AMED - Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergîz ku hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, di 15'ê Mijdarê de hat berdan. Nergîz, ji bo "pergala hevserokatiyê" ku pê hatibû tawanbarkirin got: "Di warê pergala hevserokatiyê de helwesta me zelal e."
Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kût, di 15'ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin û bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Di 18'ê Cotmehê de jî qeyûm tayînî şûna wan hatibû kirin. Ji hevşaredaran Semîre Nergîz, di 15'ê Mijdarê de hatibû berdan.
BI PETGALA HEVSEROKATIYÊ HAT ATWANBARKIRIN
Nergîz ku bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan û derketina derveyî welat lê hat qedexekirin, anî ziman ku her çend bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibin girtin jî lê di asasê xwe de sedema sereke ya girtina wan "pergala hevserokatiyê" ye.
‘PERGALA HEVSEROKATIYÊ XETA ME YA MOR E'
Nergîz, anî ziman ku di lêpirsînê de behsa pergala hevserokatiyê kirine û got: "Pergala hevserokatiyê, di warê temsîliyeta jinê de xwedî cihekî girîng e. Pergala hevserokatiyê; di têkoşîna jinê de asta herî bilind de. Ji roja ku li Tirkiyeyê azadiya bijartin û hilbijartinê ya jinê çê bûye heta niha 132 hezar zilam bûne şaredar. Lê belê tenê 52 jin bûne şaredar. Ji vê hejmarê nêzî 40 jê hevşaredarên HDP'î ne. Pergala hevserokatiyê xeta me ya mor e."
‘HELWESTA ME ZELAL E'
Nergîz, destnîşan kir ku her çend di vî warî de sererastkirineke qanûnî tunebe jî, lê belê partiyên siyasî pergala hevserokatiyê pêk tînin û got: "Bi salan e Partiya Keskan vê yekê pêk tîne. Di vî warî de helwesta me jinan zelal e."
Her wiha Nergîz bal kişand ser tayînkirina qeyûman jî û got: "Qeyûm, di warê îdarî de tenê ne guherandina rêveberiyê ye. Tayînkirina qeyûman, di heman demê de ji hêla aborî civakî û derûnî de tunekirina bîra bajarekî ye. Xencereke ku li nav dilê demokrasiyêê tê xistin." Nergîz, destnîşan kir ku xebatên wan hemû dihatin blokekirin û got: "Berê jî dihatin blokekirin. Ji ber vê me nikaribû karê xwe bike, bi tu saziyan re danûstendinêb ike. Karên me yên herî biçûk jî dihatin astengkirin. Em tim û tim bi qeyûmekî fiîlî re rû bi rû diman. Tu saziyeke fermî nedixwest pêwendiyê bi me re deyne. Ji bo em ji derheqê vê yekê derkevin, em û gel bi hev re xebitîn. Deynên me pir bûn, lê piştî wextekê me guh neda van deynan." Her wiha Nergîz, da zanîn ku piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, xebatên şaredariyê tim û tim dihatin astengkirin û got, projeyên wan hemû nîvco mane.
WÊ SERÎ LI DADGEHA ÎDARÎ BIDE
Nergîz, destnîşan kir ku ji ber bi awayekî bêhiqûqî hatine binçavkirin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn dane û ji ber ku qeyûm tayînî şûna wan hatiye kirin jî wê serî li Dadgeha Îdarî bidin.
MA / Arjîn Dîlek Oncel