AMED - Parlamenterê HDP'ê Mûsa Farisogûllari ku di çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûman de axivî, xwest ku tecrîda li ser Ocalan rabe û ev tişt got: "Çare ne Rûsya û Amerîk ne, çare birêz Ocalan e."
Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Amedê, têkildarî tayînkirina qeyûman li Kuçeya Hunerê daxuyaniyek da çapameniyê. Parlamenterên HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisogûllari, Hevserokên HDP'a Amedê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyat Ceylan û endamên meclisên şaredariyan tevlî daxuyaniyê bûn.
'HEWLDANA VEŞARTINA XESPÊ HEYE'
Hevserokê Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Yenîşehîrê Sadrettîn Kaya, di bin dorpêça polisan de daxuyanî da û diyar kir ku her roj bi êrîşeke nû ya bloka desthilatê ku encamên 31'ê Adarê qebûl nake re rû bi rû ne û wiha got: "Zihniyeta ku vîna gel nas nake herî dawî qeyûm tayînî şaredariyên Yenîşehîr, Hezro, Hezex û Periyê kirin. Tê xwestin ku pêkanîna qeyûm bibe pergala vî welatî. Dosya ku ji 2016'an heta niha derbasî pêvajoya dadgehê nebûye, bûye hinceta tayînkirina qeyûm. Ji bo me hewldana veşartina xespê ye."
'EM Ê DEV JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN'
Di berdewamê de Kaya destnîşan kir ku desthilata ku bi tayînkirina qeyûman bi sînor nemaye, êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye û ev tişt got: "Em ê serê xwe ji tundiyê desthilatê re netewînin. Em bang li rêxistinên sivîl, odeyên pîşesaziyê û saziyên din ku dikin ku hestiyar tevbigerin. Heta ku ev tayînkirin neyên betalkirin û hevşaredarên me venegerin ser peywira xwe em ê têkoşîna xwe bidomînin."
'BILA DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEBIN'
Piştî Kaya, Parlamenter Mûsa Farisogûllari jî axaftinek kir û ev tişt anîn ziman: "Em di siyaseta demokratîk de israr dikin, lê pêkanînê antîdemokratîk dertên pêşiya me. Çare ne Rûsya û Amerîk ne, çare birêz Ocalan e. Divê bi Ocalan re diyalog bê danîn. Ji bo vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe û deriyên Îmraliyê vebin. Polîtîkayên şer pê re bi dawî bibin. Gelê kurd û tirk hezar sal in bi hev re dijîn, bila ev yekîtî xera nebe.."
Farîsogûllari di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û diyar kir ku têkoşîna wan a li dijî vê yekê dê bidome.
Daxuyanî bi çepik û tilîliyan bi dawî bû.