AMED - Zarokên ku di Forûma Mafên Zarokan de axivîn, mafên xwe yên 54 xalî yên ku di Peymana Mafê Zarokan de cih digirin ji zarokan re vegotin.
Weqfa Piştgiriya Mirovavî û Koçê, bi munasebata 20'ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan, li Amedê Forûma Mafê Zarokan li dar xist. Li eywana ku forûm lê hat lidarxistin, dovîzên ku bi kurdî, zazakî û tirkî nivîsên "Temenê min biçûk mafê min mezin", "Zarok jiyan e jiyanê têk nebe" û "Ne li pîşesaziyê, li dibistanê bi çakûç, dixwazim bi pênûsê hebim" li ser wan nivîsandîbû hatin daleqandin. Di forûmê de 9 zarokan mafên xwe yên 54 xalî yên ku di Peymana Mafê Zarokan de cih digirin ji zarokên beşdar re vegotin.