NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyê Amerîkayê James Edward Steidel (59) ku bi salan di NATO'yê de bijîjkî kiriye û teqawît bûye, li mala xwe ya navçeya Konakê mirî hat dîtin.
Welatiyê Amerîkayê James Edward Steidel (59) ku bi salan di NATO'yê de bijîjkî kiriye û teqawît bûye, li mala xwe ya navçeya Konakê ya Îzmîrê mirî hat dîtin. Ji bo hinbûna sedema mirina wî cenazeyê Stediel ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Di 11'ê Mijdarê de sîxurekî berê yê îstixbarata Îngilistanê efser James Gustaf Edward Le Mesurier, li hewşa mala xwe ya navçeya Beyoglû ya Stenbolê mirî hatibû dîtin.