OSMANİYE/MEREŞ - 30 girtiyên li Girtîgeha Osmaniyê ev 16 rojin li dijî binpêkirina mafan û mûameleyên xerab di greva birçîbûnê dene. Li Girtîgeha Turkoglû ya Mereş jî, 4 girtî heftiyeke di greva birçîbûnê dene.
30 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê, li diî mûameleya xerab û binpêkirinên mafan di 12’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Çalakiya girtiyan ev 16 rojin dewam dike. Girtiyan diyar kirin ku heya daxwazên wan neyin qebûl kirin, ewê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam bikin.
Navê hin girtiyên di greva birçîbûnê dene wihane: “Mehmet Selîm Suer, Mehmet Goz, Sabahattîn Karasû, Nevaz Sakçak, Suleyman Saçal, Candan Yen, Zenar Demîr, Abdûllah Ûçar, Kasim Balta, Sedat Karak, Adem Amaç, Mehmet Kazici, Mehmet Kilinç, Mîkaîl Pelît, Abdûllah Topaloglû, Mehmet Emîn Dal, Recep Yel, Akar Îkbal, Veysî Baltaş, Mehmet Îpek, Hasan Muhammet Îbîş, Yildirim Kiş, Baver Başaran û Halîl Îbrahîm Karataş.”
ÇALAKIYA LI GIRTÎGEHA TURKOGLÛ JÎ DEWAM DIKE
4 girtiyên li Girtîgehên Tîpa T a Hejmara 1 û 2 ên Turkoglû ya Mereşê jî, li dijî ferzkirina hejmara li ser piyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û ev heftiyeke çalakiya wan dewam dike. Parêzeran diyar kir ku ferzkirina hejmara li ser piyan dewam dike û dibe ku hejmara girtiyên bikevin greva birçîbûnê de zêdetir bibe.
Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Mereşê Selçûk Delîbaş, diyar kir ku ewê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn, wê bibin rojeva Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê û Wezareta Dadê.