ÎZMÎR – Xebatên rojnamegeriyê yên nûçegihana me Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin ên di 16 mijdarê de hatin girtin sûc hatin hesibandin. Ji hevdîtinên bi malbatên girtiyan bigire heta nûçeyên kuştina jinan û Çiyayên Kazê sûc hatin dîtin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Rûken Demîr û nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin di çarçoveyek lêpirsîna ji aliyê Dozgeriya Îzmîrê ve hat destpêkirin di 12’ê mijdarê de hatin binçavkirin. Di 16’ê mijdarê de jî ji aliyê 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Îzmîrê bi îdiaya “Li ser navê rêxistinê xebat kirine” hatin girtin.
Rojnameger Demîr û Aydin bi xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin sûcdarkirin. Emniyet û dozgeriyê hemû hevdîtinên rojnamegeran ên bi çavkaniyên nûçeyan re guhdar kirine û nûçeyên wan yek bi yek şopandine û li ser vê yekê îfadeyên wan girtin.
Hevdîtinên rojnamegeran ên li gel rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) re sûc hatine hesibandin.
ANGAŞTA KU DEMÎR ‘DEWLETÊ REŞ KIRIYE’
Dozger hevdîtina rojnamegeran a li gel malbat û parêzvanên mafên mirovan bi sûcdariya “li ser navê rêxistinê xebat kirine” wek delîl da nîşandan û angaşt kir ku nûçe bi “fermana rêxistinê” hatine çêkirin. Hin hevdîtinên rojnameger Rûken Demîr ên li gel malbatên girtiyên di greva birçîbûnê de ji bo zarokên xwe fikarên xwe anîne ziman wek “reşkirina dewletê” hatiye nirxandin.
NÛÇEYÊN JINAN JÎ KIRINE MIJARA SÛC
Hevdîtina telefonê ya nûçegihana JIN NEWS’ê Melîke Aydin jî ku li gel endamên Platofrma Jinan a Çîglî kiriye hatiye angaştkirin ku li ser “fermana rêxistinê” hatiye kirin. Dozgerê ku bi bayê bezê ketiye nava tevgerê, şopandina daxuyaniya şermezarkirina kuştina Habîbe Çevîk û xwişka wê Fatma Akdag ku ji aliyê Platforma Jinan a Çîglî ve hatiye kirin wek “li ser navê rêxistinê tevgerkirin” nûçegihan sûcdar kiriye.
Her wiha nûçeyên Aydin ên derbarê xebatên Komeleya Ziman û Çandê ya Avesta de jî çêkiriye wek sûc hatiye dîtin. Her çiqas komele bi rêya qanûnî hatibe vekirin û xebatên xwe yên zimanê kurdî birêve dibe jî lê wek xebatên “rêxistinê” hatiye dîtin.
ROJNAMEGER BI ÇALAKIYÊN ÇIYAYÊN KAZÊ HATINE TEWANBARKIRIN
Her wiha hem rojnameger Demîr û hem jî rojnameger Aydin ji ber nûçeyên derbarên çalakiyên Çiyayê Kazê de çêkirine bûne mijara sûcdariyê. Hatiye îdiakirin ku her du rojnameger jî bi nûçeyên Çiyayê Kazê xwestine hewldanek wek Çalakiyên Geziyê li pêş bixin.
Telefona Aydin a bikar dianî jî wek delîlê sûcên avêtine ser hatiye hesibandin.
Parêzerên her du rojnamegeran Zafer Încîn diyar kir ku ji bo miwekîlên wî yên di encama pîşeya xwe ya rojnamegeriyê de neheq û bêhiqûqî hatine girtin tavilê bên berdan dê di nava hefteyê de dê îtîrazên pêwîst bike.