MÊRDÎN - Di doza Nisîbênê ku 17 jê zarok 70 kes girtî tên darizandin de heta niha 22 girtî rastî cezayên giran ên girtîgehê hatin. Danişîna wan ji hev hat qutkirin û niha yek bi yek li salonê tên darizandin. Têkildari danişîna dozê Parêzera girtiyan Rengîn Ergul, diyar kir ku helwest û parastina girtiyan dê di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigirin û wiha got: "Ji jiyana xwe ya di metrekareyan de hatiye bi sinorkirin peyamen pir girîng didin me.
Di qedexekirina kolanên Nisêbîna Mêrdînê de, di 26'ê Gulana 2016'an de 17 jê zarok 70 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Darizandina 70 kesan piştî danişina 2'yemîn ji hev hatin cûdakirin û biryar hatibû dayîn ku yek bi yek bên darizandin. Danişîna dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê berdewam dike. Di her dosya girtiyeki de 69 muxdûr û 756 muştekî cih digire. Di danişinên heta niha hat dîtin de 22 girtî rastî ceza hatin.
Girtî Yasemin Erkol rastî 10 sal, Ozgur Sevim rastî cezayê muebeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamît Acur û Akar Îkbal rastî cezayê muebeta giran û 15 sal, Sadik Tan, Bayram Sevgîn û Hatip Oyman rastî cezayê muebeta giran û 18 sal, Ercan Dolaşir rastî cezayê muebeta giran û 10 sal, Erkan Benlî rastî cezayê muebeta giran û 20 sal û 3 meh, Baver Başar jî rastî cezayê muebeta giran û 19 sal cezayê girtîgehê hatin. Ji girtiyan ên temenê wan zarok Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kîlkaya û Dilan Aslan jî her yek rastî 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatin. Dîsa li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê Huseyin Bag rastî 11 sal, Zehra Kaya rastî 18 sal, Fatma Aslan rastî 21 sal û 7 meh cezayê girtîgehê hatin. Ji girtiyan Medya Çinar û Siraç Yuksek, di çalakiyên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anibûn û tecrîd protesto kiribûn.
Di 4'ê miijdarê de Solîstê Koma Sê Bira Erkan Benlî, 12 roj cezayê hucreyê lê hat birîn. Benli di dema ji bo danişînê ji Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê anîn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê de, hevdîtina telefonê pêk anîbû û bi vê hincetê ceza li Benli hat birîn. Benli ji ber ku bi kesekê ku berî navê wî nedaye rêveberiya girtîgehê re axiviye, ev ceza lê hatiye birîn. Benlî, di 16’ê Cotmehê de bi îdîaya “Yekgirtina Dewletê û Hevgirtina Welat xerab kirinê” cezayê muebeta giran lê hatibû birîn.
Di 12'ê Cotmehê de piştî danişîna duyemîn darizandina wan a bi komî betal kirin û biryar dan yek bi yek bên darizandin. Di danişînê de, Şukru Aybek, Hatîp Oyman, Bayram Sevgîn û Ercan Dolaşir hatin darizandin û biryara cezakirinê derbarê wan de hat dayîn. Dadgehê cezayê muebetê li Ercan Dolaşir birî û di heman demê de bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştinê” jî 10 sal cezayê girtîgê dayê Li Beyram Sevgîn û Hatîp Oyman yên girtî jî cezayê muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat birîn. Ji Şukru Aybek re jî, cezayê muebetê hat dayîn. Aybek ji ber dema hat girtin temenê wî dibin 18 saliyê re bû, cezayê wî daxistin 35 sal û 10 mehan.
Di 30'ê Îlonê de dadgehê li 5 zarokan serê kesekî 35 sal ceza hat birîn. Dadgehê li Hêja Algan, Emre Topçûoglû, Baran Eman, Çeçan Kîlkaya û Dîlan Aslan ên teme wan kêmî 18 salî ji bo her yekî-ê 35 sal ceza birîn.
23 Îlonê de Girtî Mahsûm Çay diyar kir ku li Girtîgeha Osmaniyeyê tim tên îşkencekirin. Çay, îfadeyên li ser wî hatiye dayîn red kir û got: "Tiştekî wiha tune ye. Ew îfade ne rast in. Ez wan kesan nas nakim. Ez van îfadeyan qebûl nakim. Temenê min biçûk e, lê we min jî bi kesên ji min mezintir re darizand. Mutaalayê qebûl nakim. Li Girtîgeha Osmaniyeyê ez îşkence kirim. Gava min anîn vira jî ez îşkence kirim. Hîn jî şopên îşkenceyê li ser canê min in."
Girtî Osman Bozkûrt jî got: "Ji xwe ev îdianame, îdianameyeke xeyalî ye. Ez ê çawa di heman wextî de li 6 cihan bim? Ev dûrî aqilan e. Me bi dosyayeyek xeyalî didarizînin. Hin kesên wan nas nakim îfade li ser min dane. Îfadeyên hatine girtin jî bi îşkenceyê hatine girtin. Wê niha ji ber van îfadeyan ceza bê birîn. Loma divê em û van kesên îfade dane bên cem hev û paşê divê dageh biryara xwe bide. Heyetê cezayê muebeta giran û 15 sal ceza li Bozkûrt, birî. Bozkûrt dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kir, lê leşkeran devê wî girt. Bozkûrt dîsa jî dirûşme berz kir. Leşkeran dîsa êrîşî Bozkûrt kir û wî bi erdê ve kişandin. dadgehê cezayê muebeta giran û 15 sal li Hamît Acûr jî birî.
Di 5'ê Nîsanê de dadgehê biryara ji hev cihêkirina dosyeyan dan. Zarokên girtî ji ber grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin, beşdarî danişînê nebûn.
Di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiya jin Medya Çinar li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî. Medya Çinar ji doza Nisêbînê tê darizandin û ji bo tevlêbûna danişînê, ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê anîne Mêrdînê. Çinar di saetên serê sibê de çalakî pêk anîye û dawî li jiyana xwe anîye.
Ji parêzerên dosyayê Rengîn Ergul, der barê pêvajoya darizandinê de ji Ajansa Mezoptamya (MA) de axivî. Parêzer Rengîn, diyar kir ku di destpêkê de dema sivîl ji Navçeya Nisêbînê hatin tahliyekirin, kesên hatin binçavkrin û girtin di dîmenan de jî tê dîtin tev sivîl û bê çek in. Ev bi belgeyan sabît e. Lê di darizandinê ji hemû bûyerên Nisêbînê berpirsiyar hatin dîtin û rastî îşkenceyê hatinb Bi îşkenceyê êfadeyên wan girtin. Di nûçeyên çapemeniyê de wekî “terorist” hatin pênasekirin û neheqî li wan kirin. Kêm xistin. Dadgeha Mafên Mirovan (DMME), diyar dike ku medya û rayedarên dewletê bi vî rengî mudaxale dikin li dijî mafê darizandina hakkaniyetê ye. Tê diyar kirin ku mafê darizandinê tê îhlalkirin. Lê der barê sivîlên ku zarok û mesin di navde ne medya neteweyî nûçeyên reşkirinê weşandin. Bê daraz înfaz kirin. Darizandin li dijî hiqûq û heqaniyetê hat kirin."
Ergul, anî ziman ku kesên hatin darizandin di bin îşkenceyê de û bi zorê êfadeya wan hatiye girtin û wiha got: "Kesê der barê wan de êfade daye û kesê der barê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê û yên Peyasê yên HDP’ê de dane heman kes in. Di wêneyê li midûriyeta polîsan de hatiye kişandin, li ruyê wan ekimoz hene. Lê dema nû hatin binçavkirin li ser ruyê wan birîn tune ne. Ev jî nîşan dide ku îşkence li wan hatiye kirin. Serdozgriya Komarê ya Nisêbînê di bin îşkenceya li qereqolê de di bin çavan de lêpirsîn daye destpêkirin. Tenê kesek îşkence lê nehatiye kirin ew jî kesa der barê Hevşaredarên Amed û Peyasê yên HDP’ê de îfade daye û bûye sedena girtina wan. Dema em li dozyayê dinerin, hemû darizandin û îfade di bin îşkenceyê de hatiye kirin. Li gel kesên tên darizandin ev îfade red kirine û diyar kirine ku di bin îşkenceyêde ev êfade dane jî dîsa wekî delîl li dosyayê hatiye zêdekirin. 2 lêpirsînên ku Serdozgerê Komarê yê Nisêbînê vekirine hene. Lê wekî parêzer dema em diçin dosya di nava tozê de ye. Bi awayekî keyfî hatiye vekirin. Lêpirsîn di Gulana 2016'an de hatiye vekirin û der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye dayîn. 2 salin hêj me dosyaya lêpirsinê lêkolîn nekiriye "
Hemu yekîneyên dewletê an delîlan reş dikin an jî li gorî tê xwestin lêpirsînê nadin destpêkirin û "mafê nedîtina îşkenceyê" îhal dikin. Dîsa îfadeyên li midûryeta polîsan hatin stendin, li dijî hiqûqê ne. Me xwestin ew îfadeyên dibin çavan de ji dosyayê bên derxistin, lê daxwaza me red kirin. Bi îdîaya hemû delîlên Lêpirsîna Reveberiya Xweser a Nisêbênê kom kirine îro dest bi cezayan kirin. Lê der barê dosyaya ku girtî rastî îşkenceyêhatine tu pêşketin tune ye. Hêj dosya di nava tozê de ne."
Di darizandina li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê de "Mafê nedîtina îşkenceyê," "Mafê parastina hakkaniyetê", "mafê masumiyetê", "mafê darizandina zelal" û "Azadiya kes û ewlehiya kes" hat îhalkirin.
Ji roja hatin binçavkirin heta dawî rastî îşkenceyê hatin. Dema ji girtîgehê anîn dadgehê û piştî dîsa birin girtîgehê rasti îşkenceyê hatin. Polîsan TEM'ê, li salonê tev li danişînê girtiyan bûn. Darişîna dozê bi tevlêbûna polîs û eskeran pêk hat. Destûr nedan ku malbat tev li danişînê bibin. Di darizandina 3.5 salan de tu carî sedema girtinê nehat şênberkirin.
17 jê zarok 70 kesên tên darizandin, dozger azadiya wan kir hedef, tu carî mutalaaya girtinê nenivîsî. Di biryara cudakirinê de Serokê dadgehê bêyî ji parêzeran bipirse biryar da. Di encamê de bi awayekî li dijî hiqûqê darizandin bi dawî kirin. Cezayên giran ê muebetê dan girtiyan. Biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) ya qedexeya îşkenceyê hatiye îhlalkirin. Helwest û parastina girtiyan dê di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigirin. Ji jiyana xwe ya di metrekareyan de hatiye bi sinorkirin peyamen pir girîng didin me.
Daxwaza xweseriyê, daxwaza komên çandî yên der barê xwe de biryara ku karibe bibe kirdeya pevajoya aborî, çandî, siyasî ye. Ji ber vê yekê rêveberiya xweserî ne îdarî ye, pêkanîna siyasî ya navendî adem-î ye. Ji ber ve yekê kesekî azad û wekhev xwedi maf e ku vê daxwaza xwe bîne ziman û ev daxwaz rewa ye.
Di danişînê de bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê di girtîgehê de dest bi grevê kirin. Xwestin Dewleta Komara Tirkiyeyê li gorî zagonên xwe tev bigere. Gotin tecrîdkirina li ser Abdullah Ocalan li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Qanûna Înfazê ye. Kurd li her qadê têkoşîna radîkal a demokrasiyê didin. Girtiyen ji dosya Nisêbinê tên darizandin, peyamek girîng dan me. Bi parastina wan û helwesta wan, helwesta ku di têkoşînıa Azadiya Kurdan de bibe dirok e."
MA / Ahmet Kanbal