NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî vekişîna Amerîkayê ku Rûsya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bicih bû li Qamişlo dest bi avakirina baregeha esmanî kir.
Amerîka ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişiyabû. Rûsya liv an deveran bicih bû. Malpera nûçeyan a Sky News Arabia nûçeyê spart Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê û hat zanîn ku Rûsya li bajarê Qamişlo dest bi çêkirina baregeha helîkoptêran kiriye.
Li gorî nûçeyê hat gotin ku fuzeyên ji bejahiyê ber bi esmanî ve li baregehê hatine bicih kirin û heta niha 3 helîkoptêr anîne baregehê.
Di rojên derbasbûyî de çavkaniyên Rûsî diyar kiribûn Rûsya Balafirgeha Qamişlo ji bo 49 salan ji rejîma Sûriyê kirê kiriye.