ENQERE - Nameyên ku ji girtîgehan re şandine bi hinceta ku "moral û motîvasyonê" zêde dike, derbarê parlamenterên HDP'ê Saît Dede, Omer Ocalan û Pero Dundar de 52 fezleke hatin amadekirin.
Nameyên ku parlamenterên HDP'ê Saît Dede, Omer Ocalan û Pero Dundar, dema çalakiya greva birçîbûnê ji girtiyên ku li Girtîgeha Îzmîr Alîagayê di gerva birçîbûnê de bûn re şandin, bûn mijara fezlekeyan. Bi hinceta ku name "moral û motîvasyonê" zêde dikin, fikar hat dîtin. Bi binasiya nameyên ku şandine, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve bi angaşta "propagansaya rêxistinê" û "pezindayîna sûcdar û sûc" derbarê parlamanteran de fezeleke hatin amadekirin.
Di nameya parlamenter Dundar di 17'ê Gulanê de ji girtiyan re şandiye de ev gotin: "Hûn sekneke sînorên ku têde ne derbas dikin, nîşan didin û astên berxwedanê didine hînkirin. We bi sekna xwe rêya ku diçe serkeftinê vekir. Bi hêviya rojên azad de em bigihîjin hev, silav, kirin..." weke sûc hatine hesibandin.
Ev gotinên Ocalan ên di nameyê de weke sûc hatine hesibandin: "Rêhevalê min ê hêja, têkoşîna dîrokî ya gelê kurd, di vê pêvajoya zor de bi mîsyona girîng a ku îro we hilgirtiye, tê berdewamkirin. Di van şertên zor de tecrîd ne tenê girtîgehan, li kuçe, qad, mal jî di nav de li ser hemû qadên jiyanê yên kurdan tê ferzkirin. Tecrîda veşarî ku bi sedan salan e bi polîtîkayên tekperest û pişaftin tê berdewamkirin, bi paşguhkirina nirxên ehleqî û hiqûqî tê pêkanîn.
DERBARÊ DEDE DE 30 FEZLEKE
Di derbarê Dede de di 18'ê Cotmehê de 13 û di 21'ê Cotmehê de jî 17 fezleke pêşkêşî Meclisê hatin kirin. Derbarê Dundar de di 21'ê Cotmehê de 5 û di derbarê Ocalan de jî di 21'ê Cotmehê de 17 fezleke pêşkêşî Meclisê hatin kirin. Di 21'ê Cotmehê de bi giştî derbarê HDP'iyan de 45 fezleke hatin amadekirin.
DI 2 MEHAN DE 170 FEZELEK
Ji 1'ê Cotmehê ve Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sezaî Temellî û Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê HDP'iyan de di nav 2 mehan de 170 fezleke hatine amadekirn.
MA / Dîren Yûrtsever