STENBOL - Li navçeya Pendîkê kesekî bi çifteyê êrîşî dikan û malekî kir. Di êrîşê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.
Li taxa Gulubaglar a navçeya Pendîkê li ser kolanan Tandoganê kesekî bi çifteyê êrîşî dikanekî kir. Êrişkar piştî ku li vir gule li berî yekî da darbarî maleke ser dikanê bû û li vir jî gule berda. Di êrîşê de ji heman malabtê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Kesê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Tê gotin ku êrîş ji ber 'xwestina keçekê' pêk hatiye.
Polisan êrîşkar binçav kir û birin Miduriyeta Polisan a Pendîkê. Di kêliya birina êrîşkar de welatiyên li cihê bûyerê bi kevir û şûşeyên avê êrîşî êrîşkar kirin.