HATAY - Casim Ozan Çelîk, li navçeya Îskenderun a Hatayê kezap avêt ruyê Berfîn Ozek û ruyê wê şewitandibû. Li gorî rapora BAroya Krîmînal a Neteweyî jî hat piştrastkirin ku Çeltik asît avêtiye ruyê Berfîn Ozekê. Parêzera Berfîn, Mehtap Sert diyar kir ku rapora Kriminal ji bo wan bû danyek din ku bersûc suc kiriye.
Di 15'ê Çile de li Navçeya Îskenderûn a Hatayê Casim Ozan Çelîk, kezap avêtibû ruyê Berfîn Ozek û ruyê wê şiwatandibû. Piştî bûyerê Casim Ozan Çeltîk hat girtin û niha bi sucdariya "Bi kuştina zanebûn" li 1’emin Dadgeha Cezayên Giran a Îkenderûnê tê darizandin. Danişîna doza Casim Ozan Çelîk îro dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îskenderûn a Hatayê bê dîtin. Li gorî rapora Baroya Kriminal a Neteweyî jî hat piştrastkirin ku Çeltik asît avêtiye ruyê Berfîn Ozekê. Parêzera Berfîn, Mehtap Sert diyar kir ku rapora Kriminal ji bo wan bû danyek din ku bersûc suc kiriye. Sert anî ziman ku dê 3'emîn danişîn bê ditin û got: "Di danişîna bere de me xwest dîmenên kamera bên analîzkirin. Ji ber kum di serê bersûc de bû, me rû eşqaşê wî tespît nekir. Lê li gorî daneyên Baroya Kriminal a Neteweyî şiklê anatomik û bersûc dişibin hev. Ev rapor li dosyayê zêde kirin. Sînyalên tetelfonê û dîmenên mobese jî piştrast dise. Di vê rûniştina dozê de dê karên usulî temam bibin. Rapora Kriminalê daneyek din xist destê me."
MA / Hamdullah Kesen