AMED - Têkildarî komkujiya di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyona Amedê li dijî mîtînga HDP'ê ji aliyê endamên DAîŞ'ê ve êrîş pêk hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest da, îdîanameyek din amade kirin. Dozger der barê midurê polîsan, komîser û 3 polisên din de doz vekir. Hêjmara polîsên bersûc derket 19'an.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê beriya Hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an di 5'ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtînga "Mirovahiya Mezin" li dar xistibûn. Bi sed hezaran mirov tev li mîtîngê bûbûn. Di mîtîngê de endamên DAIŞ'ê êrîşa bombeyî kiribûn. Di ser bûyerê re 4 sal û 5 meh borîn. Hêj doz bi encam nebûye. Endamê DAIŞ'ê Orhan Gonder, li qada mîtîngê ya ku 2 hezar û 360 polis hatibûn peywirdarkirin û bi sed hezaran kes kom bûbûn, 2 bombe li qadê bi cih kiribûn. Di encama teqîna bombeyan de beşdarên mîtîngê Ramazan Yildiz, Necatî Kurul, Şehmuz Kaçan, Civan Arslan û Ali Türkmen jiyana xwe ji dest dabûn. Zêdeyî 400 kes jî birîndar bûbûn. Piştî bûyerê Serdozgeriya Komarê ya Amedê her çend lêpirsîn da destpêkirin jî der barê bûyerê de biryara "Veşarî" dabû. Serokomarê wê demê Ahmet Davutoglu bi xwe diyar kiribû ku berpirsiyarê komkujiyê Orhan Gonder çend roj şûnde li Dîlokê hatiye girtin. Derketibû holê ku di sala 2014'an de bavê Orhan Gonder bi hinceta kurê wî tev li DAIŞ'ê bûye serî li Midûriyeta Polîsan a Semsûrê dabû. Diyar kiribû ku Gunder li kampa DAIŞ'ê 6 mehan perwerde dîtiye û di 26'ê Gulana 2015’an dan de hatiye Tirkiyeyê.
Piştî komkujiyê 11 meh şûnde îdîaname hatibû amadekirin. Di îdîanameyê de hat diyar kirin ku faîlên komkujiyê Gonder û li gel wî Îsmail Korkmaz, Mustafa Kilinç û Burhan Gok wekî kesên girtî û Emirê DAİŞ'ê ku ferman daye Îlhami Bali jî wekî kesê şikdar di dosyayê de cih girt. Dozger der barê Gonder, Korkmaz, Kilinç û Gok yên girtî tên darizandin û Îlhami Bali yê firar de ji bo her kesekî 5 caran cezayê muebeta giran xwest. Dîsa der barê wan de ji bo her yekî ji 4 hezar û 101 sal cezayê girtîgehê heta 6 hezar û 318 sal cezayê girtîgehê xwest. Piştre doz şandin Enqereyê. Di lêpirsînê de derket holê ku Endamên DAIŞ'ê ji Dîlokê çûne Sûriyeyê û ev yek di bin çavdêriya polîsan de pêk hatiye. Piştre bi hinceta ewlehiyê doz sewqî Enqereyê ya li 2'emîn Dageha Cezayên Giran a Sincanê kirin. Di danişîna 25'ê Tîrmeha 2015’an de bersûcê dozê Burhan Gok hat berdan.
Dozger piştî 4 sal û 5 meh şûnde der barê 5 polîsên din de doz vekir û hêjmara bersûcan derket 19'an. 14'emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê îdîanameya ku dozger amade kiribû qebûl kir û doz vekir. Dozger bere der barê 5 midûrê polîsan, 3 komîser bi giştî der barê 14 polisan de doz vekiribû. Niha jî der barê 5 polîsên din de doz vekir û hêjmara polîsênk bersûc derset 19'an.
Polîsên ji ber teqîna li pêş Liseya Îmam Hatîp a Farabî Anadolu dihatin darizandin A.T., A.D., A.K., D.U., F.D., H.Y., H.Y., K.A., K.K., M.S., M.A.C., M.Y.O., M.D. û M.Î.B., parêzerê wan xwest ji ber teqîna duyemîn a li pêş lîseyê dozger lêpirsînê bidin destpêkirin. Dozger piştî lêpirsîn temam kir îdîaname amade kir û ji dadgehê re şand. Dozger bi îdîaya "Erka xwe xerab bikar anîye" xwest her yek ji 3 mehan heta salekê rastî cezayê girtîgehê bê.
MA / Aydin Atay