ŞIRNEX - Li gel ku pergala OHAL'ê bi awayekî fermî hatiye rakirin jî qedexe û zext bi dawî nabin. Li Şirnex û navçeyên wê di nava 10 mehan de 10 caran qedexe hatin îlankirin û hemû cureyên çalakiyên HDP'ê û rêxistinên saziyên sivîl hatin qedexekirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, diyar kir ku ji ber ditirsin qedexeyan îlan dikin.
Piştî darbeya 15’ê Tîrmeha 2016'an, di 20'ê Tîrmehê de Rewşa Awarte (OHAL) hat ragihandin. OHAL bû amûra sepanên kêfî yên îktîdara siyasî. Bi OHAL’ê de bi tayînkirina qeyûmên ser şaredariyê DBP’ê dest pê kir û wê demê jî mafê bijartin û hilbijartinê tune hat hesibandin. Di serdema OHAL'ê de ji 102 şaredariyên DBP’ê qeyûm tayînî ser 93 şaredariyan kir. 65 hevşaredar hatin girtin û hin hevşaredar hêj girtî ne. Bi deh hezaran karker û karmend bi kHK'ê ji kar û peyvirê hatin dûrxistin. Bi sedan satî hatin girtin. Di hilbijartina 31’ê Adarê de namzetên ku îxrackirîbûn mazbatayên wan nedan wan û di şûna wan de namzetên partiyên din hatin bicihkirin. Di 19'ê tebaxê de 3 jê şaredariyên mezin, bajar û navçe, qeyûm tayînî 24 şaredariyan kirin. Bi dehan hevşaredar hatin girtin. Di navbera salên 2015- 2016'an de kolan li bajar û navçeyan hatin qedexekiri. Bi sedan welatî li navçe û bajaran ve ji aliyê esker û polîsan ve hatin kuştin. Tenê li Şirnex û navmçeyên wê 29 noktelên kontrolê yên polisan hatin avakirin. Piranî hêj li cihê xwe ne. Li gel ku qedexe hatine rakirin jî Walîtiya Şirnexê di nava 10 mehên dawî de 10 caran hemû çalakî û daxuyaniyên HDP'ê û rêxistinên civakî qedexe kirin. Her carê 15 rojan qedexe îlan kir. Walîtiyê bi hinceta "Ewlehiyê" qedexe îlan kir. Di nava 300 rojan de 150 roj hat qedexekirin. Yên tev li daxuyaniyan bûn an hatin binçavkirin, an lêpirsîn hat vekirin an jî cezayê pereyan li wan hat birîn.
Têkildarî qedexeyan Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, qedexe wekî pergala "faşizmê" pênase kir û wiha got: "AKP û şirîkê wê MHP dixwaze bi tundî, zext û zilmê rêveberiya xwe li ser piyan bihêle û bi rêve bibe. Ji ber vê yekê ji gel û hêzên demokrasiyê ditirsin. Ji çalakiyên demokratîk ditirsin. Ji mafên mirovan û parazvanên mafên mirovan ditirsin. Ji ber vê yekê li Tirkiye, Kurdistan û bi taybetî li Şirnexê li dijî parazvanên mafên mirovan û hêzên demokrasiyê bi dijminanî nêzîk dibin. Parlamenterên me yên li Stenbolê banga kongreya HDP'ê kirin ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Ji ber ku partiya me li pêş partiya xwe asteng dibinin û ji ber pêşeroja xwe tarî dibînin partiya me û hêzên demokrasiyê asteng dikin. Her mehê 15 rojan hemû çalakiyan qedexe dikin. Îro li welat faşîzm serdest e. Rêya xelasiya ji AKP- MHP'ê têkoşina hevpar a hêzên demokratîk e. Divê hemû hêzên ked, demokrasî û mafên mirovan bêtir xwe bi rêxistin bikin û bêtir bi hevre têbikoşin.
MA / Mujdat Can