
19:44 Xwendekara Zanîngeha Ege Dîlan dawî li jiyana xwe anî
18:41 Rojnamevan Îdrîs Sayilgan hat berdan
17:21 Ekîncî yê 70 salî binçav kirin
16:18 Bazara S-400 û pêşeroja Tirkiyeyê
16:00 Aydenîz: Gelê kurd wê çong daneyne
15:21 Dozger di doza Nisêbînê de cezayê muebbetê xwest
15:02 Rêveberiya Xweser bersiva Lavrov da: Helwesta me neguheriye divê Rûsya hê çalaktir be
14:56 Oluç bersîv da Soylu: Tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurd e
14:34 Li Wanê dema binçavkirina 20 ciwanan dirêj kirin
14:27 Nûnertiya HDP’ê Rêxistina Ban ziyaret kir
14:27 Başaran: Me gelek caran nîşanî wan da ku em ê serî netewînin
14:17 Li Cizîrê di serdegirtinên malan de: Li Beytûr ê ev 4 salin girtiye geriyan
14:16 HRW'ê li ser dorpêça Mexmûrê rapor weşand
13:47 Doza Buyukada taloq kirin
13:47 Greva birçîbûna ya girtiyên li Osmaniyê û Mereşê dewam dike
13:33 Cihê gora Dr. Şivan pirsî
13:25 Hejmara kesên li Kocaeliyê hatin binçavkirin derket 23’yan
13:13 ÎHD’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
12:25 Alî Kemal Ozcan ji peywira beşa serokatiya hat girtin
12:10 HDP'iyên li Dîlokê hatibûn binçavkirin bi xebatên hilbijartinê hatin sûcdarkirin
11:36 Dozger di doza Buyukada de ji bo 6 kesan ceza xwest
10:46 Li gelek bajaran di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Dadgehê cezayê pereyan ên li çalakvanên ‘aştîxwaz’ hatibû birîn rakir
10:35 Hevoka 'Em li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne' bû binasiya girtinê
10:21 Nameyên parlamenterên HDP'ê bûn fezleke
10:21 ‘Di Çemê Dîcleyê de cureyên masiyan kêm dibin’
09:23 Ji Weqfa Mezopotamyayê du pirtûkên nû derketin