COLEMÊRG – Li Geverê welatiyê bi navê Seyfettîn Balîn ê 25 salî bi têlên ceryanê ve zeliqî û jiyana xwe ji dest da.
Li gundê Tilora girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê welatiyê 25 salî Seyfettîn Balîn xwest xeta ceryanê tamîr bike û bi têlan ve zeliqî. Balîn ê bi giranî birîndar bû gundiyan û xebatkarên tenduristiyê wî rakirin nexweşxaneyê. Tevî hemû mudaxeleyan jî Balîn jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Colemêrgê.