* Mehmet Ocalan, xwest tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û got: "Heger pirsgirêka kurd hel nebe, li Rojhilata Navîn wê tu kes nikaribe bi rihetî bêhnê bistîne. Ev pirsgirêk li Rojhilata Navîn mifte ye. Ev mifte jî di destê Ocalan de ye. Ocalan, li Îmraliyê pira gelan e."
* Di doza Nisîbênê ku 17 jê zarok 70 kes girtî tên darizandin de heta niha 22 girtî rastî cezayên giran ên girtîgehê hatin. Danişîna wan ji hev hat qutkirin û niha yek bi yek li salonê tên darizandin. Têkildari danişîna dozê Parêzera girtiyan Rengîn Ergul, diyar kir ku helwest û parastina girtiyan dê di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigirin û wiha got: "Ji jiyana xwe ya di metrekareyan de hatiye bi sinorkirin peyamen pir girîng didin me.
* Li gorî jinên xwendekarên zanîngehê sedema zêdebûna şideta li ser jinê, polîtîkaya "bêcezatiyê ye" û xwestin dawî li vê polîtîkayê bê.
* Amediyan bangawaziya HDP'ê ya ji bo hilbijartina pêşwext nirxand û gotin, krîza aborî heye, hilbijartina pêşwext şert e.
* Li Tirkiyeyê 3 milyon û 614 hezar sûriyeyî dimînin. Ji vana tenê destûra 31 hezar û 185 kesî heye ku bixebitin. Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Ercument Akdenîz, anî ziman ku ji bo karkerên penaber karibin destûra xebatê bigirin, divê 8 salan wekî "koleyên modêrn" bixebitin û serê xwe li ber patrona bitewînin û aktivîsta mafên penaberan Nûrgul Elçîk jî, diyar kir ku nexasim jî penaberên jin wekî "kirdeyeke pasîf" tên dîtin.
* DMME'yê ji bo dosyeya "Doza Çapemeniyê ya KCK"ê got, "rêya serlêdanê ya ji bo AYM'ê nexitimiye" û serlêdan red kir. Parêzerê dosyeyê Ozcan Kiliç, got: "Li pişt vê biryarê sedemeke siyasî heye."
* Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê û Berpirsiyarê Karên Derve Hişyar Ozsoy, dê li avahiya HDP'ê ya Peyasê têkildarî polîtikayên derve daxuyaniyê bide çapemeniyê. (10.00)
* Komeleya Xebatkarên Hiqûq û Medya (MLSA), dê bi piştgiriya Vakfa Friedrich Naumann û Azadî, di malovaniya Akademîya TGS'ê de bi ser navê “Di demên zor de nûçegîhaniya aboriyê" li akademiya TGS'ê semînerê pêk bînin. (10.30)
* Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, dê rapora salekê ya tundiya li dijî jinê ya Herêmê li avahiya komeleyê bi civîna çapemeniyê aşkere bike. (10.30)
* Navenda Şêwirmendî û Mafê Jinan a Baroya Amedê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Salona Konferansê ya Tahir Elçî civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)
* Navenda Mafên Jinan a Baroya Stenbolê û Konseya Bajar a Şîşliyê dê li Navenda Çanda Bajar a Cemil Candaş têkildarî 25'ê mijdarê bernameyekê pêk bînin. (10.30-17.00)
* Li Navçeya Cizîr, Qoserê, Edene, Mêrsîn, Hatay, Wan û gelek navendên din jin dê di çarçoveya 25'ê mijdarê de dê meş bên li dar xistin. (13.00)
* Komeleya Jinan a Roza, dê di çarçoveya 25'ê mijdarê de li Ofisê kom bibin û heta Qada Îstasyonê bimeşin. (16.00)
* Platforma Jinan a Dersimê di çarçoveya 25'ê Mijdarê de dê li Qada Seyit Rıza civîna çapemeniyê li dar bixin. (17.00)
* Platforma Jinan a Enqereyê dê di çarçoveya 25'ê mijdarê de li Kolana Sakarya daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)
* Jin dê bi minasebeta 25'ê mijdarê li Qada Tunela Beyoglu ya Stenbolê kom bibin û meşek girseyî pêk bînin. (19.00)