STENBOL - Xwişka Hayrettîn Eren Îkbal Eren di çalakiya Şemiyê de destnîşan kir ku bavê wê 32 salan û dayika wê jî 39 salan li heviya kurê xwe Hayrettin Eren rawestiyan û ji bo dîtina wî têkoşiyan û wiha got: "Mixabin çavê dayika min jî û çavê bavê min jî vekirî man û koç kirin. Niha em li vir in. Çiqas asteng bikin jî dê nikaribin me astang bikin. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin."
Dayikên Şemiyê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 765’an de li Qada Galatasarayê xwestin kom bibin û balê bikişînin ser aqûbeta windayan. Dayikên Şemiyê carek din rastî astengiya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan destûr nedan ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê kom bibin, dayik li pêş avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê kom bûn. Kolana ÎHD'ê disa ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Dayikan di çalakiyê de dîsa tîşortên li ser wêneyê windayan heye li xwe kirin û aqûbeta windayan pirsîn. Dayikan di vê hefteyê de aqûbeta Hayrettîn Eren ê di 2'ê Îlona 1980'an de binçavkirin û windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Sebkla Arcan çîroka Hayrettin Eren xwend. Arcan, anî ziman ku windayan di civakê de birînên kûr vekiriye û wiha got: "Divê Tirkiye bi van îhlalên mafên mirovan re rû bi rû bimîne. Ev binpêkirinên mafan rê li pêş demokratîkbkûna Tirkiyeyê digire. Niha li şûna edalet û heqîqetê, înkar û bê edaletiyê cihe xwe girtiye. Înkar û bêcezabûn heye. Ji bo rastiya windayan bi hişê dîrokê re bibe yek em têdikoşin. Dixwazin ev hovîtiya li ser me tê meşandin bê qebûlkirin. Lê em li dijî vê yekê têdikoşin. Têkoşina me ji bo edalet û hiqûq pêk bê ye. Ji bo edalet û aştiya civakî bê avakirin em têdikoşin."
’HIŞMENDIYA 12'Ê ÎLONÊ DIDOME'
Arcan, anî ziman ku di hefteya 765’an de Dayikên Şemiyê çalakiyên xwe berdewam dikin û vê hefteyê ji bo Hayrettin Eren li hev kom bûne û wiha got: "Hayrettîn Eren ê bi nasnameya Sosyalist dihat naskirin 26 salî bû. Di şertên darbeya 12'ê ÎLonê de der barê wî de biryara lêgerînê derxistin. Di 21'ê Mijdara 1980'an de dema li Saraçhaneya Stenbolê bû li gel hevaleki xwe hat binçavkirin. Bi maşîna wî ewil ew birin Qereqola Karagumrukê. Ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe. Li Şaxa Siyasî rastî îşkenceya giran hat. Dema dayika wî çû midûriyetê jêre gotin 'Keskî wisa di bin çavan de tune ye. Dayika wî jî got 'Maşîna kurê min li vir e, çawa ew ne li vir e.' Wê demê dayik avêtin dervê qereqolê. Gelek kesan dît ku Hayrettîn Eren binçav kirin û li qereqolê îşkence lê kirin. Binçavkirina wî înkar kirin. 39 salin tevi hemû hewldanên malbatê hiqûq pêk nehat. Bêhiqûqî heye. Aqûbeta windakirina Hayrettin Eren veşartin û kesên ew binçavkirin û windakirin bê ceza hiştin. Em dibînin ku hişmendiya 12'ê Îlonê berdewam dike."
Arcan, da zanîn ku Hayrettîn Eren li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê hat windakirin û wiha axivî: "Midûrê Polîsan ê Stenbolê Şukru Balcı, Midûrê Şaxa Siyasî Tayyar Sever, Cîgirê Midûrê Şaxa Siyasî Mehmet Agar û îşkencekar Fikret Işınkaralar ê heta dawî li ser îşkenceyê sekinî ji windakirina Eren berpirsiyar in. Windakirina di bin çavan de sûcê navneteweyî ye. Îktîdara ku 39 salin aqûbeta windakirina Hayrettin Eren ronî nekiriy şirîkê windakirinê ye. Em dixwazin hikûmet vê hişmendiyê ceza bike û edaletê pêk bîne û sûc ronî bike. "
Xwişka Hayrettin Eren Îkbal Eren, jî anî ziman ku bavê wê 32 salan û dayika wê jî 39 salan li benda dîtina Hayrettîn rawestiya û ji bo dîtina Hayrettîn têkoşiyan. Ewil ji bo girtîgehekê û piştre jî ji bo gorekê bi gulan bixemilinin têkoşiyan. Lê mixabin hem dayika min û hem bavê min çavên wan vekirî çûn ketin nava axê. Li vî welatî edalet tune ye. Dayika min û bavê min ji bo li edaletê bigerin di vê tariyê de û di lêgerîna edaletê de çûn. Niha em li vir in. Çiwas asteng bikin jî em hi vir in. Em tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin. Wezîrê Karên Hundir qadên heyî li me girtin. Çalakiya ku 699 hefteyan em lê rûniştin li me girtin. Em tevî hemû astengiyan ji têkoşîna xwe gavan paşve navêjin."
‘EM DÊ HESABÊ WINDAYAN BIPIRSIN'
Birayê Hayrettîn Eren Faruk Eren jî anî ziman ku ewê heta dawî têbikoşin u hesabê windayan bipirsin.