MÊRDÎN – Midurê Perwerdehiya Netewî ya Mêrdînê Yakûp Sari ku ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mustafa Yaman ve li hin daîreyên şaredariyê wî kiribû serok, ji wezîfeyê hat girtin û kişandin navendê.
Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî, Midurê Perwerdehiya Netewî ya Mêrdînê Yakûp Sari ku ji aliyê Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Walî Mustafa Yaman ve li hin daîreyên şaredariyê wî kiribû serok, ji wezîfeyê hat girtin û kişandin navendê. Li şûna Sari, Midurê Perwerdehiya Netewî ya Navçeya Artûklû Seyhmûs Sumer hat wezîfedarkirin. Wezaretê û Walîtiyê derbarê ji wezîfegirtina Sari tu daxuyanî nedan.