WAN – Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, diyar kir ku bajêr di şert û mercên Rewşa Awarte de tê birêvebirin û xebatên li bajêr hemû tên astengkirin. Kava, got: "Lê wê bi ser nekevin. Çimkî baweriya me bi têkoşîn, aştî û demokrasiyê heye. Em ê bi ser bikevin û wê ew winda bikin."
Li Wanê 1095 roj in şert û mercên Rewşa Awarte didomin. Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, bal kişand ser vê rewşê û zextên li ser partiya wan. Kava, got, ew ê tim û tim ji bo aştî û demokrasiyê bitêkoşin.
POLÎTÎKAYÊN ZEXT Û ZORIYÊ Û ÇAVTIRSANDINÊ
Kava, bibîr xist ku di sala 2013'an de bi pêvajoya muzakereyê re hêvî geş bûbûn û got: "Lê gava îktîdarê dît ev pêvajo îktîdara wê dihejîne, rabû pêvajo ji holê rakir. Digotin, 'Me kefenê xwe li xwe kiriye, heger em zanibin wê îktîdara me birûxe, em ê dîsa aştiyê bînin.' Lê ev jî derew bû. Çimkî, dîtin ku îktîdar ji dest wan diçe, pêvajoya aştiyê rawestandin. Piştî vê pêvajoyê li her derî dîsa şer dest pê kir. Û bi zimanekî nîjadperest îktîdara xwe li ser piya dihêlin. Ji wê rojê heta niha ji hêlekê êrîşî Rojava, ji hêlekê êrîşî Şengalê, Iraqê û qadên parastinê dike. Ji hêlekê ve jî êrîşî partiyên siyasî dike. Hema bêje kîjan siyasetmedar, akademîsyen doza aştiyê bike demildest derbarê wan de lêpirsîn tên destpêkirin an jî tên girtin. Êdî doza ji bo aştiyê bûye sûc. Îktîdar bi aloziyeke wiha îktîdara xwe didomîne."
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN
Kava, anî ziman ku tevî hemû zext û zoriyan dîsa partiya wan di hilbijartinê de bi ser ketiye û şaredarî bi dest xistine, lê belê vîna ji sindoqan derket dîsa hatiye binpêkirin. Kava, got: "Hêza ku nikare bi demokrasiyê bi dest bixe, radibe bi hêze polîs û leşkeran bi dest dixe. Ev jî nîşan dide ku ew ne xurt in, qels in. Çimkî pir qels bûne ku bi salane tiştên nikarin bi demokrasiyê bi dest bixin, bi KHK û qeyûman bi dest dixin. Têkoşîan me bi van saziyan dest pê nekir. Ew dibêjin qey bi desteserkirina şaredariyan em ê qels bibin. em xurt in. Ew çi qasî êrîşî me dikin bila bikin, em ev qasî xurt dibin. Em ji wan xurtir in. Heger xurt bûna, wê bi demokrasiyê şaredarî bi dest bixistana. Di vê pêvajoyê de ew çi qasî bi ser me de tên bira bên, wê tiştek ji têkoşîna me kêm nebe. Çimkî bi têkoşînê bêtir xurt dibin. Ên winda bikin wê ew bin."
QEDEXEYÊN LI BAJÊR
Kava, destnîşan kir li bajêr hîn jî Rewşa Awarte didome. Kava, bibîr xist ku li bajêr çalakiyên demokratîk û xebatên demokratîk jî tên astengkirin û got: "Lê wê bi ser nekevin. Çimkî baweriya me bi têkoşîn, aştî û demokrasiyê heye. Belê, astengiyan didin ber me, lê em bi awayekî çalakiyên xwe, xebatên xwe didomînin. Em van pêkanînan di tayînkirinên qeyûman de jî dibînin. Ji bo tayînkirina qeyûm a li şûna hevşaredarên me yên Erdîşê, dibêjin 'ji ber pir di bin çavan de maye.' Ji bo navçeyên me yên din jî îhaleyan dikin hincet, lê ji roja şaredarî ketine destê me heta niha tu şaredaran tu îhale negirtine. Bi hincetên derewîn qeyûman tayîn dikin û dixwazin rê li ber xebatên me bigirin. Ev qelsiya wan nîşan dide. Tenê di mehekê de bi dehan hevalên me hatin girtin, bi hezaran jî hatin binçavkirin. Herî dawî 15 hevalên me yên jin hatin binçavkirin. Hemû jî xebatkarên partiyê bûn. Bi vî awayî dixwazin partiya me îllegalîze û krîmînalîze bikin. Lê hevalên me piştî binçavkirinê dîsa xebatên xwe didomînin. Çimkî em bawer dikin. Em ç bi ser bikevin û ew ê winda bikin."
YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Her wiha Kava bal kişand ser yekîtiya neteweyî ya kurd jî û got: "Gava li hemberî zimanê te, çanda te, nasname û dîroka te ev qas dijminantî hebe tu yê çi bikî? Civaka kurd divê ne bi hêzên kapîtalîs û navdewletî, bi xwe bawer û amin be. Vê yekê jî bi yekîtî û îtifaqê dikare çê bike. Dibe partiyên siyasî cuda bin, dibe bîrdoziyên wan ne wek hev in, lê gava mesele bê ser yekîtiyê divê hêz bibin yek û bi hev re xwedî li ziman, nasname û çanda xwe derkevin. Ancax em dikarin bi vî awayî bi ser bikevin. Em nikarin bi pişta hêzên dagirker vê yekê bikin. Pêdiviya kurdan ne bi alîkariya DYA an jî Rûsyayê, bi tifaqê heye."
MA / Cemîl Ugûr