Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin?

  • rojane
  • 09:58 21 Mijdar 2019
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeyê, piştî dest bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, yek ji hedefa wê Rêya M4 e. Ji roja destpêkê heta niha êrîş didomin. Ji ber ku rêyek bazirganî ya dîrokî ye û gelek bajarên ku Tirikye dixwaze bi sînorê Mîsakî Mîllî ve girê bide bi hevre girê dide Tirkiye dixwaze vê rêyê têxe kontrola xwe. 

 
Tirkiye di 9'ê Cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Li gel peymanên di navbera DYA, Rûsya û Tirkiyeyê de êrîş didomin. Ji 22'ê Cotmehê heta niha êrîş herî zêde li ser Rêya M4 zêde bûne. Niha hemû êrîş li ser vê rêyê zêde bûne. Ji serdemên ewil ên dîrokê heta niha 2 rêyên bazirganiyê yên ji Rojhilat ber bi Rojava ve bûn xwedî girîngî. Yek jê Rêya Hevrêşîmê bû. Ya din jî Rêya Baharatê ye. Karwanên Hevrîşîm yên ji Çînê derdiketin rê, di ser Iraq û Kurdistana Bakur re derbasî Rojava dibûn. Rêya duyemîn jî Karwanên ji Hindistanê derdiketin rê, di ser Iraq û Sûriyeyê re derbasî Derya Spî dibûn. Îro di navenda şerê sêyemîn ê cîhanê de ev du rê hene. Dixwazin van 2 rêyên bazirganiyê bi dest bixin. Tirkiyeyê ji destpêka Şoreşa Rojava de bi israr got: “Em destûr nadin koridora Kurd bê avakirin". Bi kurdasî gotin 'Em dê Kurdan û gelên li vê herêmê ji vê axa warê dîrokî derxin.' Pirsa di êrîşên sereke yên Tirkiyeyê de çima armanca sereke rêya olan M4'an girîng e' di dîroka rê û xeta têde derbas dibe de veşarî ye. 
 
Rêya M4 a Navneteweyî di sala 1950’an de hat avakirin. Di salên 1980’an de Suriye, Iraq û Tirkiye bi peravên Derya Spî ve girê da. Bû pira aboriyê. Rêya M4'an, ji Sînorêi Iraqê, Til Koçer-Yarubiya dest pê dike. Di bajarê Qhamışlo re derbas dibe. Di ser Hesekê, Derazor û Til Temirê re derbas dibe. Ji Til Temirê derbasî Eyn Îsa, Minbic û Halepê dibe. Dîsa ji Helebê derbasî Îdlib û Serakipê dibe. Bi rêya M5 ya Navneteweyî re dibe yek. 
 
ŞERÊ LI SER RÊYA M4'AN BI DIJWARÎ DIDOME
 
Rêya M4 a di ser Serakipê re derbasî Lazkiye ye -Derya Spî (Akdeniz) dibe, di heman demê de bi Rêya M5 a ji Hama derbasî Şam, Beyrut û Ammanyê dibe jî navendê ava dike. Beşek girîng ji sala 2015’an heta niha di kontrola QSD’ê de ye. Di navbera DYA-Rusya û Rejîma Suriyeyê de bû xeta sînor. Bi mutabakata 30 kîlometre ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de Tirkiye bi rêya komên çekdar dixwase li ser vê rêyê serweriyê pêş bixe. Piştî mutabakatê, li ser  Rêya M4, di navbera komên çekdar ku Tirkiye piştgiriyê didê û QSD'ê de pevçûn dijwar bûne. Pevçûn li Herêma Firat, li ser xeta Girê Spî û Ayn İsa, zêde bûne. Li Herêma Cizirê jî li ser xeta Til Temirê zêde bûne. 
 
Li ser xeta Ayn Îsa-Girê Spî komên çekdar ên wekî DAIŞ- OSO êrîşên xwe li ser gundên Dibis, Şergirak, Erîşa, Hoşan zêde kirine. Li ser xeta Til Temirê jî êrîşên xwe li ser gundên Rihaniyê, Reşidiyê, Til Tewîl, Azizîyê, Qasimiyê, Dirbo, Kinehir, Um El Kêfê zêde kirine. 
 
Tirkiye ya dixwase li ser Rêya M4'an serweriyê peş bixe, armanc dike ku Neo Osmanli ji nûve zîndî bike. Hikûmeta AKP'ê bi navê SMO, komên El Nusra/DAÎŞ'ê li hev kom kiriye. Bi êrîşên OSO  armanc dike ku Rêya dîrokî ya M4'an dagir bike û Halebê dagir bike. Dixwaze bi vê yekê xwe bigîne Xeta Rakka-Derazorê û li vir çeteyên nû bi rêxistin bike. Serokomarê Tirkiye Erdogan ê ku xeyalên Neo Osmanî ava dike, dixwaze axa Haleb, Musûl û Kerkûkê ku di nava sînorê Misak-ı Milli de dibîne, dixwaze ji nûve bi axa xwe ve girê bide. 
 
 
 
 

Sernavên din

23/11/2019
18:16 Serlêdana ji bo projeya bîrdariya Qada 10'ê Cotmehê dest pê kir
17:20 Jin di çalakiyên 25'ê mijdarê de kom bûn
16:42 Zarokan mafê xwe vegot
16:38 Li Girê Spî teqin pêk hat: 10 kes hatin kuştin
Balî: Eskerên bi pere yên Tirk bi teqînan kurdan ji malên wan dûr dixin
16:29 ‘Îşkence li girtiyên jin tê kirin’
16:20 Ji bo mitînga Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, banga tevlîbûnê kirin
16:19 Kedkarên perwerdehiyê: Em butçeyê ne ji bo şer ji bo perwerdehiyê dixwazin
16:13 Polîsan bi kûçikan bi ser malê de girt
16:00 4 karker ji pira Rêya Marmara Bakur ketin: Lêgerîn didome
15:31 Li Qamişlo Komxebata 25'ê Mijdarê: Bêdengî dikuje!
15:10 'Bê şert Hezar û 333 girtiyên nexweş berdin'
15:03 Bi qîrkirina ‘Em naxwazin bimirin’ dê derkevin qadan
15:00 Xizmên windayan bertek nîşanî qedexeya heftiya 64’emîn dan
14:46 El-Caferî: Dewleta Tirk xaka Sûriyeyê dagir kiriye
14:42 'Rejîma qeyûm rejîma rantê û nelirêtiyê ye’
14:41 Rejîma Îranê zêdeyî 150 saetin înternet qut kiriye
14:30 Îkbal Eren: Bavê min 32, dayika min jî 39 salan ji bo Hayrettin têkoşiyan
14:29 Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Sûc û Ceza dest pê kir
13:21 Operasyona leşkerî li Dersimê dest pê kir
13:10 Ji bo meşa Taksîmê ya 25'ê mijdarê bang kirin
12:56 Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’: Em ê nexşeya zimanê kurdî derxînin
12:44 ‘Jin jiyanek bê tundî diaxivin'
12:30 Li Kurdistana Federal di 9 mehan de 35 jin hatin kuştin
12:19 2 birayên ji bo kar çû şaredariya Erziromê rastî lêdanê hatin
12:03 'Bi sînordarkirina nafakayê jinê hespî malê dikin’
11:56 Li Girê Spî teqînek dijwar rû da
11:49 Îttîraza ku ji bo redkirina doznameya bûbû hinceta tayînkirina qeyûm hat qebûlkirin
10:51 Bersûcê îstîsmarê hefteyek şûnde hat berdan
10:51 Tuzel: Ew mafê kurdan heye ku çarenûsa siberoja xwe tayîn bikin
10:44 8 kesên li Qereyaziyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:41 Jinên Perîyê: Em dê di 25'ê mijdarê de li dijî qeyûm dakevin qadan
10:23 Li Sêrtê jin derbasî dîreksiyonê bûn
10:06 ‘Egîdê Cîmo û radyoyên Êrîvan û Bexdayê muzexane ne’
09:17 Jin wê li dijî şer, krîza aborî û tundiyê dakevin qadan
09:06 Serokê Baroya Stenbolê: Li Tirkiye krîza darazê heye
09:05 Pêngara bendavê ber bi Heskîfê ve diçe
09:02 Wê DBP'ê Kongreya Asayî ya 5'an di 30'yê Mijdarê de li dar bixe
09:01 Malbata helebî di konteynireke 2 odeyî û derîşikestî de dimîne
09:01 Endama Tevgera Madenê ya Brezîlyayê Mûdrek: Rojava bûye cihê îlhamê
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2019'AN
22/11/2019
17:11 Şewata li daristanên li Herêma Şênê 3 roj in didome
16:13 Jinên rihayî 'Kozik' temaşe kirin
15:46 Jin xwe ji bo 25’ê Mijdarê amade dikin
15:43 'Faîlên zarokan bê ceza tên hiştin û parastin'
13:58 Rojnamegeran banga berdana Demîr û Aydin kirin
13:52 ÎKD'ê rapora mijdarê aşkere kir: AKP tundiyê sor dike
13:49 Bav û 9 kesên ku tevlî merasîma cenazeyê Bîrlîk bûbûn beraat kirin
13:33 Rûsya: Bi êrîşa Tirkiyeyê re endamên DAIŞ'ê reviyane
13:18 Kubilay: Ji 9'ê Cotmehê heta niha di êrîşan de 478 sivîl hatin kuştin
12:50 Malbat ji bo ku biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:19 Prz. Fuat Şengul hat girtin
12:18 Li Dîlokê 16 kes 9 roj in di bin çavan de ne
12:10 Nivîskar Başkaya ji doza xwe berat bû
12:04 Polîsan otobusa ku Şaredariya Êlihê bi rengê jinê xemiland asteng kir
11:31 ‘Deklerasyona HDP’ê banga têkoşîna bi hev re ye'
11:13 Ji Pirtûkxaneya Lîlavê kampanya 25’ê Mijdarê
10:50 Dîlan Îzol: Ne pêkan e agahî û destûra Zulfukar Îzol pê tune be
10:22 Parêzer Gul: Tê xwestin bi reforma darazê destkeftiyên jinan bên tunekirin
10:18 Dr. Koç: Nebûna xizmeta tenduristiya bi zimanê zikmakî mafê tenduristiyê binpê dike
09:26 Partiya 26 sal berê hat girtin: OZDEP
09:26 Egîtîm Sen sibê li Enqereyê mitîng li dar dixe
09:23 Kawa Nemir: Kurdî, xwedanê derfetên ji bo gelek formên hê kifşnebûyî ye
09:20 'Em bangawaziya 'em dixwazin bijîn' bilind bikin'
09:20 Piştî greva birçîbûnê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pir zêde bûne
09:19 Psîkyatr Savaş: Car heye pirsgirêkên aborî dibin sedema întiharkirinê
09:18 Li Goristana Xerzanê veşartibûn, niha jî dibêjin DNA ne wek hev in
09:18 Hewl dide bi meaşê xwe yê astengdariyê debara xwe bike
09:17 Ev aş sedsal in bênavber digere
09:00 ROJEVA 22'YÊ MIJDARA 2019'AN
21/11/2019
17:15 Li Dîlokê dema binçavkirinê ya 16 kesan cara duyemîn hat dirêjkirin
16:50 45 fezlekeyên din jî derbarê HDP’iyan de hatin amadekirin
16:29 Qertên piştevaniyê ji girtiyên jin re şandin
16:27 Hunermend Şîlan ji doza 'stranê' hat beratkirin
16:27 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:40 Parêzerê bersûcê doza 10'ê Cotmehê axivî: Ketina El Babê nebûya bombe nediteqiyan
15:32 Nedayîna ambûlans û malên şînê ya ji bo miriyan ket rojeva Meclisê
15:31 KESK: Bi qeyûman rantê belav dikin
15:00 1’emîn Kongreya Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê pêk hat
14:55 Nûçegihanê Rojnewsê Biradostî 4 mehin di bin çavan de ye
14:41 Birayê Qeymeqam Safîturk: Faîlê sereke midûrê polîsan e
14:19 SES: Divê derbarê kesên ku li Darulacezeyê tundî kirine de lêpirsîn bê destpêkirin
14:12 Fîncanci: Min îşkenceyê îfşa kir
14:00 Surucu: Ji serkeftin û pêşveçûna jinê ditirsin
13:48 Dozger ji bo Bîlîcî 15 sal ceza xwest
13:10 Dema dadgehê nav xwend hemû balbatan bi dengekî gotin 'Girtî ye'
12:37 Malbatên li ber HDP'ê dîsa bi hev ketin
12:30 Yewnenistan: Divê Tirkiye dev ji şantaja penaberan berde
12:15 3 sal ceza li parêzera jin birîn
12:15 Hişyariya Zagonî: Baldar be! Mezeloqên bi solvent, ji tenduristiyê re bi zerar in
12:14 Kiliçdaroglû bi awayekî sergirtî piştgirî da banga hilbijartina pêşwaxt a HDP'ê
11:59 Li Girtîgeha Wanê lêgerîna tazî li jinan tê ferzkirin
11:38 Derhênerê ‘Ne qeza ye, cînayet e': Şerma dewletê dê di dîrokê de cih bigire
11:12 Ronakbiran piştgirî da HDP'ê û CHP'ê hişyar kirin
11:11 Li Dersimê dema çinîna silkê ye
10:40 Bi ser kuştina Ûgûr Kaymaz re 15 sal derbas bûn: Dosye ji nûve li DMME’yê ye
10:35 Li Amedê di salekê de Hezar û 116 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin
10:15 MED-DER qursên soranî dide dest pê kirin
09:58 Çima êrîş li ser rêya M4 zêde dibin?
09:39 Emniyetê ambûlans û qeyûm mala şînê neda
09:17 Helbestvan ji ber gefên kuştinê neçar ma welat terk bike