GIRÊ SPÎ – Endamê Desteya Rêveberiya TEV-DEM’ê Aldar Xelîl diyar kir ku li dijî êrişên Tirkiyê “berxwedanek navnetewî” hatiye nîşandan û got: “Biryara yekîtiyê bidin. Biryara têkoşînê bidin ku em wek kurd vê pêvajoyê derbas bikin.”
Endamê Desteya Rêveberiya TEV-DEM’ê ya Rojava Aldar Xelîl êrişên Tirkiyê yên li dijî bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand. Xelîl banga yekîtiya neteweyî li kurdan kir.
‘PLANÊN WAN BI SER NEKETIN, NIHA JÎ DAGIRKERIYÊ DIKIN’
Xelîl diyar kir ku êrişan dagirkeriyê derbas kiriye û got: “Armanca êrişan guhertina demografiye û paqijiya etnîk e. Li şûna gelê me yê hatine koçberkirin, hêzên çete tên bicihkirin. Çima êrişan di 9’ê cotmehê de dest pê kir? Çima ev dîrok hat bijartin? Di 1998’an heman rojê de li dijî kurdan komployek navnetewî hat lipêşxistin. Wê demê jî arteşa tirk hatibû ser sînor û amadekariya êrişan kiribû. Êriş pêk nehat û plan hatin guhertin. Serok Ocalan wê çaxê li Sûriyê bû û ji wir derket. Bi vî awayî paln pêk nehat. 20 sal bi ser de derbas bû. Dixwazin wan planên xwe bi awayek din bixin meriyetê. Dewleta Tirk dixwaze nexşeya herêmê biguherîne. Tenê ne siyasî, Sykes Picot hin herêman ji hev veqetandibû. Ev yek di heman demê de guhertina demografiye jî bixwe re tîne. Gelan ji warê wan dikin û hin kesên di bin bicih dikin. Dixwazin planên Misakî Milî berfireh bikin ji Peymana Edeneyê sûdê werbigirin û qada dagirkeriyê mezin dikin.”
‘GELÊN CÎHANÊ XWEDÎ DERKET’
Xelîl anî ziman ku ew di nava şerek giran de ne û wiha got: “Piştevaniya li dinyayê ji bo kurdan mezin bû, ji bo kurdan ev yekem car bû. Komkujiyên sed sal berê bi serê gelan û kurdan de hat kesî deng jê re dernexist. Xwestin Şoreşa Rojava têk bibin lê dinya rabû ser pêya. Planên wan xera bûn. Vê xwedî derketin û berxwedana Rojava bandorek li ser dewletan, saziyan û rêveberên wan welatan kir. Her wiha vê yekê bandorê li ser hevdîtinên Erdogn, Trump û Putîn jî kir û neçar man ku agirbestê îlan bikin. Agirbest di dawiya berxwedana hat nîşandan de pêk hat. Lê agirbestek ku digotin pêk nayê. Ji roja ewil a agirbestan ve heta vê kêliyê êriş didomin û ranewestiyane. Dema agirbest pêk hat, tenê çend taxên Serêkaniyê ketibû destê wan, lê piştî agirbestê yanî niha hatine heta gundên Til Temir hatine. Ji bo vê yekê jî rastiyek agirbestê nîne. Tekane derdê wan ku ketine pey ew e dê vê tengezariyê çawa ji ser biavêjin. Gelê dinyayê ji Tirkiyê re got ‘çima hûn tekane pergala çareseriyê ya li Sûriyê hildiweşînin.’ Çimkî dinyayê wan xist zorê.”
NÊZÎKATIYÊN AMERÎKA Û RÛSYA
Xelîl da zanîn ku Serokê AKP’ê Erdogan kesek kurdofobiye û wiha domand: “Dema referandûma Başûrê Kurdistanê di bîra her kesî de ye. Tirkiye li dijî referandûmê derket. Hêzên mezin jî ji vê kurdofobiyê sûd wergirtin. Di serê van de Amerîka û Rûsya tên. Berjwendiyên her duyan jî hene. Ev her du hêzên mezin jî ji bilî berjwendiyên xwe tiştek din nafikirin. Tirkiye yanî Erdogan dixwaze kurdan ji herêmê paqij bike û xeyalên xwe li wir pêk bîne. Planên qirêj li ser kurdan dileyizin.”
‘ERDOGAN Û TRUMP DI NAVA LÎSTOKAN DE NE’
Xelîl bal kişand ser hevdîtina Erdogan û Trump a li Amerîkayê û wiha dewam kir: “Haya me ji hevdîtina wan tune ye. Trump da nîşandan ku dest ji planên xwe bernedaye. Erdogan gelek tişt xwestiye lê ev nehatiye qebûlkirin. Lê tê fêmkirin ku dest ji hevkariya xwe jî bernedane. Dibe ku di pêvajoya pêş de plan û lîstikên wan ên qirêj dewam bikin. Lê li DAY’yê di nava kongreyê û gelan de nêrînên cuda hene. Li nav Tirkiyê jî rewş ne başe. Aboriya Tirkiyê têk çûye. Her wiha nêzîkatiyên hêzên Ewropayî jî hene. Dema mirov li vê tabloyê dinêre, di rojên pêş de wê her tişt zelaltir bibe. Di van hevdîtinan de çi hatiye axaftin û çi hatiye plankirin wê derkeve holê. Ji ber vê yekê berxwedanek wisa hat li nîşandan û tê nîşandan, êdî bûye berxwedanek navnetewî. Êdî ev ji rewşek lokal derketiye.”
HEVDÎTINÊN LI GEL SÛRIYÊ Û RÛSYA
Xelîl di dewama axaftina xwe de helwesta rejîma Sûriyê û Rûsyayê ya ji bo parastina sînoran rexne kir û qala diyalogên rêveberiya wan ên li gel rejîm û Rûsyayê kir. Xelîl got hevdîtinên wan ên li gel Rûsyayê didomin. Xelîl got ew li rejîmê jî mijarên wek rêveberiyê, eskerî û perwerdehiyê axivîne.
HELWESTA EWROPA
Xelîl bal kişand ser rol û helwesta welatên Ewropayê û got divê Ewropa li dijî êrişên Tirkiyê helwesta xwe zelal bike û ji Tirkiyê re bêje ku êrişên xwe yên dagirkeriyê rawestîne.
BANGA YEKÎTIYÊ: ÊDÎ EM BIRYARA YEKÎTIYÊ BIDIN
Xelîl destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya kurdan li dijî êrişan pêdiviyek girîng e û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî êrişên ser Rojava li her devera Kurdistanê çalakiyên mezin û serhildanên mezin pêk hatin. Di nava kurdan hemûyan de rihek yekîtiyê jî nêzî hev kir. Ev geşedanek gelek mezin e. Cara ewil e kurd rihek wisa dijîn. Ev yek pîroz e. Lê rêxistinkirina vê yekê kêm e. Di vê pêvajoyê de bang li partî û saziyên kêmasiyên wan hene hat kirin. Bi wan re hevdîtin jî hatin kirin. Divê em nakokiyên di navbera xwe de deynin aliyekî. Lazime em di meseleya man û nemanê de werin gel hev. Em dikarin meseleyên di navbera xwe de paşê jî çareser bikin. Em dubare bang dikin, ji bo em werin cem hev, li dijî nêzîkatiyên li dijî me hatine lipêşxistin biryara xwe bidin. Biryara yekîtiyê bidin. Biryara têkoşînê bidin ku em wek kurdan vê pêvajoyê ji ser xwe biavêjin.”
MA / Nazim Daştan