STENBOL - Berpirsiyar û Mudura Karên Nivîsê ya Ajansa Jin Newsê Safiya Alagaş, xelata li ser navê rojnamger Marîa Grazî Cutulî ya Afganîstanî ku di êrîşa El Kaîdeyê de hat kuştin, girt. Alagaş di merasimê de go: "Em ê bi pênûsa jinê nivîsandina rastiyan bidomînin."
Xelatên Rojnamegeriyê ku li ser navê nûçegîhana Crrîere Della Sera Marîa Grazîa Cutulî ya Afganîstanî ku di êrîşa El Kaîdeyê de hat kuştin, gîhaştin xwediyên xwe. Merasîma xelatdayînê li bajarê ku gora Marîa lê ye li bajarê Santa Venerîna yê Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê li salona şaredariyê ya şanoyê hat lidarxistin. Rojnamegeran Beriya Merasîmê gora Marîa ziyaret kirin û kulîk danîn ser gora wê. Piştî wê kesên çûn serdana gorê vegeriyan salona merasîmê. Di merasimê de Cîgira Wezîrê Karên Parastina Derve yê Îtalyayê Marîna Seren, Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Corrîere Della Sera Antonio Ferrrarî, Nûnera Rêxistina Efûyê ya Îtalyayê Chîara Dî Marîa, Şardarê Santa venerînayê Salvatore Greco û ji malbata Marîayê jî Sabîna Cutulî amade bûn. Di erasîmê de sînvevîzyona li ser jiyana Marîayê dan pêşandan û xelat dan. Xelata yekemîn rojnamegera Îtalî Mara Belîngrerî yê li ser Rojhilata Navîn lêkolînê dike girt. Marta ya xelat girt got: "Çi dibe bila bibe divê rastî bên nivîsandin."
'JI BER EM RASTIYAN DINIVÎSIN EM TÊN BINÇAVKIRIN Û GIRTIN'
Piştre ji Berpirsiyar û Mudura Karên Nivîsê ya Ajansa Jin News'ê Safiya Alagaş xelat girt. Alagaş xelata xwe ji Cîgira Wezîrê Karên Derve yê Parastina Îtalyayê Marîna Seren girt. Safiye Alagaş piştî xelatê diyar kir ku li Tirkiyeyê di şert û mercên pir xirab de dixebitin û got: "Li gel vê em rojnamegertiyek rastyeqîn dikin. Lê ji ber ku em rastiyan dinivîsin rojnamegertî li me tê qedexekirin. Em tên binçavkirin û girtin û li me doz tên vekirin. Di hefteya borî de hempîşeyên me Melîke Aydin û Rûken Demîr hatin girtin."
'EM Ê BI PÊNÛSA JINÊ NIVÎSANDINÊ BIDOMÎNIN'
Safiye Alagaş, anî ziman ku paşerojeke bi hêz ya rojnamegeriyê ya jinên kurd heye û ev tişt got: "Rojnamegertiya Gurbetellî Erosoz a ku li Tirkieyê yekem Gerînendetiya Rojnameyekê kir esaz digirin .Gurbetellî Rêber û mamosteya me ye. Aliyên Gurbetellî û Marîa ku dişibhin hev hene. Wêrekiya wan dişibhe hev û şopandina wan a rastiyan dişibhe hev. Em jî wekî rojnamegerên jin ên kurd li pey heqîqetê ne. Li gel hemû zext û zoriyan em rojnamgertiya xwe berdewam dikin. Wê rastî di tariyê de nemînin û em ê van rastiyan bi pênûsa jinê binivîsin."