STENBOL - Li Stenbolê, Koordînatora Şefkat Der ku ji bo derdora 8 hezar kesên bêmal xebatê bi rêve dibe Eda Ayyildiz, diyar kir ku divê dewlet ji bo kesên bêmal çareseriyan pêş bixe û got: “Her kes dikare ji bo kesên bêmal tiştekê bike. Divê em li hemberî mirovên li kolana dimînin bi hestiyar tevbigerin.”
Ji ber rewşên aborî, civakî û faktorên polîtîk li tevahiya cînahê jin û zarok jî di navde gelek kes bêmal dimînin û li kolanan dijîn. Li Tirkiyeyê jî, ji ber pirsgirêkên cuda kesên li kolanan dijîn pir zêde ne. Bi taybetî piştî polîtîkayên aboriyê yên sala 1980’iyan û di sala 1990’an de jî, ji ber valekirinên gundan, xizantî û bêkariyê hejmara kesên bêmal zêdetir bûn.
Li gorî danayên xebatên têkildarî vê mijarê hatin kirin, li tevahiya Tirkiyeyê, 35 hezar kesên bêmal hene. Dema ku “kesên bêmal ên veşartî” jî li vê hejmarê zêde dibin, ev hejmar dibe 50 hezar. Pirsgirêkên kesên bêmal herî zede li Stenbol, Enqere, Îzmîr, Kocaelî, Bûrsa û Antalya tên jiyîn. Li gorî vê tenê li Stenbolê 8 hezar kesên bêmal hene. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kesên bêmal, dewlet peywira xwe bi cih nayîne û şaredarî jî, tenê ji bo demekê kesên bêmal li salonên sporê kom dike û heya demekê xizmeta wan dike.
'DIVÊ MIROV JI ÇIRAVÊ BÊN DERXISTIN’
Yek ji rêxistinên piştgiriya kesên bêmal dike Komeleya Şefa Der e. Ev komele li Stenbolê, bi derfetên xwe yên kêm piştgiriya 350 kesên bêmal dike û hewl dide vê piştgiriya xwe zêdetir bike.
Koodînatora Komeleyê ya Stenbolê Eda Ayyildiz, diyar kir ku bi hezaran mirov li kolanan di nava şert û mercên xerab de dijîn û wiha axivî: “Em hewl didin alîkariyê bidin hemû kesên mexdûr. Malên me têrê nakin. Ji bo pêşeroja van kesên li malên me dijîn, em dixwazin gav bavêjin. Bi taybetî ji bo jin û zarokan em dixwazin derfetên kar pêş bixin. Em bi van daxwazan serî li şeredariyan didin. Ev tim di rojeva me dene. Ji bo kesên bêmal û bêkes hêzek mezin a aboriyê pêwîste. Ji berê peywirek mezin dikeve ser milê dewletê. Divê em karibin van mirovan ji çiravê derbixin û karibin di şertên baş de debara xwe bikin.”
'HER KES DIKARE TIŞTEKÊ BIKE’
Ayyildiz, anî ziman ku her kes dikare tiştekê ji bo van mirovan bike û wiha got: “Ji kerema xwe re bila her kes dest bide jiyana hev. Li jiyana kesekê mêze kirin, wê hemû neyîniyan ji holê rabike. Divê em li hemberî mirovên li kolanan dijîn bi hestiyar û biwijdanî tevbigerin. Her kes dikare tiştekê bike.”
'ZIVISTANÊ PIR SARE’
Ferît Ozcan Muşkul ê 54 salî yê bi malbata xwe re pirsgirêk jiyîn û ji jiyanê xeyîdî, bal kişand ser piştgiriya Komeleya Şefkatê û wiha got: “Pirsgirêka min a derve mayînê nemaye. Zivîstanê pir sare. Niha ez dikarin sê dan xwarin bixwim. Ji bo mirovên mîna me ev kerekê pir başe. Ez dixwazim êdî emekdar bibim. Ji ber ku li kolan dijîm, min nekarî 8 salan prîmê emekdariya xwe bidim. Ger ez ji bo xwe karekê bibînim, ezê karibim dinava salê de emekdar bibim.”
'ÊDÎ CIHEKÊ KU LÊ BIMÎNIM HEYE’
Jina bi navê Aden Luccy (25) ya ji ber pirsgirêkên edlî ji welatê xwe Kenyayê di sala 2012’an de hat Tirkiyeyê, bi salan eli kolan dijî. Aden Luccy, diyar kir ku piştî salên dirêj wê dibin banê komeleyê de cihek ji bo xwe dît û got: “Ji ber ku jiyaneke min a xerabtir tuneye, ez keyfxweşim.”
'EM KÊM DITÎN Û QEWIRANDIN’
Salih Yilmaz ê 52 salî jî, da zanîn ku ev 8 mehin li komeliyê û wiha axivî: “Ez tiryakê alkolê bûm. Min tedawî dît. Divê mirov ji nişkave malbata xwe terk neke. Mirov di nava bajarên mezin de winda dibin. Em kêm hatin dîtin û qewirandin. Ji kerema xwe re bila mirov baş nêzî hev bibin. Divê ku em ji bîr nekin ku hemû kes mirovin.”
'EZ ROJÊN ZOR DERBAS DIKIM’
Mevlut Kartal (31) jî, dest nîşan kir k udi 5 salên dawî de di karên şevînî de xebitî û wiha got: “Ez bi nexweşiya ur-rûviyan ketim. Ji ber vê min nekarî bixebitim. Ez niha têm dermankirin. Bi navbeynkariya komeleyê ez tedawî dibim. Ez rojên zor û zehmet dijîm. Lê qet nebe cihekê ku lê bimînim heye.”
MA / Mehmet Halît Çetînbaş