WAN - Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana doza tazmînatê ya ku Îbrahîm Atabay ê di sala 2009'an de li Gundê Kêlê yê Ebexa Wanê ji aliyê tîmên taybet ve hat kuştin, red kir. Dadgehê îdîa kir ku rêyên hiqûqa navxweyî hêj neqediya ye.
Li gundê Kel a Ebexê, di 7'ê cotmeha 2009'an de 2 HPG'î û xwendekarekî lîseyê dema ku li maleke bûn leşkerên girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Ebexê bi ser gund de girtin û Fermandarê Alaya Cendirmeyan Vecîhî Halîl Îyîgun û efser û leşkerên pê re bi helîkopteran hatin gund û her du HPG'î û xwendekarê lîseyê înfaz kirin. Di çarçoveya dosyayê de di encama lêpirsîna veşarî ya hate kirin de 17 tîmên taybet û albay hatin girtin. Tîmên taybet piştî hefteyeke hatin berdan. Albay jî saleke girtî ma û doz bi hinceta "ji ber qelsiya ewlehiyê heye" neqlî Enqereyê hate kirin û ew jî hate berdan. Di dozê de şahid û hin leşkeran di îfadeyên xwe de anîn ziman ku hersê kes piştî ku bi saxî hatin girtin hatin înfazkirin û ev agahî bi awayeke berfireh di dosyayê de cih girt. "Doza Ebexê" ya li 6'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê hate dîtin, di danişîna 14'emîn de dozger bereata bersucan xwest û ev daxwaz ji aliyê heyeta dadgehê ve jî hate qebûlkirin.
Malbatê piştî encam ji dadgehê derneket, malbatê serî li Dadgeha Îdarî ya Wanê dan û doza tasmînatê kirin. Lê dadgeha Îdarî jî daxwaza malbatê ya tazmînatê red kir. Li ser vê yekê malbatê doza tazmînate birin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). Lê Dadgeha Destûra Bingehîn bi hinceta doza ceza didome serlêdana malbatê red kir. AYM, serlêdana malbatê ya "Mafê jiyanê hatiye binpêkirin" bi hinceta rêyên hiqûqî bi dnawî nebûne red kir.
BIRYAR LI DIJÎ HIQÛQÊ YE'
Parêzerê malbatê Îsmaîl Guler, anî ziman ku wan hem ji bo mafê jiyanê hatiye binpêkirin û hem jî darizandinek adîl nehatiye kirin bi 2 dosyayan serlêdan kirin û wiha got: "Lê AYM'ê serlêdana 'Mafê jiyanê hatiye îhlalkirin' biryar da ku ev yek nayê pebûlkirin. Kesê hatiye kuştin mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin. Ev pir aşkere û zelal e. Ev biryara dadgehê nayê qebûlkirin. Ev biryar li dijî hiqûq û edaletê ye. Kesê hatiye kuştin mafê wî yê jiyanê hatiye binpêkirin. Ev biryarek siyasî ye. "
MA / Adnan Bîlen