STENBOL – Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê bal kişandin ser endamên Grûp Yorûm ên 154 roj in di greva birçîbûnê de ne û bang li rayedaran kirin ku tiştên pêwîst bikin.
Şandeya Şopandina Greva Birçîbûnê ji bo balê bikişînin ser rewşa endamên Grûp Yorûm ên 154 roj in bi daxwaza adilane werin darizandin di greva birçîbûnê de ne, li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Dayika endamê Grûpa Yorûm Bariş Yuksel, Zûhal Yuksel jî beşdarî civînê bû. Li salonê pankarta “Em jiyan û rûmeta mirovan diparêz in, endamên Grûp Yorûm 154 roj in di greva birçîbûnê de ne” daliqandin.
‘REWŞA WAN NEBAŞ E’
Metna hevpar a ku Şandeyê amade kir Seroka Şaxa ÎHD’ê Gulseren Yolerî xwend. Yolerî da zanîn ku endamên Grûp Yorûm ji bo darizandinek adilane di greva birçîbûnê de ne û diyar dikin ku heta daxwaza wan pêk were dê çalakiya xwe dewam bikin. Yolerî bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên endamên Grûp Yorûm û her ku diçe rewşa wan nebaş dibe. Yolerî ji raya giştî û rayedaran xwest hestiyar tevbigerin û berprisiyara xwe pêk bînin û tiştên pêwîst bikin.
‘DIVÊ EM XWEDÎ DERKEVIN’
Dayika edanmê Grûpê Bariş Yuksel, Zûhal Yuksel jî di civînê de axivî û diyar kir ku xebatên hunerî yên lawê wê hatiye terorîzekirin û ji ber vê yekê hatiye girtin û got: “Rexneyên dikin helwestek e. Ev helwest nabe sedema girtinê. Bi hezaran konser li dar xistin. Zarokên me terorîze kirin û wan bi tenê hiştin. Em wek civak divê xwedî li wan derkevin. Ez her kesî vedixwînim hestiyariyê.”