NAVENDA NÛÇEYAN - Hiqûqnasê mafê mirovan û akademîsyen Kerem Altiparmak, li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên HDP'ê da.
Desthilata AKP'ê hevşaredarên HDP'î ku di Hilbijartina Herêmê ya 31'ê Adarê de bi ser ketin, ji peywirê dûr dixe û qeyûm tayînî şûna wan dike. Herî dawî jî duh hevşaredarên navçeyên Dêrik, Şemrex û Stewrê yên Mêrdînê û navçeya Pirsûs a Rihayê ji peywirê hatin girtin û îro qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin. Hiqûqnasê mafê mirovan û akademîsyen Kerem Altiparmak li ser hesabê xwe yê twîtterê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da. Altiparmak têkildarî mijarê ev parvekirin kir: "Ji bo namzetiya şaredariyê divê ku hûn belganameya paqiş pêşkêş bikin. Yanî di sicîla kesên di HDP'ê de bûn namzet de sûc tuneye. Çawa çêbûke tev di nav 6 mehan de bûn makîneya sûc. Senaryoya ku Wezareta Karên Hundir dixwaze em ji bawer bikin ev!!!"