DÎLOK - Ji 54 HDP’î û DBP’iyên di 14’ê Mijdarê de li bajêr hatin binçavkirin 25 jê hatin girtin.
8 kesên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê, di serdegirtinên 14’ê Mijdarê de hatin binçavkirin 10 roj şûnde sewqî edliyê hatin kirin. Ramazan Kûas, Muslum Ozkan, Sûltan Ozalp, Cûma Alî Taşçi, Servet Bayram, Azîme Balî, Halîl Kiliç û Diyar Bayram piştî îfade dan dozger sewqî dadgehê hatin kirin. 7 kesên derketin dadgehê bi şertê kontra edlî hatin berdan û Diyar Bayram hat girtin.
Bayram ê hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê.
25 KES HATIN GIRTIN
Walîtiya Dîlokê jî, derbarê girtin û binçavkirinan de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye: “Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Bajêr jî di nav de bi giştî 57 şikbar di operasyona hem wext a 14’ê Mijdarê de hatin binçavkirin. 29 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan û 25 kesên hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên bajêr û navçeyan jî di nav de hatin girtin.”