Colemêrgî: Tev de hereket bikin, bibin yek

  • rojane
  • 09:03 17 Mijdar 2019
  • |
img
 
WAN - Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî, bal kişand ser yekîtiya neteweyî ji partiyên siyasî û saziyên kurdan re got: "Bi hev re tev bigerin. Heger hûn difikirin bi hev re bifikirin." 
 
Piştî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji her carê bêtir yekîtiya neteweyî ya kurd bû rojeva kurdan. Nivîskar û lêkolîner Îhsan Colemêrgî, hegemonyaya hêzên serdesta a li ser erdnîgariya kurdan, sedemên çênebûna yekîtiya neteweyî ya kurdan, îxanetên çê bûne, têkiliya di navbera partî û saziyên kurdan de û tiştên divê ji bo yekîtiya neteweyî bên kirin nirxandin. 
 
'ERDNÎGARA KURDAN BÛYE QEDERA WAN' 
 
Colemêrgî, destnîşan kir ku sedemeke sereke ya çênebûna yekîtiya kurdan erdnîgariya wan î çiyayî ye û got, di dîrokê de serdest tim û tim sûd ji vê belawelabûyînê girtine û xwestin kurdan perçe bikin. Colemêrgî, got: "Serdestên li Rojhilata Navîn bi sedan sal in li ser navê dîn polîtîkayên xwe li ser kurdan pêk tînin. Di destê wan de du şûr hene; berê yekî dane asîmana, yên din di erdê de çikandine. Kirinên şûrê xwe yê di erdê de çikandî, bi yê ber bi asîmanan ve bilind kirine paqij dikin. Serdestên ku li Rojhilata Navîn warê kurdan dagir kirine, bi salan e vê nîjadperestiya xwe di bin navê dîn de dimeyînin. Dîn, ji bo kesên di dest wan de çek hene şûrekî tûj e; ji bo nekeve destê kurdan jî bûye gopalek. Îbn-î Haldûn, dibêje 'erdnîgarî qeder e.' Bi ya min ev gotin li cîhanê tenê ji bo kurdan hatiye gotin. Loma ev erdnîgara perçekirî bûye qedera kurdan." 
 
'HER KES HESPÊ XWE LI ERDNÎGARIYA KURDAN BEZANDIYE' 
 
Colemêrgî, anî ziman ku 2 hezar sal in erdnîgariya kurdan ji hêla hêzên serdest ve hatiye dorpêçkirin û got: "Erdnîgariya kurdan dişibe pêncerêya li Wanê. Li cîhanê kîjan hêza serdest xwestiye li Rojhilata Navîn dijminê xwe biqedîne, pêşî hespê xwe li axa kurdan li Kurdistanê bezandiye. Her wiha li Rojhilata Navîn kîjan hêz bi hêzeke din re şer kiriye, wan jî hespê xwe li axa kurdan bezandiye û ev hêz tevî dijminên xwe li erdnîgariya Kurdistanê şer kirine. Skender û Persî li Hewlêrê, Yavûz Sûltan Selîm û Şahê Îranê li Çildiranê, Fatûh Mehmet Sûltan Mehmet û Akkoyûnî li erziromê şer kirine. Niha erdnîgariya kurdan di navbera Ewropa, welatên Rojhilata Navîn de hatiye parvekirin. Ev perçebûn bûye sedem ku heta niha kurd nikaribin yekîtîya xwe çê bikin. 400 sal berê Osmanî û Îranê di navbera hev de peymanek çê kirine û ev peyman hîn jî didome. Ev sirf ji bo kurd nebin yek. Yanî mînaka herî baş Peymana Qesr-î Şîrîn e." 
 
'PÊŞÎ BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ' 
 
Colemêrgî, anî ziman ku sedemeke din ku li pêşiya yekîtiya neteweyî ye, partiyên kurdan, kesên pêşengiyê dikin berjewendiyên xwe yên neteweyî û berjewendiyên xwe yên herêmî ji ên neteweyî bêtir esas digirin. Colemêrgî, got: "Heta ev rewş ji holê ranebe, wê yekîtî çê nebe."
 
Colemêrgî, diyar kir ku ji bo ev rewş bi dawî bibe divê kurd pir bixwînin û pir serwext bibin. 
 
'HEGER BÊDENG BIMÎNIN WÊ BEXDA DESTKEFTIYÊN KURDAN JI DEST WAN BISTÎNE' 
 
Colemêrgî, diyar kir ku dagirkirina Kerkûk û Efrînê ji bo kurdan rewşeke pir xembar e û got: "
 
"Welatê kurdan wekî qesrekê bifikirin. Pencereya wê qesrê Efrîn, cihê xwarên lê dipije jî Kerkûk e. Ma qesreke bê pencere û metbax mimkun e? Nebûna yekîtiya neteweyî bû sedema windabûna pencere û metbaxê. Heger bêdengî bidome hûn ê bibînin ku wê Bexda dest desyne ser destkeftiyên kurdan. Wê Bexda, di nêz de vê bêhêzî û perçebûnê bibîne û careke din xala 140'emîn nîqaş bike. Çima vê dikin? Çimkî ên gelekî xurt dikin saziyê wê ne. Veguherînên civakiyî ne bi kesan, bi saziyên wan ê xurt pêkan e. heta ev sazî neyên avakirin, wê ew gel tim û tim bi xerabiyan re rû bi rû bimîne. Pêdiviya kurdan bi guherîn û veguherînê heye.
 
Rewşa niha em diêşînin û li xweşa me naçe. Nexwe divê demildest pergala me biguhere. Biçûk an mezin divê partî û saziyên li her çar perçeyan ne berjewendiyên xwe, pêşî berjewendiyên gel û civakê esas bigirin. Çimkî li ber kurdan tuneleke dirêj û tarî heye. Heger di destê vî gelî de ronahiyek û meşaleyek tunebe, em ê nikaribin wê tunelê derbas bikin. Meşaleya di dest me bîr û vîn e." 
 
'ÎXANET JI ENKÎDO HETA NIHA DIDOME' 
 
Her wiha Colemêrgî, bal kişand ser îxanetên li ber yekîtiyê dibin asteng. Colemêrgî, anî ziman ku di dîroka hemû gelên hatine dagirkirin îxanet heye û got: "Di dîroka Kurdistanê de şerên mezin di navbera deştî û çiyayiyan de pêk hatiye. Îro şerê li Rojava, Kerkûk û derdorên wê didome 4 hezar û 500 sal in didome. Bi sedan sal in deştî hewl dane Mezopotamyayê bi dest bixin û çiyayan jî li ber xwe dane. Akaq, Babîlî Asûrî û Ereb deştî ne. Ên 4 hezar û 500 sal in li hemberî wan li ber xwe didin jî Med, Mîtanî, Ûrartî û Kurd in. Tişta ecêb jî gava di navbera deştî û çiyayiyan de şer dest pê kirine, aha wê çaxê dîroka îxanetê jî derdikeve holê. Bi sedan sal berê Asûriyan hevdîtin bi kurdan re çê kiriye û xwestine wan ber bi xwe ve bikişînin. Ev rewşa belawela û perçebûyî ya kurdan, bûye sedema îxanetên mezin jî. Gelek eşîretên kurdan carinan li gel Safewiyan, hin jê li cem Osmaniyan, Asûrî û Ereban cih girtine. Ev îxanet ji Enkîdo heta niha didome. Çima? Çimkî di tu serdemê de mîrekî kurdan rêz ji bo mîrekî din nîşan nedaye. Eynê wekî Enkîdo. Ennkîdo, çiyayî ye lê li cem Gilgamêşê deştî cih digire û dibe sedema tunebûna piraniya çiyayiyan. Eynê tişt hat serê Împaratoriya Medan jî. Pismamê qiralê Medan Harpagos, gava şer gur bûbû derbasî hêla Persan bû kir ku gelê wî di şer de têkbişikê.Mixabin ev îxanet hîn jî didome. Ji ber van tiştan em dibînin ku kurd nebûne yek. Heger yekîtiya neteweyî hebûna, wê ev îxanet heta niha dewam nekirana." 
 
'ÎXANETA ZEYNEL BEGÊ HÎN JÎ DIDOME' 
 
Colemêrgî, ji bo îxanetên çê bûne jî bal kişand ser Zeynel Begê û birayê wî Bîdax Begê ku xwestine bibin mîrê Colemêrgê. Colemêrgî, got: "Di sala 1550'yî de Zeynel Beg û birayê wî Bîdax Beg hene. Bîdag, ji bo bibe mîrê Colemêrgê berê xwe dide Îranê, diçe cem Şah Tahmaz. Zeynel Begê jî berê xwe dide Stenbolê, cem Osmaniyan. Di sala 1548'an de Wan dikeve destê Osmaniyan. Osmanî, ji bo Zeynel Begê bibe mîr talîmatekê dişîne. Zeynel Beg tê Wanê û li Waliyê Wanê Ferhat Paşa dibîne. Ferhat Paşa jê re dibêje; 'Tu nikarî wis abi rihetî li ser wî textî rûnê. Birayê te Bîdag çûye Îranê cem Şah. Divê tu an wî bi saxî an jî mirî bînî, paşê bibî mîr.' Zeynel Beg jî diçe birayê xwe zevt dike û radestî Waliyê Wanê dike û dibe mîrê Colemêrgê. Ev bûyer di sala 1550'yî de diqewime lê ev qas sal di ser re derbas bûne hîn jî qedera kurdan heman tişt e. Gava ev bûyer qewimiye, hîn Amerîka nebûye dewlet. Ev birîn birîneke pir kevn e. Niha ev serdest li vê xakê hebûna kurdan jî tamûl nakin û ji bo kurd bibin 7-8 perçe têdikoşin. Bi van qewimînan em dibînin ku îxanet bûye sedema çi." 
 
'YEKÎTÎ'
 
Colemêrgî, divê kurd piştî ev qas tiştan êdî stratejiya xwe bigherînin û teqez tev de tev bigerin û got: "Bi hev re tev bigerin. Heger hûn difikirin, nexwe bibin yek." 
 
MA / Adnan Bîlen
 
 

Sernavên din

18/11/2019
13:19 Di dewriya Tirkiye û Rûsyayê de jinek birîndar bû
12:47 Gelê Kobanê vê carê bi molotofan bersîv da dewriya eskerên Tirk û Rûs
12:47 Koma Ehrar Şarqiye li Efrînê jinek kuştin
12:14 Kurdan di lîsteya 'Kesê Salê' ya Kovara TIME'ê de cih girt
11:30 Çalakiyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê didomin
Zanîngeh, dibistan û banka hatin girtin
11:15 Hemdan El-Ebid: Me hevkariya DAIŞ û Tirkiyê bi belgeyan îspat kir
11:12 Surucu: Bi qeyûman êrîşî pergala hevserokatiyê dikin
11:08 Ji Geliyê Dîcleyê rengên jiyanê
10:42 Ji bo parastina xwezayê şitil çandin
10:17 Îdîanameya ku kirin sedema tayînkirina qeyûm red kirin
09:32 Li Nisêbînê 25 kes hatin kuştin: Îfadeya rayedarekê jî nehat girtin
09:01 Girtiyên Girtîgeha Osmaniye ji 12'ê mijdarê de di grevê de ne
09:01 Xwendekara der barê wê de lêpirsîn vekirin di 4 saetan de ji leyliyê dûr xistin
09:01 Bond: Li dijî krîza avhewayê pêwistî bi çalakiyên radikal heye
09:01 Alagaş a hêjayî xelata Maria Grazia Cutuli hat dîtin: Serkeftina jinên kurd ên rojnameger e
09:01 'Ji ber me maşîna plaka wê 21 slav kir em rastî êrîşê hatin'
09:01 AYM, serlêdana Atabay a 'Mafê jiyanê hatiye îhlalkirin' red kir
09:01 Li Lûbnan, Iraq û Îranê gel çi dixwazin?
09:01 Hevserokê KCD'ê Ozturk: Ji xeynî yekîtiyê pêdiviya Kurdan ji tiştekî din tune
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2019'AN
17/11/2019
20:33 Gabriyel: Lihevkirin li ser Til Temirê tune: Êriş berdewam in
20:27 Şewata daristanê ya piştî operasyona eskerî 3 rojin didome
20:18 Dozger binçavkirina 57 HDP’iyan 4 rojên din dirêj kir
18:27 Mamosteyê dawî li jiyana xwe anî li Dersîmê defin kirin
16:42 Temellî: Ev îktîdar îktîdara zilm û şer e
15:50 Bûldan: Qeyûm darbeya li dijî siyaseta jinê ye
15:41 Zêdeyî 3 hezar Karkerên Sûriyeyî li dervê qeydan kar dikin
Temenê zaroken karker daket 6 salî
15:17 Çalakiyên gel ên li dijî rejima Îranê didomin
15:02 Rêveberiya Xweser: Bi lez bila dewleta Tirk ji axa me derkeve
14:47 Jinan 'Daristana Jiyanê ya Jinan' danîn
Ji bo 390 jinên hatin kuştin 390 dar çandin
14:19 Endezyarê di bin înşaeta mizgeftê de ma û mir defin kirin
13:57 5 rojnameger hefteyekê neheq di bin çavan de man
Dozger hewce bi lêpirsînê nedît
12:36 Ciwanên HDP'ê bertek nîşanî binçavkirin û girtina ciwanan dan
11:51 Li vê malbatê hemû betal in: Debar nabe
10:50 Belgeyek din a têkiliya Tirkiye û DAIŞ'ê nîşan dide derket holê
09:38 Kalê 80 salî 23 salin girtî ye
09:12 Di 13 rojên mijdarê de 19 kesan ji ber qeyrana aborî dawî li jiyana xwe anîn
09:11 Pirtûka 'Ji Bo Zarokan Cografya'
09:10 'Xebatkarên AVM'yan bi berxwedana li AVM'yan tozika mirî ya li ser xwe avêtin'
09:07 Karataş: Dixwazin Tirkiyeyê bikin çopgeha nukleerê
09:05 Komeleya Lêkolînên Kurdî: Divê ji bo yekîtiya neteweyî gavine berbiçav bên avêtin
09:03 Colemêrgî: Tev de hereket bikin, bibin yek
09:01 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2019'AN
16/11/2019
21:09 Ebdî: Belgeyen ku DAIŞ di êrîşan de tên bikaranîn hene
19:14 Xwepêşenderan wesayîtên polîsan şewitandin
19:04 Xwestin Hevşaredara Pirsûsê 2 rojên din di bin çavan de be
18:39 Rêxisitnên elewiyan: Em dibêjin êdî bes e
18:13 Jiyan û têkoşîna Memed Uzun vegotin
17:10 Hiso: Hêzên cîhanê li dijî êrîşan bêdeng in
16:40 Li Heskîfê mexdûrên xaniyan hatin binçavkirin
16:40 Li Stenbol û Enqereyê xwestin girtiyên nexweş bên berdan
16:39 Koalîsyona di Rojnamegeriyê de Jin girtina Demîr û Aydin şermezar kir
16:29 Ocalan: Midurê Emniyetê ji bo pesnê wî bê dayîn hiqûqê binpê dike
16:28 Jinên şirnexî ji bo 25'ê Mijdarê hatin gel hev
15:59 Koçyîgît: AKP penaberan wek keysê bikar tîne
15:58 Midura Nûçeyan a Jin News'ê Alagaş li Îtalyayê hêjayî xelatê hat dîtin
15:41 Xizmên windayan: Tevî JÎTEM li xwe mikur hat jî dewlet vedişêre
15:35 HDP: Daraza ku îktidarê ava kiriye dê di çirava wê de bixeniqin
15:30 Li Pendîkê êrîşa çekdarî: 3 kes mir û kesek jî birîndar bû
15:00 Hevjîna Hayrullahoglu yê hat qetlkirin: 37 sal derbas bûn lê hêrsa min neqediyaye
14:51 Hevşaredara Pirsûsê Çevîk: Me tiştekî derveyî qanûnan nekiriye
14:50 Li Pirsûsê mudaxileyî şermezarkirina qeyûm
14:21 Peykerê Mihemed ê bi fosforê birîndar bû çêkir
14:11 Li Babê teqîn: 17 kesan jiyana xwe ji dest da
13:21 Ciwanên HDP'î: Gef li me xwarin û em îşkence kirin
13:09 Îran wê mamosteya kurdî Zehra Mohammadî darve bike
12:47 Endezyarê di bin îskeleyê da ma jiyana xwe ji dest da
12:21 Qeyûm kurdî kir tirkî!
12:06 Ji ber deynan dawî li jiyana xwe anî
12:04 Bi salane dengê Ahmet Kaya li wê kuçeyê olan dide
11:37 MKGP: Rûken Demîr û Melîke Aydin pêwistiya pîşesaziya xwe kirine
11:35 Hevşaredarê Dêrikê: Em qeyûmên wan nas nakin
11:02 'Ji ber bêkariyê em nikarin xeyala siberojê jî bikin’
10:54 Akademîsyen Altiparmak bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da
10:51 Ji bo ‘Zirarên Peyvirê' dê 99,5 milyar tl ji butçeyê xerç bikin
10:37 ‘Ji bo her kesî xizmeta tenduristiya wekhev û bi qalîte lazim e’
10:36 Navenda Jinê ya Amîda ku qeyûm girtibû dîsa vedibe
10:15 Berdevkê Meclisa Ciwanên HDP'ê: Armanc dikin rêxistinbûna ciwaanan belav bikin
09:29 Pirtûka bijîşkiya gelêrî ya kurdî 'Tibba Melayê Ervasî' kengî hatiye nivîsandin?
09:28 Hevşaredarê Êlihê Demîr: Walîtî biryarên meclîsa şaredariyê red dike
09:27 Karker: Em ancax bi çalakiyên gel ên rêxistinkirî dikarin ji krîzê derkevin
09:27 Adîl Okay: Divê girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan
09:26 Muftuoglû: Îktîdar kesên birçîbûnê qebûl nakin dike 'terorîst'
09:25 Ji dêvla polîsan ceza li kesên hatin derbkirin birîn
09:25 Nerazîbûna hezexiyan a ji bo qeyûman: Ne bi hilbijartinê, bi darê zorê distînin
09:13 Wê HDP rapora derbarê qeyûman de bi raya giştî re parve bike
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2019'AN
08:39 Qeyûm tayînî 4 şaredariyên HDP’ê kirin
08:24 Rojnameger Demîr û Aydin hatin girtin
15/11/2019
22:00 10 ciwanên HDP'î hatin girtin
20:41 10 kes hatin binçavkirin
19:35 Seyîd Riza û hevrêyên wî bibîr anîn
16:57 Bi kepçeya Şaredariya Kanîreşê li xezîneyên geriyan
16:56 Derket holê ku deynê malbata ku li malê mirî hatin dîtin pir zêde ye
16:41 Serokê Baroya Stenbolê: Pakêtên darazê hêvî nadin
16:35 TJA'yê li Stenbolê kartên piştevaniyê şandin girtîgehan
16:29 ‘Plana Islahatê ya Şerqê bi destê qeyûman didome’
16:21 Li avahiya Şaredariya Pirsûsê ‘lêgerîn’ bi dawî bû
16:15 Nûçegihanê me Omer Akin hat berdan
16:14 Binçavkirina hevşaredaran şermezar kirin