STENBOL - Bi deh hezaran jin bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Tunela Taksimê kom bûn û li Kolana Îstîklalê meşiyan. Jinan bi yek dengî gotin “Em êdî tehamul nakin ku yek kes jî ji me kêm bibe. Jinan piştî daxuyanî dan û xwestin bimeşin rastî mudaxaleya polîsan hatin.
Bi deh hezaran jin, di pêşengiya Platforma Jinan a Stenbolê de bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Ser Jinan li Qada Tunela Taksîmê kom bûn û meşiyan Kolana Îstîskalê.
Bi deh hezaran jin di meşê de dirûşmeyên “Ne Jinan, kuştina jinan asteng bikin", “Ne ji bo şer ji bo stargehan butçe" û “Jin bi hevre bi hevre bi hêz in", “Mêr lê dide, dewlet diparêze" û “Cînayetên Jinan Polîtîk e" berz kirin. Jin ji destpêka kom bûn heta dawiya meşê bê navber dirûşm berz kirin û xwestin kuştina jinan bi dawî bibe. Jin piştî Gihiştin Hevraza Kumbaraci li vir daxuyanî dan. Jinan bi Kurdî û Tirkî daxuyanî dan. Daxuyaniya Kurdî Şenay Kumuz, daxuyaniya Tirkî jî Îrem Gerkuş xwend.
Jinan di daxuyaniyê de pankart û dowîzên navê jinên hatine kuştin vekirin. Jinan diyar kirin ku her roj jin tên kuştin û wiha hat gotin: "Jin ji ber ku her roj dixwaze dest ji mêr berde û ji bo dibêjin "Na" tên kuştin. Ji ber ku her Roj Peymana Îstanbul û xala 6284'an nayê sepandin jin tên kuştin."
PIŞTÎ DAXUYANIYÊ MUDAXALEYÎ MEŞÊ KIRIN
Jinan piştî daxuyani dan xwestin meşa xwe ya Kolana Îstîklalê berdewam bikin. Vê varê polîsan pêşiya jinan birî û destûr nedan jin bimeşin. Piştî jinan di meşê de israr kir, polîsan jî bi guleyên plastîk û fîşekên gazê mudaxeleyî jinan kirin. Jinan jî bi dirûşmeyan bertekên xwe yên li dijî êrîşa polîsan anîn ziman.