STENBOL – Danişîna doza rojnameger Îsmînaz Temel û Havva Cûştan û parêzeran hat taloqkirin.
Danişîna doza Midura Ajansa Nûçeya ya Etkîn (ETHA) Îsmînaz Temel û nuçegihan Havva Cûştan û parêzer Sezîn Ûçar, Ozlem Gumuştaş, Gulhan Kaya û Alî Haydar Dogan di nav de 23 kesên bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirine Li 27’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin.
Rojnameger Temel û Cûştan beşdarî danişînê nebûn û hin bersûcên negirtî tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir. “Şahidê nepen” jî bi rêya dîmen beşdarî danişînê bû.
Parêzeran xwest “şahidê nepen” bi nasnameya eşkere îfade bide. Dadger daxwaza parêzeran red kir.
Parêzeran ji “şahidê nepen” pirs kir û li ber pirsên parêzeran bêdeng ma û mafê xwe yê bêdengiyê bikar anî.
Piştî parastin û daxwazên parêzeran dadgehê danişînê taloqî 13’ê adara 2020’an kir.