Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin
Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye

img

ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku dê partiya wan di civîna 20’ê mijdarê de ji bo pêvajo nû nexşerêya xwe diyar bikin. Kubîlay derbarê hevdîtina Erdogan û Trump de jî got: “Cihê çareseriyê ne Washington e, cihê çareseriyê Kobanê ye.” 

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay got civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan didome û mijarên wek tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî HDP’ê û geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin. 
 
Kubîlay bi bîranîna 82’yemîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrên wî dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku tiştên li Dersimê qewimîn niha jî bi destê AKP’ê li ser kurdan didome û li tevahiya herêmê belav bûye. 
 
Kubîlay bal kişand tayînkirina qeyûman ser şaredariyên HDP’ê û got heta niha qeyûm tayînî 20 şaredariyên wan hatine kirin û îro jî 4 hevşaredarên wan ên Stewr, Şemrex, Dêrik û Pirsûsê hatin binçavkirin. 
 
'ÊRIŞÎ ÎRADEYA JINA AZAD DIKIN’ 
 
Kubîlay da zanîn ku hevşaredarên wan ên îro hatine binçavkirin tev jin in û got: “Tayinkirina qeyûman di heman demê êrîşa li dijî îradeya jinên azad e. Hem jî ev êriş di hefteya 25’ê Mijdarê de pêk tên û êrişên AKP’ê yên li dijî vîna jinan dewam dikin. Her wiha çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê tên astengkirin û qedexekirin. Ev jî nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî têkoşîna jinan dide nîşandan. Heta niha 32 hevşaredarên me hatine binçavkirin û 14 ji wan hatine girtin.” 
 
'QEYÛM HER TIŞTÎ DESTESER DIKIN’ 
 
Kubîlay anî ziman ku bi rêya qeyûman îradeya gel tune tê hesibandin û got: “Bi desteserkirina vînê re namînin û qeyûm li şaredariyan talanê û diziyê pêk tîne. Qeyûm her tiştî desteser dike. Qeyûmên serdema bihûrî 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin. Raya giştî û gel kes nizane ka ev qeyûm malê xelkê çawa bikar tînin û çi bi pereyên xelkê dikin.” 
 
'REWABÛNA DARAZÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Kubîlay bal kişand ser rewşa darazê jî û wiha got: “Sepanên derveyî hiqûq û li dijî rewabûnê nayên pêk tên. Daraz bi devê îktîdarê kiras li qanûnan dike. Şirket anketên baweriya ji bo darazê dikin. Xelk bi piranî dibêje ‘baweriya me bi darazê nemaye.’ Yanî ji sedî 90’ê civakê ku baweriya wan bi darazê nayê, biryarek ku ev daraz bide jî qet û qet ne rewa ye.”
 
‘DADGEH WEK ŞAXÊN QESRÊ DIXEBITIN’ 
 
Kubîlay diyar kir ku li ser fermana îktîdarê bi destê daraz û polîsan zextên li ser partiya wan her ku diçin zêde dibin û her roj ciwan, jin û bi dehan kesên endamên partiya wan tên binçavkirin û îşkence li wan tê kirin. Kubîlay got wê ew roj were ku ev daraza bêhiqûqiyan dike cihek ku pişta xwe bispêrinê dê tune be û dê ev îktîdra otorîter jî nikaribe wan rizgar bike. Kubîlay destnîşan kir ku dadgehên dixebitin jî wek şaxên Qesrê dixebitin. 
 
'EM XETA BERXWEDANÊ AVA DIKIN’ 
 
Kubîlay da zanîn ku êriş tenê bi qeyûman ve ne sînorkirî ye bi gelek aliyan zext li ser partiya wan hene û em li dijî van êrişan xeta berxwedanek rewa û demokratîk ava dikin û bila her kes jî dizanibe dê vê tim berdewam bikin. Kubîlay got ew ê wek HDP’ê di dawiya civînên wan navendî de dê geşedanên siyasî û zextên li ser partiya xwe binirxînin û encamname ango nexşrêya partiya xwe bi raya giştî re eşkere bikin. 
 
‘CIHÊ ÇARESERIYÊ NE WASHINGTON E, KOBANÊ YE’ 
 
Kubîlay bal kişand ser hevdîtina Serokkomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump jî û got: “Li Amerîkayê têkildarî malbata Erdogan çi hat axaftin? Divê ev yek were eşkerekirin. Diçe li Amerîkayê jî dibêje ‘pirsgirêka min bi kurdan re nîne.’ Nikare bêje ‘ez ne dijminê kurda me.’ Vegotina her tiştî ya ji Trump re jî îfadeya têkçûnê ye û bêçaretiya wan e. Tu wateya gotinên Erdogan nemaye. Radibe û li Amerîkayê pesnê xwe yê penaberan dide. Dixwaze xwe bi penaberan bide qebûlkirin. Lê pereyê daye û dide çeteyan jî nikare eşkere bike. Divê tu û hûn li Amerîka û Rûsya li çareseriyê negerî, lazime hûn li Kobanê û li Qamişlo li çareseriyê bigerin.” 
 
‘BI ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê HESKÎFÊ TALAN DIKIN’ 
 
Kubîlay bal kişand ser hilweşandin û talankirina Heskîfê û wiha got: “Zîhniyeta DAIŞ’ê ku Palmîrayê hilweşand û zîhniyeta ku Heskîfê hildiweşîne û dixe bin avê heman zîhniyet e. Tu ferq di navbera wan de nîne. Dîroka gelan, şaristanî û kevneşopiya bi hezarê salan tê wêrankirin. Geliyê Dîcleyê jî talan dikin.” 
 
 
 
 

Sernavên din

15/11/2019
16:13 Kincên ciwanên HDP’i yên li edliyê çiriyane, destên wan girêdayîne
15:46 Ceylan: Em qeyûman nas nakin
15:44 Di êrişa Tirkiyeyê de eskerê Sûriyeyê mir
15:42 Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin
Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye
15:35 Dozger xwest rojnameger Demîr û Aydin bên girtin
15:34 Endamên KESK'ê: Em jiyanek mirovane dixwxazin
15:06 Li Taksîmê karkerekî înşaatê yê sûriyeyî birîndar bû
14:46 Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ji bo endamên Grûp Yorûm banga hestiyariyê kir
14:37 Onlu: Bila komkujiya Dersîmê bi her awayî bê lêkolînkirin
14:15 Ji Paylan rexneya MEB'ê: Di pergala perwerdeyê de cih ji nasnameyên cûda re tuneye
14:11 Nûçegihanê me Omer Akin hat binçavkirin
14:04 Endamên Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt diyar bûn
13:41 Hevşaredara Nisêbînê Semîre Nergiz hat berdan
13:40 Ji bo girtiyên jin kartên 25’ê Mijdarê şandin
13:39 Şahoz Hesen: Erdogan armanc dike DAIŞ’a fermî ava bike
13:12 Hevserokên Giştî yên HDP'ê: Em li ber kesên ku li hemberî we çok danenîn erdê pejna xwe ditewîn in
13:10 Rêxistinên elewiyan li Stenbolê tên gel hev
13:03 Der barê Nûçegîhanê MA'yê Kanbal de 2 lepirsînê cuda vekirin
13:02 Li ber Şaredariya Pirsûsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
12:51 Polîsan kurê wekîla HDP’ê Tosun binçav kirin
12:42 Aborînas Şahînoz: Êdî nikare ji derve deyn bike û çavkaniyên hundir jî xelas bûne
12:34 Dê Îlhamî Sîdar li Wanê bi xwînerên xwe re bê gel hev
12:19 Ji Serbijîşkê Nexweşxaneyê gef: Her kes hişê xwe bide serê xwe
12:14 Destûr nadin ku parêzer hevşaredarên dibin çavan de bibînin
11:51 Ciwanên HDP’ê sewqî edliyê kirin
11:39 Budçeya Diyanetê ya 2020'an ji ya 6 wezaretan derbas kir
11:39 Şaredariya Qelqelî Mala Çandê ya Jinan vedike
11:24 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:18 Biryara komkirina broşurên 25’ê Mijdarê dan
11:17 Dundar ê ku kesên bi nasnameyên sexte xwestin wî birevînin: Dixwazim bûyer were ronîkirin
11:03 Graham ji Erdogan re got: Tu dixwazî tiştên ku leşkerên te anîn serê Kurdan nîşanî te bikim?
10:50 Şaredarê AKP'ê: Me we kir misilman
10:45 Beriya qeyûm tayîn bikin alek mezin daliqandin
10:37 Walî û Şaredarî bûn yek û dawî li karê 300 îşportavan anîn
10:36 Tevî astengiyan jî dê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin
10:12 Li Bakirkoyê yek jê zarok cenazeyê 3 kesan hat dîtin
09:56 Avakarên çalakiyê çi ji wan dixwazin wê dikin
09:37 Piştî qeyûm tayînî şaredariya Hezexê kirin maşîna şaredariyê dewrî polîsan kirin
09:20 Guney: KHK'yan em piştrast kirin ku siyasî ne
09:19 Dag: Bi binçavkirinan dixwazin ciwanan ji siyasetê dûr bixînin
09:17 Roussopoulos: Dixwazin şoreşa civakiyî ya li Rojavayê tune bikin
09:16 Daxwaza hevpar a jinan: Em dixwazin bijîn
09:15 Nûnerên partiyên kurd: Pêşî yekîtiya mêjî, paşê yekîtiya neteweyî
09:15 Şêniyên gundên li ser sînor: Tenê rêyek heye, ew jî yekîtiya neteweyî
09:14 Qebehet xistin stuyê wî, hat xwestin 25 sal ceza lê bê birîn
09:00 ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2019'AN
08:46 4 Hevşaredarên HDP'î hatin binçavkirin
14/11/2019
20:21 Li Iraqê 4 kes hatin kuştin
20:10 Gelê Şehbayê li dijî êrîşên Tirkiyeyê meşiyan
17:34 Endama Meclîsa Şaredariya HDP'î hat girtin
17:02 Orhan: Em li dijî êrişan serî radikin
16:51 Lêpirsîn li Fîrmaya dermanan ku Aydinlikê wê hedef nîşan dabû hat vekirin
16:42 Doza Çerkezoglu hat taloqkirin
16:07 Li Elbistanê 8 HDP'î binçav kirin
16:06 Onlu: Yên ji Komkujiya Dersimê re bêdeng man îro jî ji Rojava re bêdeng dimînin
16:00 Polisan bi ser malbata Vatan de girt!
15:32 Tevdîrên 'ewlehiyê' yên qeyûmê Qoserê didomin
15:29 Ciwanên HDP’ê: Hevalên me berdin
15:12 Farisogûllari: Çare li şûna Rûsya û Amerîkayê Ocalan e
15:02 Taşdemîr: Têkoşîna jinan dê AKP’ê bişîne ser sergoyê dîrokê
14:12 Amerîkayê DAIŞ'iyê di navbera du welatan de mabû qebûl kir
14:10 Togrûl: Yên li ber têkçûnê ne berê xwe dane partiya me
14:00 Doza Nisêbînê: Xweseriya Demokratîk maf e, nabe sûc
13:44 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
13:40 ‘Rûsya li Qamişlo dest bi avakirina baregeha esmanî kirin’
13:10 Fînansorê SETA'ya 'sîxur' malbata Albayrak e
12:59 Danişîna ku Demîrtaş muştekiyê wê bû hat taloqkirin
12:42 Endama Meclisê ya HDP'î Zûgûrlî hat girtin
12:38 Li Dîlokê polîsan bi ser avahiyên HDP’ê de girt: Gelek kes hatin binçavkirin
12:28 Rojnameger Polat hat beratkirin
12:27 Doza kuştina Fendîk dîsa taloq kirin
12:22 Rêveberiya Xweser: Amerîka û Rûsya ji Tirkiyê re dibêjin di bin maseyê de ‘bimeşe’
12:13 Bersiva gel a ji bo pirsa 'HDP li dijî qeyûman divê çi bike': Divê HDP helwesteke radîkal nîşan bide
11:13 Qeyûm tayînî 20 şaredariyan hat kirin: Vîna 2 milyon û 219 hezar kesî tune tê hesibandin
10:57 Parêzer ji 7’ê Tebaxê ve nikarin Ocalan bibînin
10:53 Li Rojava piştî zeytûnan niha jî genim tê talankirin gelo?
10:37 Kaplan: Qeyûman 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin
09:18 Pêşî berhev kirin, paşê biryar hat girtin
09:18 Wê îsal êzing û sergînan bişewitînin
09:17 Avakara VAKAD'ê Ozgokçe: Jin xwe ewle hîs nakin
09:16 Ji ber wêneyê Erdogan parve kir ji kar hat derxistin
09:16 Malbata Yeşîlmenê, piştî 4 salan vegeriya bajêr: Bila kiryar bên dîtin
09:14 Hevşaredarên qeyûm tayînî şûna wan hatin kirin: "Wê rejîma ditirse bi paşve here
09:14 Nerazîbûna hiqûqnasan a ji bo pakêta darazê: MHP û AKP, dixwazin kesên îstismarê dikin bên berdan
09:13 Ji Lubnanê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Em berxwedanê birêxistin bikin
09:12 Nasir Yagiz: Rêya yekîtî û azadiya Kurdan Îmralî û Azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2019'AN
08:54 Rojnameger Çoşkûn û derhêner Kizil hatin binçavkirin
00:25 Li Fermandariya Tûgayê ya Zirxî ya 20'emîn a Rihayê teqîneke mezin pêk hat
13/11/2019
22:56 Li Taksîmê welatiyekî hewl da ku întihar bike
21:37 Hevşaredarên Rêya Armûşê bi muameleyeke nebaş re rû bi rû man
20:40 Siyasetmedar Ahmet Turk rakirin nexweşxaneyê
20:19 Li Îzmir û Bûrsayê komkujî: 2 mêran 5 kes qetil kirin
17:59 Şîna malbata Atîk û Kaçan piştî 3 rojan bi dawî bû
16:51 Li Amedê Fûara Xurekan vebû
16:50 Jinên HDP'î ku hatibûn binavçavkirin hatin berdan
16:26 Mazlum Abdî: Êrîşên Tirkiye ji DAIŞ'ê re bûn hêvî
15:31 Leşkeran destûr neda ku jin li Stewrê bên gel hev
15:31 Sendîkaya Karkeran: Ya dibe sedema întîharê krîza aborî ye
15:30 Rêvebera HDP’a Wanê ya berê hat berdan