STENBOL – Li navçeya Bakirkoya Stenbolê yek jê zarok 3 kes di malekê de mirî hatin dîtin.
Li taxa Osmaniye ya navçeya Bakirkoya Stenbolê li ser îxbarek hat kirin, di malekê de yek jê zarok cenazeyê 3 kesan hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li cihê bûyerê lêpirsînê pêk tê.
Qeymeqamiya Bakirkoyê têkildarî mijdarê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyanî da û piştrast kir ku yek jê zarok cenazeyên mirinek bi guman ên 3 kesan hatine dîtin û derbarê bûyerê de lêkolîn didome.