STENBOL - Di doza darizandina 11 parazvanên mafên mirovan ên li Buyukadayê hatin binçavkirin û girtin de, dozger daxwaza xwe pêşkêş kir. Dozger ji bo 6 parazvanên mafên mirovan bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” cezayê girtîgehê û ji bo 5 kesan jî beraet xwest.
Danişîna doza bi hinceta beşdarî civîna “Ewlehiya Dîjîtal a Parastina Parazvanên Mafên Mirovan” a li Buyukada ya Stenbolê hat lidarxistin bûn de, hatibû vekirin hat dîtin.
11 STO’yên di nav de Cîvîl Rînghts Defenders, Komelaya Şopandina Ji bo Mafê Wekhev, Navenda Hafizeyê û Kolemeya Înîsiyatîf a Maf jî heyîn berî danişînê, li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo parazvanên mafên mirovan edalet” hat vekirin. Ji Komeleya Rojava Mafê Mirovan Ozlem Yilmaz daxuyanî da û diyar kir ku ew li bendêne ku dozger di danişînê de mutalla bide. Yilmaz, bal kişand ser helwesta parazvanên mafên mirovan û wiha got: “Em parazvanên mafên mirovan, dixwazin dozger li ser navê raya giştî bêmafiya heyî derxîne holê û ji bo hevalên me daxwaza beraetê bike. Em dixwazin hevalên me azad bin.”
Piştî daxuyaniyê, parazvanên mafên mirovan derbasî salona danişînê bûn. Danişîn li 35’en Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Dîrktorê Kampanyayên Şaxa Qratiya Yekbûyî ya Rêxistina Efoya Navneteweyî Kerry Moscogîurî û gelek kes danişîn şopandin.
DOZGER MUTALAAYA XWE PÊŞKÊŞ KIR
Piştî danasîna nasnameyan, danişînê dest pê kir. Dûre dozger mutalaaya xwe ya debarê 11 parazvanên mafên mirovan de pêşkêş kir. Dozger xwest ku Taner Kiliç, Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser, Ozlem Dalkiran, Nejat Taştan, Velî Acû bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bên ceza kirin. Dozger dûre ji bo Peter Frank Steudtner, Alî Gharavî, Îlknûr Ustun, Nalan Erkem û Mûhammed Şeyhmûs Ozbekli daxwaza beraetê kir.
Danişîn dewam dike.