STENBOL – Seroka THÎV’ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci di danişîna xwe de parastina xwe kir û got “Min heqaret li kesî nekiriye, min îşkenceyê îfşa kir.”
Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (THÎV) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncanci, di serdema Çalakiyên Parka Geziyê de tweet parve kiribû û bi hênceta parvekirinê bi îdîaya “Heqaret li Serokkomar Erdogan kiriye” doz lê hatibû vekirin. Danişîna sêyemîn a doza Fîncanci li Dadgeha Anadoluyê ya Stenbolê hat dîtin. Fîncanci û parêzera xwe Oya Merîç Eyuboglu û parêzerê Erdogan Gokhan Arslanoglu di danişînê de amade bûn.
‘MIN ÎŞKENCEYÊ ÎFŞA KIR’
Fîncanci got dema wê tweet parve kiriye Erdogan serokwezîrê wê demê bûye û gotinên “Polîsên me destan nivîsandin” û “Min ferman da” bi bîr xist. Fîncanci anî ziman bûyerên wê demê qewimîn wek “komkujiyê” bûn û got: “Min heqaret li kesî nekiriye, min îşkenceyê hatibû kirin aşkere kir.” Fîncanci sûcdariya li ser xwe qebûl nekir û berata xwe daxwaz kir.
DANIŞÎN TALOQ BÛ
Parêzer Oya Merîç Eyuboglu jî miwekîla xwe parast û got: “Ez jî tev li beyanên miwekîla xwe dibim. Tiştek di cih de gotiye. Jixwe hikumeta heyî jî qewimînên wê demê rexne kiribûn.”
Parêzerê Erdogan jî xwest Fîncanci were cezakirin.
Piştî parastinan dadgehê ji bo dema parêzeran xwest danişînê taloqî 17’ê adara 2020’an kir.