ENQERE - Hemû binesazî û pêkhateyên HDP’ê, ji bo ku belgeya xwe ya helwestê ya li dijî qeyûman aşkere bike, civiyan.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di encama nîqaş û nirxandinên derbarê tayînkirina qeyûman de ku ev demek dirêj dewam dike de belgeya xwe ya helwestê diyar kir. Hemû binesazî û pêkhatiyên HDP’ê ji bo ku belgeya helwestê aşkere bikin li Otela Hîlton civiyan.
Hemû hevparên HDP’ê, komele, platform, STO, weqf, sendîka, partiyên siyasî, nûnerên olî û nijadî, rêxistinên parêzeran û gelek rojnameger beşdarî civînê bûn.
HDP, deklarasyona xwe ya di asta nexşerêya nû de ye, wê saet 11.00’an de, ji aliyê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pevîn Bûledan û Sezaî Temellî ve bê aşkere kirin.