RIHA - Malbata Mahsûm Çay ê ji doza Nisêbînê hîna 13 salî bû hat girtin ragihand ku, ji ger şert û mercên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê ev 9 rojin di greva birçîbûnê deye.
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê di 12’ê Mijdarê de li dijî mûameleya xerab û binpêkirinên mafan dest pê kir di roja 9’emîn de dewam dike. Girtiyan diyar kiribûn ku heya daxwazên wan neyin qebûl kirin, ewê çalakiya xwe dewam bikin. Di nava girtiyên di greva birçîbûnê de Mahsûm Çay ê ji doza Nisêbînê hîna 13 salî bû hat girtin jî heye. Mehsûm Çay bi navbeynkariya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegotin. Bavê Çay Ahmet Çay, diyar kir ku gardiyenan berî 6 mehan dema kurê wî anîn dagehê û paşve birin girtîgehê derp kirin.
‘BI AWAYEKÊ KEYFÎ HEVDÎTIN QEDEXE KIRIN’
Dayika Mahsûm Çaya Hemra Çay jî, da zanîn ji Cejna Qûrbanê ya 2019’an ve bi kurê xwe re hevdîtin nekiriye û wiha axivî: “Ji wê rojê û vir ve bi awayekê keyfî hevdîtina kurê min qedexe kirin. Di 13’ê mehê de me hevdîtina telefonê kir. Kurê min got dema wî anîne dadgehê û paşve birine, ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin. Kurê min hîna 13 salî bû hat girtin. Niha ji ber şert û mercên girtîgehê bi hevalên xwe yên girtî re di greva birçîbûnê dene. Niha jî cezayê hevdîtinê dane wî. Ji min re got 2 meh cezayê hevdîtinê da ne wî. Dema min jê pirsa sedama cezayê kir, ji min re got gardiyan û rêveberiya girtîgehê bi awayekê keyfî cezayê dîsîplînê li wan dibirin.”
‘DESTÊ KURÊ WÊ ŞIKANDIN E’
Bavê Çay Ahmet Çay jî, diyar kir ku ji ber ku kurê wî tevlîbûna SEGBÎS’ê ya dadgehê red kiriye ji aliyê gardiyenan ve hatiye darpkirin û wiha got: “Kurê min ji min re got li girtîgehê pir zext hene. Kurê min ev 4 sal û nîve di girtîgehê de ye. Tevlîbûna dadgehê ya bi SEGBÎS’ê ferzî wî kirin e. Wî jî ev yek qebûl nekiriye. Xwestiye were dagehê û li peşberî dadger parastinê bike. Kurê min heya anîne dadgehê derp kirine. Berî 5-6 mehan dîsa anîn dadgehê. Di rê de dîsan derp kirine û milê wî şikandine. Berî 3 mehan min wî dît. Tim cezayê hevdîtinê didin wan. Girtiyan jî li dijî muameleyên xerap û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin û niha jî di greva birçîbûnê dene.”