Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin

img

ENQERE - HDP’ê deklarasyona xwe ya helwestê ya li dijî qeyûman aşkera kir. Di deklarasyonê de HDP’ê destnîşan kir ku dê bi tu awayî dev ji destkeftiyên xwe yên ku di encama bedelên giran de hatine bidestxistin bernedin. HDP’ê banga hilbijartin pêşwext li îqtîdarê kir û ji partiyên muxalefetê jî xwest li dora vê daxwazê kom bibin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi tevlêbûna pêkhateyên xwe hemû li eywana Hotela Hîltonê ya li Enqereyê civiya. Di civînê de HDP’ê deklarasyona helwestê ya li dijî qeyûman aşkera kir.

Deklarasyona ku ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî ve hat xwendin wiha ye:
 
“1. Pir aşkera ye ku êdî Tirkiye bi rejîma qeyûm ve tê birêvebirin. AKP’ê hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê wekî firsendek dît û bi Rewşa Awarte darbeya siyasî pêk anî û piştre bi piştgiriya MHP’ê bloka îktîdarê ava kir û wekî karê destpêkê jî rêveberiyên herêmî xesp kirin. Pergala Hikûmeta Serokomariyê jî li ser darbeya siyasî û zîhniyeta qeyûm hat avakirin.
 
Polîtîkaya tayînkirina qeyûman li hemberî jiyana hevpar wek dînamîtê ye. Qebûlnekirina encamên hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an û piştre destpêkirin û domandina polîtîkayên tayînkirina qeyûm tenê bi tunehesibandina îradeya gel û sindoqan ve nayê îfadekirin. Di heman demê de tê wê wateyê ku îktîdara AKP-MHP’ê rewa nîn in û bi zext û zordariyan hebûna xwe didomînin. AKP’ê encamên hilbijartina 31’ê Adarê nas nekir û qebûl kir ku rewabûna wan a civakî nemaye. Îktîdareke ku li ser zîhniyeta qeyûm hatiye avakirin li dijî fikrê demokrasiyê û hêviyên ji bo pêşeroja demokrasiyê gefa herî mezin e.
 
2. Tayînkirina qeyûman a li hemberî kurdan, pêkanîna hiqûqa dijminane ye.  Polîtîkayên tayînkirina qeyûman piştî hilbijartinên 31’ê Adarê jî dewam kirin û ev beriya her tiştî binpêkirin û tunehesibandina îradeya gelê kurd û hilbijêran e. Polîtîkaya tayînkirina qeyûman di bingeha hiqûqû û dewleta hiqûqê de tunekirina hêviyên ji bo aştiya civakî ne. Prototîpa rejîma ku dixwazin ava bikin e. Ger polîtîkayên îktîdarê yên li welat û derveyî welat li ber çavan bê girtin dê were dîtin ku bi awayekî aşkera dijminatiyê bi kurdan re dikin.
 
3. Ji bo pêkhatina demokrasiyê mafê bijartin û hilbijartinê şertê herî bingehîn e. Hiqûqa Mafê Mirovan a Gerdûnî û Makeqanûna Tirkiyeyê jî vî şertî qebûl dikin. Xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê heqareteke li îradeya hemû civakê ye.
 
4. Demokrasiya xwecihî dergûş û bingeha demokrasiyê ye. Demokrasiya xwecihî û li xwecihî rêvebirin ji bo me rêgez û hedefeke jêveneger e. Li dijî her cure despotîzmê, temînata herî mezine. Ger demokrasiya xwecihî nebe, tu maf û azadiya demokratîk pêşnakeve û jiyana siyasî dê di xetereya vesayetê de asê bimîne. Ji ber vê yekê tayînkirina her qeyûmekî li hemberî demokrasiyê darbeyeke aşkera ye û rê li pêşiya faşîzmê vedike.
 
Bi pêkanîna OHAL’ê, darbeya li dijî siyaseta demokratîk û tayînkirina qeyûman destnîşan dike ku AKP berdewama darbeyên leşkerî yên berê ne.
 
5. Modela me ya domokrasiyê bi feraseta demokratîk, ekolojîk azadiya jinan pêk tê û di heman demê de modeleke gerdûnî ye ku bi pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev pêkan dibe.
 
Bingeha pergala hevserokatiyê ruhê wekhevî û azadiya jinan e û em ê destur nedin ev pergal bibe amûrê operasyonên îdraqê.  Hevserokatî û pergala temsîliyeta wekhev a li hemberî serdestiya zilam, yekparêzî, înkar û tunehesibandinê di encama têkoşînan jiyan a bi dehan salan pêşketiye û ji bo veguherandina civakê gaveke girîng e. Hevserokatî xeta me ya mor e û ji bo me rêgez e. Şertê me yê jiyana nû ye. Ji ber ku hevserokatî deskeftiyeke têkoşîna jinan e, qeyûman di destpêkê de hevserokatî hedef girtin. Di serî de em li tevgerên jinan û hemû kesên ku pêşeroja xwe di pêkhatina demokrasiyê de dibînin, partiyên siyasî, rêxistinên kedê, rêxistinên pişeyî, rêxistinên girseyî yên demokratîk, sizayên civakî dikin ku li hemberî êrîşan van deskeftiyên me biparêzin, xwedî derkevin û ew jî pergala temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê bixin meriyetê.
 
6. Nûnerên îktîdarê li xwe mikur tên ku Tirkiye bi pergala qeyûm ve tê birêvebirin û dixwazin vê pergalê li hemû deveran bixin meriyetê. Îktîdar her tim behsa hedefa 2023’yan dike û divê tu kes xwe nexapîne ku ev hedef û plan ji hev cûda nîn in. Projeya wan ew e ku di sala 2020’an de meclisê û di sala 2021’an de makeqanûnê bi temamî bêwate bikin û amadekarî dikin ku di sala 2023’yan de serkeftina rejîmê ragihînin.
 
Li dij derketina polîtîkayên tayînkirina qeyûman tê wateya bihêzbûna meclisê, makeqanûna aştiyê ya gelan û meşa hevpar a hêzên komara demokratîk û hemû hêzên demokrasîparêz. Li dijî şer, mêtingerî û darbeyan pêşxistina lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û di normên hiqûqa navneteweyî de em ê heta dawiyê siyaseta rêya sêyemîn ango paradîgmaya Komara Demokratîk û çareseriya pirsgirêkên ku sed sal in dewam dikin, biparêzin.
 
7. Îktîdar qanûnan tune dihesibîne û ji bo rejîma qesrê mayînde bibe serî li polîtîkayên tayînkirina qeyûman dide û ev tê wateya serdestiya zilamekî û ‘Rejîma Tayînkirinê’. Ev zîhniyeta rêveberiyê bi awayekî sîstematîk gel veder dike û xeyala wan pêkanîna rêveberiyeke bêgel e. Pir aşkera ye ku ev feraset komarê û demokrasiyê bi temamî bêmimkun dihêle.
 
Di rapora Mêrdînê ya Mufetîşên Wezareta Karê Hundir ya îlona 2019’an de ev yek pir aşkera xuya dike. Di raporê de tê gotin ku divê meclisa şaredariyê bi hilbijartinê diyar bibin lê şaredar ji aliyê serokomar ve were tayînkirin. Ev ji holê rakirina xweseriya şaredariyan e û pergala rasterast bi ‘Rejîma Qesrê’ ve girêdan li şaredariyên me tê ceribandin.
 
8. Polîtîkayên tayînkirina qeyûman tenê li dijî HDP’ê, şaredariyan û gelê kurd dîtin tê wê wateya di ferqê de nebûna planên stratejîk ên îktîdarê. Li gorî wan ji bo ev zîhniyet bi ser bikeve divê muxalefeta civakî û siyasî were bêbandorkirin. Ji ber ku li hemberî planên îktîdarê astengiya herî mezin HDP û têkoşîna gelê kurd e,  her tim êrîşî me dikin. Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo sazîbûna faşîzma ku bingeha xwe ji rejîma yekzilamî werdigire pêk bîne rêveberiyên herêmî hedef digire. Qeyûmên ku tayînî şaredariyên HDP’ê dikin gaveke girîng a vê zîhniyetê ne. Ji ber vê yekê pirsgirêk tenê HDP û gelê kurd nîn in, ev pirsgirêka hemû welatiyên ku demokrasî, serdestiya hiqûqê, edalet û aştiyê dixwazin e.
 
Rewşa Awarte mayînde dikin, sazîbûna rejîma qeyûman pêk tînin û ger ev polîtîka bê temaşekirin, tifaqa AKP-MHP’ê dê bikaranîna hêza îktîdara navendî ve dê rayeya hemû şaredariyên ku qadên wan ên polîtîk û rantê sînor dike ji destê wan bigirin û bikin parçeyek ji qesrê.
 
9. Rejîma qeyûm di heman demê de rejîmeke parvekerina rantê û dewlemendikirina sermayedarên alîgirên wan e. Qeyûm projeya ku çavkaniyên cemaweriyê li weqf, sazî, komeleyên belavkirin e û bi vî awayî xurtkirina aboriya rejîma 2023’yan e.
 
Rejîmeke wiha tenê bi polîtîkayên şer û hamaseta neteweperestiyê dikare serdestiya xwe bidomîne. Şerê ku li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin dikare di vê çarçoveyê de were destgirtin. Rejîma qeyûm rejîma şer e. Têkoşîna li hemberî qeyûm têkoşîna aştiyê ye.
 
10. Li gelek aliyan ve nêrînên ku HDP bila ji parlamentoyê û şaredariyan vekişe derdikeve pêş. Encama ku ji vê nêrînê derdikeve ew e ku meseleya polîtîkayên qeyûm û xespkirina îradeya gel tenê weke meseleya HDP’ê dibîne.
 
Divê neyê jibîrkirin ku HDP’ê destkeftiyên heyî ewqas bi hêsanî bidest nexistine. Herî zêde jî rejîma qesrê ya zordest dixwaze em ji vê asta ku bi saya bedelên giran gihiştinê, vekişin. Her çiqas qada siyaseta demokratîk gelek hatibe tengkirin jî, hemû gelên Tirkiyeyê demek berê ya nêz de dîtin ku ger em bi hev re tevbigerin, em dikarin bi ser bikevin. Hilbijartinên 31’ê adarê û 23’yê hezîranê di demekî ku di gotin tifaqa AKP-MHP’ê jihev belav nabe de hatin kirin. Lê ev desthilatdariya zordest hate têkbirin. Niha jî desthilatdariya AKP-MHP’ê li ser bingeha dijminatiya kurdan re hewl dide muxalefetê qels bike û bi hestên nîjdaperestiyê jî dijberiyê bixe nava civakê. Rêya xelasiya ji vê rewşê ew e ku em têkoşîna demokrasiyê bilind bikin û eniyên ku hatine bidestxistin jî heta dawiyê biparêzin. Ya ku dê bi desthilatdariya AKP-MHP’ê bide windakirin jî ev e.
 
Parastina van destkeftiyên ku gelê me tevî hemû zext û zilmê bi can û keda xwe bi dest xistin, deynê stûyê me ye. Ger ku di vê mijarê de kêmasiyek hebe, ew jî xwedîderketina kêm a li van destkeftiyan e. Berpirsyariya vê jî di serî de ya me û piştre jî ya hemû kesên ku li dijî vê rejîma qeyûm a yekperest bêdeng mayî ne. HDP amade ye ku ji îro û şûnde bêhtir bi rola xwe ya pêşeng rabe.
 
11. Heta ku mijar di vê çarçoveyê de neyê nîqaşkirin, biryara me zelal e: HDP dê dev ji tu destkeftiyên ku di serî de gelê kurd, gelên Tirkiyeyê di encama bedelên giran de bi dest xistin bernede. HDP, rêveberiyên herêmî jî di nav de, di hemû qadên jiyanê de rastî êrîşên giştî, bi pergal û piralî tê. Lê HDP dê ji tu qadên têkoşînê venekişe û dê li ser bingehên demokratîk û rewa têkoşîna xwe bi biryardarî û bi israreke mezin bidomîne. Armanca me ne tefandin, mezinkirina siyaseta demokratîk e.
 
Em di vê helwesta xwe û di têkoşîna demokrasiyê ya bi israr de bi biryar in. Ger ku sibê hilbijartin pêk bê, em di wê baweriyê de ne ku gelê kurd bêyî ku dudil be dê bi awayeke herî xurt xwedî li vîna xwe derkeve. Dibe ku qeyûm avahî û alavên şaredariyan xesp bikin lê bi tu awayî nikarin vîn û fikra gel bi dest bixin. Gelê me dê van sepanan bi tu awayî qebûl neke. Bêyî ku guh bidin xespên qeyûman, hilbijartiyên me jî dê hemû derfetên xwe bi kar bînin û van peywir û berpirsyariyên ku gelê me dane dê pêk bînin. Gelê me jî mîna berê dê îro jî li vîna xwe, li hilbijartiyên xwe û li partiya xwe xwedî derkeve. Gelê me li gel me dê tev li têkoşînê bibe, bi awayeke fiîlî bixebite û li hemberî bêedaletiyê jî têbikoşe.
 
12. Bangawaziya me ya ji bo raya giştî ye: Avakirina demokrasiyê, parastina destkeftiyan û bidestxistina destkeftiyên nû tenê bi têkoşîneke hevpar a hêzên demokrasiyê re pêkan e. Mîna ku di hilbijartinên dawî ya di rêveberiyên herêmî de hatiye dîtin, em dikarin bi hev re rejîma qeyûman û rêveberiya kesekî rawestînin û pêşî lê bigirin. Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn a demokratîk û bêîtîatiya sivîl re berxwedanê mezin bikin.
 
Ji bo raya giştî ya navneteweyî: Erdogan hemû sepanên rejîma xwe ya otorîter a ku dixwaze ava bike, ji ewil li ser kurdan ceriband. Di êrîşên xwe yên li dijî hilbijartiyên kurdan û zimanê kurdan de hinceta ewlehiyê nîşan da û bi vê yekê re hemû muxalefet bêdeng kir. Di demên piştre jî amûrên zextê li temamiya Tirkiyeyê belav kir. Di vê çarçoveyê de sepanên li dijî demokrastiyê tenê li ser kurdan bisînor neman, hema hema li temamiya welat belav bûn.
 
Rewşa heyî ya li Tirkiyeyê xwedî potansiyaleke wisa ye ku dikare xerabiyê zêde bike û li erdnîgariyên din jî berbelav bike. Erdogan ku yek ji berpirsyarên mezinkirina şerê li Sûriyeyê ye, penaberên ku ji war û welatê xwe bûn li dijî welatên Rojava weke şantajê bi kar tîne. Ev jî yek ji mînakên vê potansiyalê ya herî berbiçav e.
 
Helwesta bendewar; ne helwesta siyaseta demokratîk, helwesta hêzên desthilatiyê ne! Li dijî hêzên hewl didin Tirkyeyê bêramtir bikin û ji bo parastina nirxên demokrasiyê em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji me re bibin alîkar û li dijî êrîşên li ser HDP’ê dengê xwe derxînin.
 
Bangawaziya me ya ji bo tifaqa AKP-MHP’ê ye: Ev desthilatdariya ku mîna di hilbijartinên 31’ê adarê û di 23’yê hezîranê de jî hatiye dîtin, piştgiriya piranî ya gel winda kiriye û  rewabûneke wê ya civakî nemaye. Hewl dide bi rêbazên mîna qeyûman û yên darbeyên siyasî vîna gel xesp bike. Lê êdî dê nekare bi awayekî derhiqûqî û nerewa gelê me birêve bibe. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê ji desthilata AKP-MHP’ê rizgar bibin, em banga ‘Hilbijartina pêşwext’ dikin. Ev banga bêminetiyê ye. Em li vir bêminetiyê didin wan! Em bang li hemû muxalefetê dikin ku li dora vê daxwaza hilbijartina pêşwext bibin yek û bikevin nava tevgerê.
 
Nasname û bawerî çi dibe bila bibe, em hemû yek bi yek di berbanga roja ku divê berpirsyariyên dîrokî bigirin ser xwe de ne. Ev berpirsyariya dîrokî ewqas girîng e ku tu kes nikara ji ber nîqaşên siyasî, nasnameyan û ji ber hesabên erzan bike qurbanî. Li dijî hemû zext û ferasetan faşîst, em weke HDP’ê bi vî ruh û hişmendiyê hemû hemwelatiyên xwe yên ku dibêjin demokrasî, aştî û edalet, hemû partiyên muxalefetê yên li meclisê û yên li derveyî meclisê, saziyên civaka sivîl, sendîka û yekîneyên pîşeyê û komeleyên demokratîk vedixwînin piştevaniyeke aktîf û banga têkoşîneke hevpar û tifaqa demokrasiyê li wan dikin.”

Sernavên din

21/11/2019
09:05 Di 56 saliya xwe de xeyala xwe ya zarokatiyê pêk anî
09:04 Nerazîbûna komeleyan a ji bo qeyûman: Mifte yekîtiya neteweyî ye
09:04 Bi belgeyan têkiliya AKP û DAIŞ'ê
09:04 Kaplan: Divê baweriya kurdan bi hêza wan a cewherî hebe û yekîtiyê pêk bînin
09:03 Di 12 mehan de 62 zarok bûn qurbana cînayeta kar
09:02 Wê jinên TGS'yî di 25'ê Mijdarê de bibêjin 'Em jî Hene'
09:02 Wê 70 nûnerên partî û rêxistinên kurdan ji bo 'yekîtiya neteweyî' li hev kom bibin
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2019'AN
20/11/2019
21:20 Siyasetmedarê girtî Eskîcîoglû jiyana xwe ji dest da
16:46 Li stranek 15 sal berê doz hat vekirin
16:46 Li Kuçukçekmeceyê mirovek li mala xwe kuştî hat dîtin
16:45 Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin
16:27 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk girtin
16:08 Endamên Grûp Yorûm hatin berdan
16:00 Baydar: Divê HDP kozikên xwe terk neke
15:26 Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jîn ku qeyûm girtibû ji nû de hat vekirin
15:18 Roja Mafên Zarokan: Li Tirkiyê 3 hezar zarok di hefsan de ne
14:59 Li bajaran ji bo 25'ê Mijdarê bang kirin
14:32 Ji HDP'ê deklarasyon: Em ê destkeftiyên xwe biparêz in û banga hilbijartina pêşwext dikin
14:11 HDP’ê Rapora Qeyûman eşkere kir: Nîşaneya desteserkirin û dijminane ye
13:51 Bûldan: Emanetê gel rûmeta me ye, emê teslîm nekin
Temellî: Em dê vê rêveçûnê rawestînin
13:39 Dayika Aştiyê bersîv da pêşniyara 'Sîne- î millet': Bila şêr cihê xwe ji roviyan re bernedin
12:58 Aldar Xelîl: Berxwedan bû navnetewî, em jî bibin yek
11:55 Di doza Şûle Çet de ji bo bersûcekê cezayê ‘muebbetê’ hat xwestin
11:45 HDP ji bo ku belgeya xwe helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike civiya
11:44 Bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da
11:34 HDP’iyan bi wêneyan wezîr Soylu şermezar kirin
11:21 Serokê daîreyê yê qeyûm ji wezîfeyê hat girtin
11:21 Hevserokên HDP’ê û DBP’ê yên Dîlokê hatin girtin
11:08 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Osmaniyê di roja 9’an de ye
10:44 ‘Zarokên kurd nikarin bi zimanê dayika xwe perwerdehiyê bibînin’
10:39 Derbarê komkujiya 5'ê Hezîranê de îdîanameyek din: Li 5 polîsan doz vebû
10:31 Ji Komîsyona Ji Bo Şûle Çet Edalet bang: Em li dijî tundiyê deng derxîn in
10:16 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk îfade neda polîsan
10:10 Li Şirnexê di 10 mehan de 10 caran qedexe kirin
10:09 Nûçe û hevdîtinên li gel çavkaniyan kirin delîlên girtina rojnamegeran
09:17 Hezar û 679 mamosmte serî li DMME'ê didin
09:16 Yekemîn car wê tevlî çalakiyeke jinê bibe: Qîrîniya me jinên din jî bandor dike
09:16 Ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna li hemberî şidetê didome
09:15 Tumuklu: Hikmê gotinê nemaye, dem dema pratîkê ye
09:14 Kanar: Tu eleqeya pakêta darazê û reformê bi hev tune ye
09:13 Hevserokê HDP'a Wanê Kava: Em ê bi ser bikevin, ew ê winda bikin
09:13 8 meh derbas bûne hîn jî îskeleya Keşîşxaneya Oşkiyê nehatiye danîn
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2019'AN
19/11/2019
19:25 Şîna Serkan Dagderen ê QSD'yî bi dawî bû
17:44 Balafira bêmirov a Tirkiyeyê Xanesorê bombe kir
16:35 Xebatkarên Rojnameya Atilim: Em gavekê jî paşve navêjin
16:34 Li Dêrsimê jin wê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
16:33 Li Antalyayê bernameya 25'ê Mijdarê hat aşkerakirin
16:11 Parêzerên Ocalan ji bo biçîn Îmraliyê serlêdan kirin
15:57 Rayedarekê Leşkerî yê Iraqê: Rêveberên DAIŞ'ê li Tirkiyeyê dijîn
15:48 Di xwepêşandanên Îranê de zêdetirî 200 kes hatine kuştin
15:19 Li Dîlokê 4 kes hatin girtin
15:17 Wê nexşerêya nû ya HDP'ê bibe çi: Rêya sêyemîn an Sîne-î millet?
15:17 Farûk A yê xwest Y.O. bikuje, li salona dadgehê gef li jinan xwar
15:10 Ji bo bersûcê keça xwe cezayê herî giran xwest
14:54 Şaxên ÎHD'ê: Cihêkarî li zarokan tê kirin
14:23 Platforma Jinan a Dersimê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:22 'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’
14:09 Qeyûm tayînî şûna encûmenên Rezanê hatin kirin
14:04 Buldan: Heta HDP hebe jin bi tenê û bê parastin namîne
13:50 Di doza Kent Ormaniyê de biryara rawestandina birêvebirinê hat dayîn
13:07 Biryara ‘neşopandinê’ dan Îzol ê AKP’î
12:30 Serlêdana Togrûl a îstînafê hat redkirin
11:42 Ji bo dengbêjiyê hildin Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê kampanya hat destpêkirin
11:34 Qeyûmê Şaredariya Bîsmîlê kurdî jê bir!
11:15 Li Qelqeliyê, bi jinan re biryar tên girtin
11:14 Bi sûcdariya ‘bi çekên nukleer kuştin’ doz li hevşaredaran hat vekirin
10:33 Sonmez: Pirsgireka jinê meseleya esasî ya siyasetê ye
10:27 Rêvebera HDP’ê hat girtin
10:13 'Ji bo parastina bawerî û neteweyên herêmê divê QSD li pêya bimîne’
10:12 Sosretiya li nexweşxanê bi dawî nabe: Nexweşên gurçikan li odeyên ‘sergo’ tedawî dikin
09:51 Bi "dijberiya fermanê" ceza li xebatên HDP'ê birîn
09:14 Çemê Dîcleyê û Baxçeyên Hevselê tên herimandin
09:14 Hatimogullari: Kî SMO'yê fînanse dike?
09:13 Muameleya girtiyan bi zarokên tevî dayikên xwe di girtîgehan de ne tê kirin
09:12 Heger tevdîr neyên girtin wê dêra dîrokî hilweşe
09:11 Komele hat girtin, lê dev ji têkoşînê xwe berneda
09:11 Wanî: Heta şer û zext hebin wê krîz jî hebe
09:09 Bi kurdî simatiyyeya ewil: Beyana Xwarinan û Zewqên Wan
09:08 Zextên li Girtîgeha Osmaniyeyê didomin
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN
18/11/2019
19:24 Faîlê îstîsmara zayendî hat girtin
17:07 Dozeke din li parlamentera berê ya HDP'ê ya girtî vekirin
16:52 Jinên Mexmûrî ji bo 25’ê Mijdarê civîyan
16:36 Dev-Lis: Em dê cînayeta Rabia Naz bişopînin
16:32 Rewşa darazê: Ewil ceza kirin û piştre beraet kirin
16:28 Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Hatîce Çevîk berdin
16:19 Dema binçavkirina Hevşaredar Çevîk cara duyemîn dirêj kirin
16:11 Di mirina Engîn Eroglû de ajokarê otobusê biqisûr hat dîtin
15:58 Ozsoy: Êdî Tirkiye nikare ji pirsgirêka Kurd bireve
15:42 HDP'iyan li Dêrîkê serdana esnafan kir
15:33 Ji 25 fezlekeyên ji bo Meclîsê hatin şandin 24 jê têkildarî HDP’iyan e
15:25 Beriya Kongreyê Netewaya Kurd divê partiyên Kurdan kom bibin
15:11 Di civîna Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê de qeyûm şermzar kirin
15:07 Endamên DAIŞ'ê yên kincên SMO'yê li xwe kirine derketin holê
14:58 Başkaya: Em ê rastiyan tim vebêjin
14:29 Platforma Ked û Demokrasiyê: Divê îqtîdar îstîfa bike
14:09 ‘Li geliyê Heskifê û Dîcleyê qiyamet radibe'
13:29 Olûç: Em ê têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin