AMED - Dr. Sharo Garîp, bal kişand ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara Yekîtiya Neteweyî ya Kurd û got: "Li Kurdistanê divê aştiyeke navxweyî çê bibe. Siyasetmedar, çapemenî û rewşenbîrên kurdan divê ji dêvla siyasetke pevçûnî li gor siyaseteke lihevkirinê tev bigerin."
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji her wextî bêtir yekîtiya neteweyî ya kurdan di rojevê de cihê xwe girt. Wê ji Tirkiyeyê 70 nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên kurdan di 5'ê Kanûnê de ji bo mijara "Yekîtiya Netweyî" li hev kom bibin. Hîndekarê Beşa Xebatên Rojhilata Navîn a Zanîngeha Koln a Almanyayê Dr. Sharo Garîp, êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û mijara Yekîtiya Neteweyî ya Kurd nirxand.
‘TIRKIYE DIXWAZE DESTKEFTIYÊN KURDAN HEMÛYAN SEROBINO BIKE'
Dr. Garîp, destnîşan kir ku niha li Kurdistanê statuya kurdan tê astengkirin û got, di şer de armanc ew e ku cihên tên dagirkirin ji mirovan bên xalîkirin û demografî bê guherandin. Garîp, anî ziman ku Tirkiyeyê jî dixwaze bi her awayî destkeftiyên kurdan serobino bike.
Dr. Garîp, destnîşan kir ku tişta niha tê kirin bi temamî ji bi têkşikandina enerjî, yekîtî û astengkirina sînerjiya kurda ye. Garîp, got: "Dewlet, bi kurdan re li dor maseyekê rûnişt, qenaleke kurdî vekir, li zanîngehan beşên kurdî vekirin. Yanî bi vî awayî hindik be jî bîrdoziya fermî ya dewletê şikestibû. Lê belê dewletê tawîzên dan hemû paş ve stendin, serobino kirin û vegeriya polîtîkayên xwe yên berê. Her wiha kurda jî di serdema aştiyê de gotin 'Tirkiyebûn' û bi vî awayî ew jî hinekî şikestin. Lê belê kurdan siyaseteke ku karibin tawîzên hatin dayîn dîsa bigirin pêş nexistin. Ev siyaset li cem kurdan dibe sedema hin şaşî û xetayan."
‘EV MESELE, MESELEYA KURD Û KURDISTANÊ YE'
Garîp, destnîşan kir ku di vê felaketa ku li Kurdistanê pêk tê, para rewşenbîr û siyasetmedarên kurd jî heye û got, meseleya kurd dîsa ji hêla kurdan ve hatiye şolîkirin. Garîp, got: "A rast divê navê meseleya tayînkirina qeyûman, meseleya dagirkirina Rojava, Kerkûkê rast bê danîn. Ev mesele, meseleya kurd û Kurdistanê ye. A rast kurd ji serdema Kobanî, Efrîn û Kerkûkê ve xwedî ruhekî yekîtiyê ne, lê mixabin ev yek di siyaaseta kurd de xwe neda der. Tifaq, ne bi CHP û Stenbolê, ne bi Enqere û Bexdayê re, divê pêşî bi AMed, Erbîl, Mahabad û Kobaniyê re bê kirin."
‘AŞTIYA NAVXWEYÎ'
Garîp, destnîşan kir ku ji bo vê jî pêşî divê kurd pirsgirêkên xwe yên navxweyî hel bikin û got: "Li Kurdistanê divê aştiya navxweyî pêk bê. Siyasetmedar, çapemenî û rewşenbîrên kurdan divê ji dêvla siyasetke pevçûnî li gor siyaseteke lihevkirinê tev bigerin. Helbet ji bo pêkanîna vê yekê şert û merc hene û mecbûr in konsensusekê çê bikin. Bi sedan sal e li Kurdistanê peymaneke civakiyî pêk nehatiye. Helbet ev peymana civakiyî û zemîna yekîtiyê li dor rêgez û sembolên partiyan pêk nayê. Mesela; alaya Kurdistanê, ziman, sirûda neteweyî hwd. Li dor sembolên bi vî rengî yekîtiya neteweyî, çêkirina aştiya navxweyî ne zor e. Ev peymanên civakiyî li ser esasê feragatê pêk tên."
‘HER KES DIVÊ BI BERPIRSIYARÎ TEV BIGERE'
Dr. Gaîp, destnîşan kir ku wê rojên zor û zehmet derkevin pêşberî kurdan û divê kurd ji bo vê yekê amade bin û got, loma divê di vî warî de her kes bi berpirsiyarî tev bigere.
Garîp, anî ziman ku li ber yekîtiya kurdan astengiyên wekî kembera erebî û kembera tirkî hene û got: "Li hemberî vê Başûr û Rojava jî dikarin bi kembereke kurdî bersivê bidin, yanî dikarin dewriyeyên hevpar bikin."
Dr. Garîp, destnîşan kir ku divê mijara yekîtiya neteweyî tim û tim di rojeva kurdan debe û got, di vî warî de mîsyoneke mezin dikeve ser milê rewşenbîrên kurdan.