WAN – Li Wanê di serdegirtina malan de 20 ciwan hatin binçavkirin.
Li Wanê polîsan serê sibê bi ser malan de girt, deriyên malan şikandin û ketin hundirên malan lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtinan de hat ragihandin 20 ciwan hatine binçakirin û wan birin Miduriyeta Polîsan a Wanê. Hêncetê binçavkirinê nehat zanîn û tê goti dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.