MÊRSÎN – Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, 30 girtî ji ber binpêkirinên mafan û muameleyên nebaş ji 12'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Girtiyan diyar kirin ku sedem midûrê girtîgehê ye û gotin, heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya wan bidome.
Li Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyeyê, 30 girtî ji ber binpêkirinên mafan û muameleyên nebaş ji 12'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Mehmet Selîm Suer, Mehmet Goz, Sabahattîn Karasû, Nevaz Sakçak, Suleyman Saçal, Candan Yen, Zenar Demîr, Abdûllah Ûçar, Kasim Balta, Sedat Karak, Adem Amaç, Mehmet Kazici, Mehmet Kilinç, Mîkaîl Pelît, Abdûllah Topaloglû, Mehmet Emîn Dal, Recep Yel, Akar Îkbal, Veysî Baltaş, Mehmet Îpek, Hasan Muhammet Îbîş, Yildirim Kiş, Baver Başaran û Halîl Îbrahîm Karataş, ragihandin ku heta daxwazên wan pêk neyên wê çalakiya wan bidome.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê, Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAYDER) û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) bi girtiyan re hevdîtin çê kirin û raporek amade kirn. Parêzerên van saziyan hevdîtin bi girtî Mehmet Îpek, Mehmet Kazici, Adem Amaç, Hasan Mûhammet Îbîş û Sedat Kara re çê kirin. Parêzeran destnîşan kir ku girtiyan gotiye, heger daxwazên wan neyên qebûlkirin wê dest bi rojiya mirinê bikin.
‘BIJÎŞK BI AWAYEKÎ NÎJADPERESTÎ Û FAŞÎZAN NÊZ DIBE'
Girtî Sedat Karak, diyar kir ku 50 kes di girtîgehê de ne û got, 20 girtiyên nexweş ne têde, 30 kes di greva birçîbûnê de ne. Karak, ragihand ku li girtîgehê pirsgirêka mezin ferzkirina jimariya şipyakî ye û ji ber vê ferzkirinê qebûl nakin gef li wan tên xwarin, heqaret li wan tên kirin, tên derbkirin û cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. Karak, anî ziman ku bijîşkê revîrê Fatîh Toz ji wan re gotiye, "Em dizanin we lid erve çi gû bela kiriye. Çi bi we tê bila bê. S..... bin herin." Her wiha Karak, ragihand ku muayeneya kelmçekirî li girtiyan tê ferzkirin û mafê wan ê tedawîkirinê tê astengkirin.
‘ÎNFAZ TÊN ŞEWITANDIN'
Karak, got: "Ji ber arbedeya 3 meh berê ku ji bo jimariya şipyakî qewimî bû, êdî her sibeh û her êvar zêdetirî 10 gardiyan bi kamerayan tên qawîşan. Ji ber em jimariyê şipyakî qebûl nakin, bi kamerayan dîmenan digirin û diçin. Paşê di girtekên amade dikin de derbarê me de lêpirsînên dîsîplînê dest pê dikin. 3-4 meh in derbarê her yekî ji me de nêzî 15 lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Tenê ê min, niha 3 heb cezayên min ên hevdîtinê hene. Dadgeriya Înfazê û Dadgeha Cezayê Giran van cezayan pesend dikin. Bi vî awayî tê xwestin înfaza me bê şewitandin. Bi van cezayên dîsîplînê çavê wan lê ye me bitepisînin.
JIMARIYA ŞIPYAKÎ
Me hevdîtin bi midûrê girtîgehê Hîdayet Mulayîm re çê kir. Mulayîm ji me re got, 'Heger hûn jimariya şipyakî qebûl bikin, hûn ê karibin sûdê ji aktîvîteyan hemûyan bigirin, hûn ê karibin mafên xwe bi kar bînin, ez ê lêpirsînên we yê dîsîplînî betal bikim.' 2 sal in tenê em karin sporê bikin. Em nikarin hevalên xwe yên li qawîşên din bibînin. Her wiha ne rojnameya Evrenselê ne jî ya Yenî Yaşamê, nadin me. Ji bo şermezarkirina van pêkanînan me dest bi greva birçîbûnê kir. Ji 14'ê Mijdarê ve em di greva birçîbûnêd e ne. Niha em 30 kes di greva briçîbûnê de ne. Tenê girtiyên nexweş û hevalên hindik maye înfaza wan biqede ne têde ne."
‘BERPIRSIYAR MIDÛR E'
Girtî Mehmet Îpek jî, destnîşan kir ku berpirsiyarê van pêkanînan hemûyan midûrê girtîgehê Hîdayet Mulayîm e û got, jimariya şipyakî cara ewilî di 8'ê Tebaxê de dest pê kiriye û ji ber ev ferzkirin qebûl nekirine hatine derbkirin. Îpek, diyar kir ku bijîşk rapora derbkirinê nedaye wan û bi muameleyeke xirab re rû bi rû mane. Îpek, got: "Nameyên me nadin me. Dest danîne ser radyoyên me. Beêdla îaşeyê tam nayê dayîn. Her roj lêpirsîn, qedexekirina hevdîtina vekirî, cezayê hucreyê tê birîn. Provakasyon tên kirin. Guh nadin giliyên me. Berpirsiyarê van pêkanînan hemûyan midûrê girtîgehê Hîdayet Mulayîm û Sergardiyan Olker e. Ev kes talîmatê didin. Heger daxwazên me yên greva birçîbûnê neyên qebûlkirin, em ê dest bi rojiya mirinê bikin. Divê heyetek bê girtîgehê. Ji bo daxwazên me yên ji bo rojname, sohbet hwd. jimariya li ser piyan tê ferzkirin. Daxwaza me ya sereke betalkirina vê jimariyê ye."
Girtî Adem Amaç jî, anî ziman ku li qawîla tê de ye 4 kes ji 14 Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ne. Amaç, destnîşan kir ku ji ber cezayê dîsîplînê li girtiyên siyasî hemûyan nêzî sal û nîvekê cezayê hevdîtina vekirî, cezayê hucreyê hatine birîn. Amaç, got: "Piştî greva birçîbûnê tenê roja ewil em kontrolkirin. Paşê bi tu awayş ji bo tenduristiyê kontrol nehatin kirin. Heta niha 12 caran emeliyat bûme û ji ber greva birçîbûnê tenduristiay min nebaş e. Lê belê girtîgehê wekî din tu çare nehişt. Em dixwazin ev bêhiqûqî ji holê bê rakirin."
‘BIJÎŞK HEQARETÊ DIKIN'
Girtî Mehmet Kazici jî destnîşan kir ku berpirsiyarî tev di stuyê midûrê girtîgehê Hîdayet Mulayîm de ye û got, ji zûvde ye aktîvîteyên wan ên cvakiyî tên binpêkirin. Kazici, diyar kir ku wan nabin revîrê û gava dibin jî bijîşkê girtîgehê Fatîh Toz diêje "ji xwe diyar e tu çî ye" û heqaretan li wan dike û guh nade pirsgirêkên wan.