ŞIRNEX - Li Cizîrê, polîsan bi ser mala Osman Beytûr ê ev 4 salin girtiye de girtin. Polîsên ku wêneyê nîşaneya serkeftinê ya li ser dîwarên malê jê birin, gef li malbata Beytûr xwarin.
Li Taxa Sûr a navçeya Cizîr a Şirnexê, polîsên Tîmên Teybet, bi ser mala malbata Beytûr de girtin. Polîsan di dema serdegirtinê de hemû endamên malbatê bi erdê re dirêj kirin û alavên malê ser û bin kirin. Polîsan ji ferdên malbatê pirsa Osman Beytûr ê ev 4 salin li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê girtiye kirin. Piştî ku malbatê, diyar kir ku Beytûr ev 4 salin girtiye, polîs ji malê derketin.
'BERÎ ÇEND MEHAN PIRSA KURÊ MIN JÎ KIRIN'
Dayika Osman Beytûr Hatîce Beytûr, diyar kir ku ligel ku wê got kurê wê girtiye jî, polîs dîsa li malê wê geriyane û wiha axivî: “Saet 10.55 şevê bi ser mala de girtin. Bi dengê bilind gotin ‘Osman li ku derê ye, Osman li ku ye.’ Ji me re gotin ‘Emê we hemûyan bibin.’ Hemû alavên mala me ser û bin kirin.”
Dayika Beytûr, da zanîn ku berî çend mehan polîs dîsa hatine ber mala wan û wiha got: “Wê demê jî pirsa kurê min kirin. Min wê demê jî ji wan re gor kurê min girtiye. Li gel vê jî îro dîsa bi ser mala me de girtin. Zarokên me tirsandin. Ev ne raste. Ev bêmafiye. Bila êdî ev zilm bi dawî bibe.”
NÎŞANEYA SERKEFTINÊ JÊ BIRIN
Dayika Beytûr, anî ziman ku polîsan wêneyê nîşaneya serkeftinê ya kurê wê berî 7 salan li ser dîwarê malê çêkiribû, bi çekê jêbirin. Beytûr texrîba li ser wêneyê hatî kirin nîşan da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji me re gotin ‘Ger heya sibe hûn vî wêneyî jê nebin emê we hemûyan bigirin.’ Gef li me xwarin. Min jî ji wan re got, ‘Ger hûn dixwazin niha me bibin.’”