STENBOL - Walîtiya Stenbolê çalakiya ku jin sibê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Tunela Taksîmê pêk bînin, qedexe kir.
Walîtiya Stenbolê, bi daxuyaniyekê diyar kir ku çalakiya ku jin sibê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Tunela Taksîmê pêk bînin, hatiye qedexekirin. Li Tirkiye û Cîhanê gelek nûner û rêxistinên jinan dê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Piştevanî û Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya Li Ser Jinan li Tunela li gelekqadan dakevin kolanan û daxwazên xwe bînin ziman. Jin dê li qadan balê bikişînin ser mafên xwe û bixwazin tundiya li ser jinan bi dawi bibe. Di vê pêvajoya ku jin amadekariya sibê dikin de, Jinên Stenbolî jî amadekarî kirin ku sibê li Qada Tunela Beyoglu ya Stenbolê meşek girseyî li dar bixin. Beriya ku jin sibê çalakiyeê pêk bînin Walîtiya Stenbolê çalakî li jinan qedexe kir.