STENBOL - Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Camîla Mûdrek, bibîr xist ku polîtîkayên emperyalîst cîhanê ber bi rûxandineke ekolojîk ve dibin û got: "Rojava, ji bo me bûye cihê îlhamê. Kakilê sosyalîzmê li Rojavayê tên dîtin. Divê em xwedî li şoreşa Rojavayê derkevin."
Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Camîla Mûdrek, têkoşîna li hemberî madenan a li Brezîlyayê, qewimînên li Rojavayê û êrîşên tên kirin nirxandin. Mûdrek, diyar kir ku divê li hemberî polîtîkayên emperyalîst polîtîkayên sosyalîst bên parastin û xwedî li şoreşa Rojavayê bê derketin.
Mûdrek, ji bo pêvajoya pevçûnî ya li Latîn Amerîkayê, got: "Li Brezîlyayê pirsgirêka me ya herî grîng maden û bendav in. Her wiha şert û mercên xebatê yên li madenan jî pirsgirêka çîna karkera ye. Li hemberî vê têkoşînek heye û bedêlên giran tên dayîn." Mûdrek, destnîşan kir ku ew jî ji bo meseleya nasnameyê têdikoşin û got: "Em nikarin têkoşîna çînî li derveyî dagirkirina nasnameyan bifikirin. Têkoşîna çînî, li hemberî pergala patrîarkal cihgirtina li cem jinan, li hemberî netewperestiyê cihgirtina li cem gelan û sekinandina li hemberî nîjadperestiyê ye."
‘ROJAVA CIHÊ ÎLHAMÊ YE'
Mûdrek, destnîşan kir ku têkiliyên xwe yên bi Rojavayê re pêş ve xistine û got: "Em enternasyonalîzmê diparêzin. Loma divê haya me ji berxwedanên li çar hawirdoran hebe. Me çalakiyek çê kir, ji Rojavayê nûnerk tev lê bû. Tecrûbe û ezmûnên li Rojavayê ragihand. Li Rojavayê, ji amûrên hilberandinê bigire heta awayê jiyanê her tişt bi şiklekî nû çê dibe. Li Rojavayê kakilê sosyalîzmê heye. Divê em xwedî li Rojavayê derkevin."
‘DIJMINÊ ME YEK E, EMPERYALÎZM'
Her wiha Mûdrek destnîşan kir ku polîtîkayên emperyalîst cîhanê ber bi rûxandineke ekolojîk ve dibe. Mûdrek, anî ziman ku polîtîkayên sosyalîst dikarin rê li ber texrîbatên tên kirin bigirin û got: "Mirov mecbûr in bibin yek û stratejiyeke civakiyî pêş ve bixin. Heger armac cîhaneke nû be, nexwe divê cîhanî hemû bibin yek û destekê bidin formasyonên polîtîk ên hev du. Diramim ku dijminê me yek e, navê wê emperyalîzm e."
MA / Erdogan Alayûmat – Tolga Guney