AMED – Hat ragihandin li çoltera Licê operasyona eskerî hat destpêkirin.
Li sêgoşeya Amed, Mûş û Çewligê di 8’ê mijdarê de bi beşdariya 3 hezar yekînteyên taybet û cerdevanan operasyona eskerî hatibû destpêkirin û ev operasyon didome. Hat ragihandin duh jî li gundên Mişrif, Kerwas, Nenyas û Licokê yên navçeya Licê ya Amedê operasyona eskerî hat destpêkirin.
Hat ragihandin ku operasyona bi beşdariya yekîneyên taybet û cerdevanan dest pê kiriye didome.