STENBOL – Danişîna ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş muştekiyê wê bû bersûc beşdar nebû û danişîn hat taloqkirin.
Danişîna ewil a doza “rojnameger” Omer Turan ku Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş muştekiyê wê bû li Dadgeha Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Turan beşdarî danişînê nebû. Parêzerên Demîrtaş di danişînê de amade bûn.
Parêzerên Demîrtaş gotin giliyê wan dewam dike û heke bersûc tine be jî bila biryara anîna dadgehê jê re bê derxistin.
Heyeta dadgehê ji bo bersûc danişînek din beşdar bibe biryar da û danişînê taloqî sibata 2020’an kir.
Bersûc Omer Turan di hesabê xwe yê Twîtterê de di sala 2018’an de têkildarî Demîrtaş gotibû: “Selahattîn Demîrtaş xayînê welat e terorîstek har e.”