ÎSTANBUL - Hiqûqnas Ercan Kanar, têkildarî pakêta darazê ya ji aliyê îqtîdarê ve hatiye amadekirin nirxandin kir û got: “Ger ku wekî sala 1991'an bê kirin û Kurdan jî tev li pêvajoya niqaşan bikin wê demê mirov dikare reform e. Lê tu eleqeya vê pakêta darazê û referandumê bi hev tune ye."
Îqtîdara AKP'ê di çarçoveya “Belgeya Stratejiya Reforma Darazê" di 24'ê Cotmehê de pakêta darazê derxist û tê payîn di rojên pêş de pêşkêşî meclîsê bikin. Parêzer û hiqûqnas Ercan Kanar, anî ziman ku tu eleqeya vê pakêtê û Reformê bi hevve tune ye. Kanar, anî ziman ku ev belgeya ku li Tirkiyeyê daraz ne serbixwe û ne bê alî ye û wiha got: “Ev nîşan dide ku li Tirkiyeyê pergala edaletek demoratîk tune ye. Di aliyê hişmendiyê de ji azadî û hiqûqê bi temamî dûr e. Di pakêtên berê de jî hat dîtin ku daraz ne serbixwe ye. Ez 40 salin parêzer im. Di qada daraz û hiqûqê yên 40 salan de salên herî xerab em dijîn. Dema niha ji hemû demên borî xerabtir e.
Di dema 12'ê Îlonê ya Darbeya Eskerî de di bin îşkenceyê de îfade hatin girtin. Disa krîterên dadgehên eskerî hebûn. Belî ku nasnameya sexte, şopa destan, nivîsa destan nivîsek îlgelah tune bûya, nikarîbû ji endamtiyê ceza bidana. Piştre serdema DGM'ê dest pê kir. Dema DGM'ê ji dema 12'ê Îlonê xerabtir bû. Piştî dema DGM'e dema FETO dadgehen Rayeya Taybet hatin avakirin. Ev jî ji DGM’'ê xerabtir bûn. Dema niha jî ij hemû demên bori xerabtir e. Di hemû deman de bê hiqûqî hebû. Hiqûqa dijmin û şer hebkû. Lê niha hiqûqa dijminantiya ku erdnîgariya wê fireh bûye heye. Hemû kesên li dijî AKP’ê wekî dijmin tên dîtin. Ji ber vê yekê bêyî li delîlan binerin digirin û ceza dikin."
'JI 39 XALAN 38 XAL ELEQAYA WÊ Û REFORMÊ BI HEV TUNE'
Kanar, destnîşan kir ku tu eleqeya “Pakêta Darazê" û reformê bi hev tune û wiha lê zêde kir: "Ev xapînok e. 7-8 meh berê gelek baro û parazvanên mafên mirovan, li Ewropa raporek amade kirin. Ji Komîteya Mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî re diyar kirin ku Daraza Tirkiyeyê ne serbixwe û bê alî ye. Diyar kirin ku gelek parêzer di bin zextan de ye. Diyar kirin ku azadiya parêzeran di bin talûkeyê de ye. Sedema yekemîn dixwazin bi vê pakêtê welatên Yekîtiya Ewropa bixapînin. Ya duyemîn êdî baweriya îqtîdarê jî bi darazê tune. Niha ji 39 xalên pakêtê 38 xal eleqeya wan û reformê bi hev tune ye.
Kanar, da zanîn ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û Dadgeha Destûra Bingehîn hene û wiha lê zêde kir: "Fikrên ku rê li pêş tundiyê venakin, çiqas giran dibe bila bibe ne suc e. Ji ber vê yekê guhertina der barê vê yekê de nabe reform. Ji xwe ev berê heye. Lê naxin pratîkê. Ya din der barê girtina têkildarî lêpirsînê de tu guhertin nehatiye kirin. Yanî kesên têkildarî sûcê rêxistinê û siyasî dê dîsa 5+2 ango 7 salan bên girtin. Dest vê yekê nedane. Beriya ku doz bê vekirin guhertin kirin. Yanî beriya îdîaname bê amadekirin heta 2 salan jî dikare girtî bimîne. Wekî rewşa Osman Kavala. Ji xwe pêkanîna niha jî wisa ye. Ev yek dê li Tirkiye rê li pêş gavên talûke veke. Êdî dê bê danişîn biryarê bidin. Hem bê parêzer û hem jî bê bersûc dê biryarê bidin. Piştî îdîaname hat amadekirin dê di nava 15 rojan de bi nivîskî bersîvê bidin. Mafê parastinê ji destê bersûc tê derxistin. "
PÎNE KIRINE
Kanar, bal kişand ser îfadeyên “Di mijara astengikiran ragihandina înternettê de guhertinên azadîparêz hatine kirin" û wiha lê zêde kir: "Ev jî ne rast e. Pîne kirine. Tenê dê zagona eheqeder bê astengkirin. Lê ew jî ne pêkan e. Ji ber vê yekê dê hemû navnîşan bê astengkirin. Ji ber vê yekê ne pêkan e em ji vê yekê re bêjin reform."
DIVÊ ÇAWA BE?
Kanar, bal kişand ser çawabûna guhertinan û wiha berdewam kir: "Divê berî her tiştî Destûra Bingehîn a demokratîk û azadîparêz ji nûve bê avakirin. Divê berî her tiştî ji Pergala Serokatiya Tîpa Tirk em xwe xelas bikin. Divê em disa derbasî Rejîma Parlamenter a Demokratîk û Azadîparêz bibin. Divê em bingeha Destûra Bingehîn biguherînin. Piranî ango temamê hekîmên Dadgeha Destûra Bingehîn raste rast êdî bi Serokomar ve girêdayî ne. Serokomar wan diyar dike. Divê bingeha Lijneya Hilbijartina Bilind bê guhertin. Divê hikmê Serokomar ê li ser wan bi dawî bibe. Dîsa divê Lijneya Dozger û Hekîman bê guhertin. Divê Wezîrê Dadê û Musteşarê wî nikaribin serdestiyê li ser wan bikin. Kesên burokrat ên di bin baneyê Wezareta Dadê de dixebitin nebin namzetê HSYK’ê. Divê HSYK di nava xwe de hilbijêrîn. Dîsa divê saziya dozgeran û dadgeran ji hev cuda be. Hekîm û dozger ne li cihekî bin. Li gelek welatan sûcê neheqiya li Serokomar tune ye. Divê heqareta li Serokomar ne sûc e.
DIVÊ KURDAN TEV LÊ BIKIN
Kanar, herî dawî wiha got: “Sûc çi dibe biba bibe divê înfaz wekhev be. Bi qasî tê dîtin ev pakêt ne demokratîk e. Tu eleqeya wê û reformê tune ye. Di sala 1991'an de zagona Têkoşîna bi Terorê re anîn. Xala 141-142’an a TCK'ê rakirin. Wê demê ji bo Çepê Tirkan cezayê îdamê kirin 10 sal. Cezayê muebetê kirin 8 sal. Di cezayên din de jî kêm kirin. Lê wê demê jî ji bo Kurdan cotstandart pêk anîn. Kurdên ji xala 125’an ceza girtin, cezayê wan nehat kêmkririn Em wê demê heta DMME'yê çûn. Me li wir jî encam negirt. Gelo de wekî sala 1991'an bikin. Ger ku tiştekî wisa bikin û Kurdan tev li guhertinan bikin wê demê mirov dikare bêje reform. Lê tu hevî û bendewariya min ji vê îktîdarê tune ye. Ji bo guhertin di asta reformê de pêk bê muxalefetek pir xurt pêwist e."
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayumat