WAN / ANTALYA – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên Wan û Antalyayê binçavkirina endamên meclîsa xwe şermezar kirin û xwestin hevalên wan bên berdan.
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê yên Wan û Antalya bi boneya binçavkirina 36 endamên Meclîsa wan ên li Stenbolê di binçavan de ne civîna çapemeniyê li dar xistin û şermezar kirin.
Meclîsa Ciwanan a HDP’a Wanê li avahiya partiya xwe civîn li dar xistin û Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan Hevserokên HDP’a Wanê Oznûr Bartin û Okeş Kawa beşdarî civînê bûn.
Endamê Meclîsa Ciwanan Bariş Abo daxuyanî da û got ciwanên yekbûyî yên li Kurdistan û Tirkiyê xwe bi hêz kirine di hedefa operasyonên binçavkirinê de ne.
Abo da zanîn ku bloka AKP û MHP’ê ya faşîst dixwaze xebatên ciwanan têk bibe û niha jî bi rêbazên îşkenceyê dixwaze çavê ciwanan bitirsînin. Abo diyar kir ku endamên wan ên li Stenbolê hatine binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin û ev îşkence li odeya bê kamera pêk hatiye. Abo anî ziman ku ew ê tevî êriş û îşkenceyê jî xebat û têkoşîna xwe dewam bikin û xwest hevalên wan demildest werin berdan.
Civîn bi berzkirina dirûşma “Bijî têkoşîna ciwanan” bi dawî bû.
ANTALYA
Endamên Meclîsa Ciwanan a Antalyayê jî li avahiya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir û em ê bi ciwanî bi ser bikevin” daliqandin. Endamê Meclîsa Ciwanan a Antalyayê Bîlal Kiliç daxuyanî da û da zanîn ku hevalên wan ên di operasyonek navenda wê Stenbol e hatin binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin. Kiliç anî ziman ku îktîdarê bi rêbazên zext û îşkenceyê ciwanan kiriye armanca xwe û got: “Demildest dawî li binçavkirin û îşkenceyê bînin. Di her kêliyê de xebatên me tên terorîzekirin û krîmînalîzekirin. Lê em rewabûn û mafdariya xwe ji gelê xwe digirin. Li ser vê esasî em ê têkoşîna xwe bedewam bikin û em dibêjin hevalên me berdin.”