ENQERE - Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bertek nîşanî binçavkirinên Serokê Şaxa Enqerê Fatin Kanat û gelek kesan da û xwest kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan.
Siyasetmedar, rojnameger û parazvanên mafên mirovan serê vê sibê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rê ve bir de hatin binçavkirin. Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), bertek nîşanî binçavkirina da û xwest kesên hatine binçavkirin demildest bên berdan. ÎHD’ê ragihand mu di operasyona li Enqerê hat lidarxistin de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatin Kanat jî hatiye binçavkirin.
ÎHD’ê di daxuyaniya da de wiha got:
“Hema bêje li Tirkiyeyê her roj li bajarên cuda, polîs bi ser malan de digirin, rêveber û endamên saziyên fermî yên legal û meşrû binçav dikin û digirin. Îro di saetên serê sibê de, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqerê Fatin Kanat, parlamentere HDP’ê yê Semsûrê yê berê Behçet Yildirim, endamên MYK’a SES’ê Fikret Çalagan û endama MYK’ê ya berê Belkîs Yurtsever, Endamê Meclîsa HDP’ê Bereket Kar, ji rêveberên HDP’ê yên Enqerê Prz. Kemal Akalin, rêveberên HDP’ê û gelek kes hatin binçavkirin.
Ev demek dirêje li Enqerê, lêpirsînên dişibin hev tên destpêkirin. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin ku li gorî Beyannameya Parastina Parazvanên Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî tevbigere. Em daxwaz dikin ku Fatin Kanat û kesên hatin binçavkirin demildest bên berdan.”