STENBOL - Hevoka ‘Em li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne' ku di belavokên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê de cih girtibû, weke 'biçûkxistina dewletê' hat nirxandin û 6 jê jin bû sedema girtina 7 kesan.
Di 24'ê Mijdarê de li Qada Cûmhûriyetê ya navçeya Esenyûrt a Stenbolê, 6 jê jin 7 kesên ku ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinê belavok belav dikirin, hatibûn binçavkirin. Her heft kesên ku rojek di bin çavan de man, duh li Edliyeyê Kuçukçekmeceyê ji aliyê dozger ve bi hinceta ku "porpagandaya rêxistinê" kirinebi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. 3'emîn Dadgeha Cezaya Silhê ya Stengolê jî bi hinceta "biçûkxistin dewletê, teşvîqkirina gel a kîn û neyartiyê" biryara girtina hr heft kesan da.
Hevoka ‘Em li dijî tundiya dewleta zilam di raperînê de ne' ku di belavokê de cih girtibû, ji aliyê dadgehê ve weke 'biçûkxistina dewletê' hat nirxandin û bû sedema girtinê.